HRE 9 dagirker kuştin
Pêncşem 26 Tebax 2021 - 23:52
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên dawî yên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek da û da zanîn ku di navbera 17 û 23`yê Tebaxê de wan 9 dagirker kuştine û gelekên din jî birîndar kirine.
HRE'yê got, "Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me di navbera 17 û 23`yê Tebaxê de çalakiyên bibandor li dar xistin.
17`ê Tebaxê, li gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê, Tîma Şehîd Avesta çalakiyeke sabotajê kir. Di encama vê çalakiyê de serçete Ebû Docana û 2 çeteyên din hatin kuştin.
21`ê Tebaxê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di encama çalakiyeke sabotajê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.
22 û 23`yê Tebaxê, li gundê Keferxweşê yê ser bi Ezazê, li hember çeteyên dagirkeriya Tirk 2 çalakiyên bibandor hatin kirin. Di çalakiya 22`yê Tebaxê de 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. Di çalakiya 23`yê Tebaxê de jî 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha mewziyek û konteynerek jî hatin rûxandin.
Di wan çalakiyan de bi giştî 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn."
NAVENDA NÛÇEYAN