HPG: 43 dagirker hatin kuştin
Sêşem 4 Hezîran 2024 - 03:15
- HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin.
HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:“Dewleta Tirk a mêtinger armanc dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku garantiya siberoja azad a gelê me ye, tasfiye bike û êrişên xwe yên qirkirinê bigihîne encamê. Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dide, hebûna gelê me diparêze û hêviya wê ya siberoja azad zindî dihêle, di meha Şehîdan Gulanê de berxwedana xwe didomîne û bersiva pêwîst dide xayîn û hevkaran. Hêzên me yên ku li dijî hemû êrişan bedena xwe dikin mertal û şer dikin, her parçeyekî xaka Kurdistanê bi îradeyeke mezin diparêzin.
286 caran êrişa bi çekên kîmyewî
Artêşa Tirk a mêtinger û sûcdarê şer ku nikare li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me ber bi pêş ve biçe, car din qanûnên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî tunelên me 286 caran bi çekên kîmyewî û 37 caran jî teqemeniyên qedexekirî bi kar aniye. Derveyî vê çeperên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkopterên êrîşê û bi hezaran caran jî bi hewan, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.
82 çalakî û 43 kuştî
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xeta berxwedanê ya şehîdên me yên Meha Gulanê bi rengekî herî xurt derbasî pratîkê kir û ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê ji bo rizgarkirina her parçeyekî xaka Kurdistanê îradeyeke bê hempa raber kiriye û tevî şert û mercên herî zehmet bi rengekî bêteredut bi ser dagirkeran de çûye û çalakiyên bi bandor lidar xistine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîşan rê nade dagirkerkerî û dagirkeran û bi ruhê berxwedan û serketinê ya Şehîdên me yên Meha Gulanê têkoşîna xwe bi rengekî bi bandor meşandiye. Hêzên me di nava vê mehê de; bi giştî 82 çalakî lidar xistin, derbe li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de 43 dagirker ceza kirine û 4 dagirker jî birîndar bûne.
Gerîla SÎHA’yan diweşînin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêvajoya pêşxistina serweriya teknîkê û taktîkê, di meha Gulanê de jî pêşde bir û roja 27’ê Gulanê li asîmanên Qendîlê SÎHA ya Aksûngûr a artêşa Tirk a dagirker xiste xwarê. SÎHA’yên ku artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet bi propagandeyeke mezin qalê dikin, li asîmanên Kurdistanê yek bi yek tên xistin. Artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet ev rastî ji nedîtî ve hatiye û bi ti rengî îtîraf nekiriye. Ji ber ku ev karakterê durû û derewker ê dewleta Tirk tê zanîn, ji aliyên cuda ve dîmenên SÎHA’yên ku hatine xistin, ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin.
Bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha ye:
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
Êrîşên bi balafirên şer; 245, Êrîşa bi helîkoptera êrîşê; 43, Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî; 37, Êrîşa bi dronên bombebarkirî; 61, Êrîşa bi çekên kîmyewî; 286
Çalakiyên gerîla û kuştiyên dijmin
Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin; 82, Hejmara dagirkerên hatine cezakirin; 43, Hejmara dagirkerên birîndar bûne; 4
Amûrên hatine tinekirin û derb kirin
Aksûngûr SÎHA; 1, Sîstema Radarê; 1, Kameraya Mobesse; 10,
Kepçe; 3, Dron; 1, Konteynir; 1, Kon; 6, Fotokapan; 7, Çeper; 2, Helîkopter; 1, Kepçe; 2, Çeper; 5, Kameraya Mobesse; 1
BEHDÎNAN