Hûn sefîrên me ne!

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Çile 2023 - 02:36

André Hébert yek ji înternasyonalîstên Fransî ye, ku tevî hêzên YPG´ê li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Gava ku Reqa tê rizgarkirin û li Fransayê vedigere, şervanên YPG´ê dibêjin, tenê rastiyê ji xelkê Fransayê re bibêje, ev piştgirî wê besî me be. Ji bo ku vê rastiyê ji xelkê Fransayê re bibêje wî jî rabû serpêhatiya xwe kire Xêzeroman. Xêzeroman bi navê “Jusqu'à Raqqa: Avec les Kurdes contre Daech (Heta bi Reqayê: Tevî Kurdan li dijî DAIŞ´ê)” nivîsand. Wî sala 2019´an ji xwe kitêbeke bi heman navî nivîsandibû û hêvî dike bi xêzeromanê xwe bigihîne ciwanan. Ew ji kanala televizyonê ARTE´yê re li ser xêzeromanê peyivî, tevî xêzker Nicolas Ottero behsa pêvajoya nivîsandin û xêzkirina romanê kir.  

Xêzeromana Hébert bi rexneyên baş hat pêşwazîkirin û kitêba wî ya bi heman navî jî ji sala 2019´an ve dibe mijara nûçe û rexneyên cihê yên baş. Sedem jî di hemû rexneyan de diyar e: Kite bi kite behsa rastiyê kiriye. Yanî tişta ku Kurdên Rojava jê xwestiye, ew hewl dide bi kitêba xwe û niha jî bi vê xêzeromanê bike. 

André Hébert sala 2015´an diçe û tevli nav refên YPG´ê dibe ji bo ku şerê DAIŞ´ê bike. Xêzeromana wî weke rojnivîseke vî şerê li dijî DAIŞ´ê be jî, esas ew hinekî xwedî aliyekî weke manîfestoya siyasî ye jî. Nivîskar ji bo xwe dibêje, “Ez xwe weke aktîvîstekî şoreşger, înternasyonalîst, marksîst, piştgirê doza Kurdan îfade dikim.”

Tevî André Hébert qederê 30 înternasyonalîstên din ên ji Fransayê hebûn. Gava André Hébert carekê vegeriyaye Fransayê, ajanên Istîxbarata Navxwe ya Fransayê DGSI´yê ew li mala wî girtine. Lê ew israr dike û dikare careke din biçe Rojava û di şerê li dijî DAIŞ´ê de yê ji bo rizgarkirina Reqayê de cihê xwe bigire. 

 

Hestên André Hébert kirin xêz

Xêzker Nicolas Otero dibêje, wî hewl daye hestên André Hébert xêz bike, nexasim jî yên dema şer: Rawestana dijwar a dirêj, hişkî û rageşiya ruhî ya dema li kozik û bereyan, şerên kozikan, kêliyên dudiliyê û piştrastbûna ji heqbûna doz û şerê li dijî DAIŞ´ê. Ew dibêje, “Min xwest tehlûke, hewar û gefa wê kêliyê hîs bikim. Min xwest ew kêliyên hizirîna xwe bi xwe yên li cihê şerî, çi aciziya westê û çi jî tehlûkeya şervanek hest pê dike, nîşan bidim. Lê her wiha min dixwest serpêhatiya ferdî ya nivîskarî jî xêz bikim.”

Gava ku André Hébert û şervanên înternasyonalîst vedigerin welatên xwe, hevrêyên wan yên Kurd ji wan re dibêjin, “Hûn êdî sefîrên me ne. Behsa wan tiştan bikin, yên ku we dîtine. Rastî bes e ji bo vê yekê. Min ev di kitêbekê de nivîsîn. Xêzeroman jî dewama vê şahidiya min e. Ez hêvî dikim xwe pê bigihînim xwînerên ciwan, ên ku kêmtir siyasî bûne.”

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.