HPG'ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Sêşem 7 Adar 2023 - 01:48

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye; "Dewleta Tirk a qirker di çarçoveya êrîşên xwe de ku bi tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwaze hêviyên azadiyê yên gelê me bişikîne û siyaseta qirkirinê bi ser bixîne, sala 2021'ê di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê pêvajoyeke giran a şer da destpêkirin. Di vê pêvajoya şer de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Avaşînê heta Zapê, ji Metînayê heta gelek qadên Bakurê Kurdistanê bi fedayîtî şer kirin û armancên pûç ên dijmin têk birin. Di vê pêvajoya giran a şer de hevrêyên me Eser, Şoreş, Raman, Dildar û Zana fedakariyeke mezin kirin, rê nedan dijmin û di encama êrîşên dijmin de di demên cuda de şehîd bûn.

Hevrêyên me yên şehîd ku ji çar aliyên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn, cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de girtin, bi jiyana xwe ya ji têkoşîn û sekneke xurt a fedayî bûn mînak ji ciwanên Kurdistanê hemûyan re. Di serî de malbatên hêja yên şehîdan bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Hevrêya me Eser li navçeya Kerboran a Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2014'an de ji herêma Botanê tevlî nava refên me bû. Hevrêya me baweriya xwe pê anî ku divê têkoşîna xwe mezintir bike, lewma beşdarî nava Hêzên Taybet bû. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî, kedkarî, fedakarî û durustiya xwe li pêş bû, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Bi van taybetmendiyên xwe rola pêşengiyê ya gerîlaya YJA Starê bi cih anî. 

Hevrêyê me Şoreş li bajarê Kelarê yê herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2014'an de beşdarî nava refên gerîla bû. Bi sadebûna hevrêtiya xwe, bi dilnizmiya xwe ya li nava jiyanê, bi fedayîtî û wêrekiya xwe ya li qada şer bû mînaka herî baş ji ciwanên Kurd re yên dixwazin bi rengekî bi rûmet bijîn. 

Hevrêyê me Raman li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi cesareta xwe ya di çalakiyan de û bi şêwazê şerê fedayî ku pêşengî ji hemû hevrêyên xwe re dikir, bi tevlîbûna xwe ya fedakar, kedkar, rast û bi dilnizmî hem di jiyanê de hem jî di şerê xwe de bi ser ket û bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Dildar li bajarê Reqayê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, di malbateke ji eşîra Şêxî ya welatparêz de ji dayik bû. Di Berxwedana Serdemê ya Kobanê de weke ciwanekî Kurd erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya gelê me bi cih anî. Weke fermandarekî pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî û şehîd bû. 

Hevrêyê me Zana li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû. Sala 2017’an tevlî nava nava refên gerîla bû. Weke fermandarekî, ji perwerdeyên hevrêyên xwe heta performansa wan a di şer de, bi her tiştê wan re eleqeder bû û ji bo her yek ji wan bibe kadroyên pêşeng kedek bê hempa da. Piştî qada Zapê li gelek qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê erk meşand 21’ê Cotmeha 2021’ê dema ku li ser erkê xwe bû, di êrîşa dijmin de şehîd bû.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:

Eser Savaş (Cahîde Şahîn), li Mêrdînê ji dayik bûye, sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şoreş Germiyanî (Muhammed Kerîm), li Germiyan ji dayik bûye, sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Raman Zagros (Fexreddîn Nîgmetî), li Sine ji dayik bûye, sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Dildar Rojava (Seîd Îbrahîm), li Reqa ji dayik bûye, sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Zana Amed (Felat Seyfettîn Huseyîn), li Hesekê ji dayik bûye, sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.