HRE 6 dagirker kuştin 

Duşem 10 Cotmeh 2022 - 01:59

HRE'yê ragihand ku li Babê û li Şêrawayê çalakiyên bersivdanê li dijî dagirkeran li dar xistine û di van çalakiyan de 6 dagirker kuşine. Wê got, di encama çalakiyan de 5 polêsên tîmên taybet ên dagirker (POH) û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 1 û 4'ê Cotmehê de li herêmên Bab, Marê û Şêrawayê çalakiyên bersivdana dagirkeran li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, 1'ê Cotmehê li herêma Babê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker, çalakî hate lidarxistin.

HRE'yê diyar kir ku di encama vê çalakiyê de 5 polêsên tîmên taybet (POH) ên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî jî hatiye rûxandin.

Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyên 4'ê Cotmehê jî ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek birîndar bû. Heman rojê li herêma Şêrawayê jî di çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hate kuştin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.