HPG´ê tola Şehîd Cûmalî hilanî

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:54

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên karîger hatine kirin, herî kên 3 dagirker hatine cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên karîger hatine kirin, herî kên 3 dagirker hatine cezakirin. 

HPG’ê elaqedarî çalakiyên gerîla yên li Avaşînê û êrişên hewayî yên dewleta Tirk agahî dan. HPG’ê got, ‘’Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; 11’ê Cotmehê saet 09:00’an hêzên me li Kela Bedewê li dijî dagirkeran çalakiyeke karîger kir. Di çalakiyê de hêzên me li mewziya Bombeavêjê ya dagirkeran da û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Çekeke bombeavêj û mewziyek hatin rûxandin. Piştî çalakiyê dewleta TC’ê ya dagirker bi wesayitên sivîl windahiyên xwe ji deverê birin.

Ev çalakî ji bo bibîranîna Şehîd Cumalî Çorum ku bi êrişên çekên kimyewî şehîd bûyî û ji bo tola şehîdên Werxelê, hatiye kirin.

11’ê Cotmehê saet 17:10’an û 17:40’î li herêma Zapê, qada Çiyayê Reş bi balafirên şer hat bombekirin.

11’ê Cotmehê saet di navbera 23:00-23:50’î de derdora Dola Heval Cuma ya li qada Golka ya herêma Metîna bi balafirên şer hat bombekirin.

11’ê Cotmehê saet di navbera 23:00-23:50’î de derdora Çemê Lolanê ya herêma Xakurkê û qadên Sinînê bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê Cotmehê saet di navbera 15:00-21:00’an de quntarên Girê Mozella bi helîkoptêrên êrîşê û obûs û hawanên qereqolên li ser sînor, hatin bombekirin.

11’ê Cotmehê saet 16:55’an qada Werxelê bi balafirên şer hat bombekirin.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.