Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroş

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Li ser tesîra nivîsê li gotinê û tesîra gotinê li nivîsê, gelek tişt bên gotin jî hişyarî ji van tiştan hemûyan maqûltir e. 

Li ser tesîra nivîsê li gotinê û tesîra gotinê li nivîsê, gelek tişt bên gotin jî hişyarî ji van tiştan hemûyan maqûltir e.

Lewma bi her halî, nihêrîna em pê dinyayê dibînin yanî li wê serwext dibin, elaqedarî semyanê mejiyê me ye. Ew jî bi rêya tecrûbe, tercîh û derfetên me li aliyekî û bi rêya tesîrên aktorên derveyî me li aliyê din pêk tê. Herçî hizra me li ser besîtbûn û mucerrednebûna gotina devkî ye, ez serê pêşî hizra xwe bibêjim: Ew encama hukmên îdeolojîk e. Wexta ez behsa hukmê îdeolojîk dikim, ez behsa wî bingehê îdeolojîk dikim ku civaka me ya heyî, û hizra wê ya mucerred dispêre nivîsê û nivîskîbûnê. 

Ev hizir îdîa dike ku tenê bi rêya nivîsê, yanî qeydiya fikr û hizran li ser navgînên hişk û neguher, yanî rûpel, keval, kîtabe, kompûter, wêne, dîmen û wekî din, civakên insanan karîn xwe ji besîtbûna devkîbûnê û hizra wê ya besît û nemucered xilas bikin.

Gava mirov berê xwe dide vê îdîayê, mirov dibîne ku ew hukmê îdeolojîk a ku vê îdîayê dike, civakê diguhere. Çi çê û çi xirab, ne nivîs, ne nivîskîbûn lê hukmê devkîbûnê piçûk dibîne, civakê diguhere. Jixwe gava mirov berê xwe dide civakên ku li gorî hukmê îro yê belav ê modernîteya kapîtalîst li paş mane, besît in û qaşo li nûkeriyê girtî ne, em dibînin ku berevajî îdîayê bi xwe, ev civak ji mêj nivîskî ne. Heta tesîra nivîsê di asta pîroziyê de li cem hinan ji wan xwedî dîrokeke pirr kevintir e. Hin jê roja îro ne bi yek alfabeyê, lê bi gelek alfabeyan, ne bi yek zimanî lê bi gelek zimanan nivîskî ne. 

Naxwe, em dikarin ji bo hukmê berevajî jî bibêjin, kopiyeke vî hukmî ye. Ez ta bi derziyê ve bikim. Weke nimûne, em berê xwe bidin hîkayeta Zembîlfiroş. Her çend Mele Ehmedê Bateyî di sedsala 16´an - li gorî Qanatê Kurdo sedsala 15´an - de Hikayeta Zembîlfiroş nivîsanadibe jî, em ê têkiliya tesîra di navbera nivîs û gotina devkî de bi temamî nikaribin ji hev derxin. Hîç guman jê nîne ku vê reşnivîsa Meleyê Bateyî tesîr li gelek varyantên vê destanê kirine.

Lê bi heman rengî muhtemel e yekê yan jî gelekan ji varyantên devkî di çaxê nivîsandina Meleyê Bateyî de tesîr li wî kiribin. 

Piştî temambûna nivîsê, û belavbûna wê bi rêya medrese û gotinên qesîdeyên derwêşan jî vê tesîrlihevkirina dualî her dewam kiriye. Lê gava em serdestiyeke devkîbûnê beramberî nivîsê bi cih bikin, em bi zarê wî hukmî dikin ku devkîbûnê weke besîtbûn dibîne; tenê em kirde û bireser, yanî aktor û tiştan bi hev diguherin.

Ji ber wê ye, ji bo serwextbûneke maqûltir li çanda nivîskî û devkî ya çê ew e ku mirov hay ji vê rewşê hebe û îdealîzekirina yekê beramberê ya din neke. 

Xulase, helbet ev herdu destpêkên li jêr di nava têkiliyeke dualî ya sereqet de bûne û hukmên elaqedarî nivîskîbûn û devkîbûna wan, bi pirranî hukmên îdeolojîk in:

Ey dil werin dîsa bi coş
Carek ji caran mey binoş
Bi hesreta Zembîlfiroş    
Da seh bikin hîkayetê*     

       Hey dil were, hey dil were
      Hey dil were, hey dil were
      Car bi cara şerbet binoş
      Dil qinyatê Zembîlfiroş**

* Ji dîwana Mele Ehmedê Bateyî. 

** Ji Folklora Kurmanca a Heciyê Cindî û Emînê Evdal a 1936´an çapbûyî.

Ekli döküman
parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.