HRE û QSD’ê bersiv dan: 5 kuştî, 19 birîndar
Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 17:45
- HRE’yê ragihand hêzên wan di çalakiyên bersivdanê de ya dijî êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk ya li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê 5 çeteyên dewleta Tirk kuştine, 11 leşker û 3 çete birîndar bûne. QSD’ê jî ragihand ku 8 dagirker hatine birîndarkirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Li dijî êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ku di van demên dawiyê de li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe didin pêşçalakiyên me yên tolhildan û bersivdayînê didomin.
Bi vê çarçoveyê;
19’ê Cotmehê yekîneya me ya Tîma Şehîd Avêsta li Ezazê çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de çeteyekî dagirker hate kuştin.
25’ê Cotmehê li xeta Mare di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hate kuştin.
26’ê Cotmehê dema hewldana êrişên çeteyên dagirker li xeta Şêrawa xwe dide pêş, hêzên me dagirkerên heyî dişopînîn bi awayekî bi bandor bersiva pêwîst didin wan. Di encamê de kuştî û birîndarê wan çêdibin û cenazeyên wan di eraziyê de dimînin. Careke din jî dema dixwazin werin cenazeyên xwe rabikin dîsa li wan tê xistin. Di encama de yek ji wan serçeteyê bi navê Ehmed Raid Meldeun 3 çeteyên dagirker tên kuştin û 3 çete jî birîndar dibin. Eynî rojê dîsa bi çalakiyên taybet baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li xeta Bab, Mare û Şêrawa hatin hedefgirtin. 11 leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.
Di encama van çalakiyên hêzên me de 5 çeteyên dagirker hatin kuştin, 11 leşkerên dewleta Tirk a dagirker û 3 çeteyên dagirker jî birîndar bûn."
QSD: 8 dagiker birîndar bûn
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Til Temir û Eyn Îsayê 3 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine.
QSD’ê di daxuyaniyê de got,’’Hêzên me Şemiyê li gundewarê Til Temirê çalakiyeke leşkerî li dijî baregeheke dagirkeran li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker birîndar bûn û 3 erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.
Hêzên me li gundên Seyda û Mezre yên Eyn Îsayê jî du çalakiyên din li dijî baregehên dagirkeran pêk anîn. Di encamê de hejmarek leşkerên dagirker birîndar bûn, lê nehat zanîn çend leşker birîndar bûne.” ANHA