Holên mezintir û reklama baştir lazim in

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 20 Çile 2023 - 02:02

LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT

 

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, rojên filmên Kurdî bi rê ve çûn. Bernameya van rojan bi dawî bûbe jî, ji ber ku gelek daxwaz hebû, şemiyê wê filmê Kobanê ji nû ve bê nîşandan. Min jî karî li çend filman binihêrim. Filmên Kobanê, Berfîn û Hêza… Li ser van filman, ez ê paşê bi berfirehî hizrên xwe binivîsim. Lê îro ez ê behsa rojên filman bikim.

Di nîşandana pêşî ya rojên filmên Kurdî de yanî 12´ê Çile, ji bo li filmê Kobanê temaşe bikin, em 20 kes bi hev re çûn hola sînemayê ya li semta Hochst a ser bi Frankfurtê. Lewma Filmforum Hochstê mêvandariya rojên filmên Kurdî kir. Hola wê qederê 150 kesan dihewîne. Kesên ku berê rezerve nekiribûn, bi pirranî li derve man, ji ber ku kesên hatibûn li filmê Kobanê temaşe bikin, du caran li 150´î bûn. 

Hola nîşandana filman bi peyamên piştgiriya bi Rojava re û peyamên li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Di vê nîşandana pêşî de hevkariya civaka Kurd û filmforum Hochstê hat ravekirin. Sabine Imhof li ser navê Filmforum Hochstê da zanîn ku ew kêfxweş in piştî navbereke bêhtirî 2 salan, dikarin rojên filmên Kurdî dewam bikin.

Li ser navê Têko-Jinê Zozan Olbistanê jî behsa rewşa dawî ya li Kurdistanê kir û behsa wê yekê kir ku wan li gorî wê jî filmên nîşan bidin neqandine. Têko-Jinê tevî Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê organîzatoriya van rojên filmên Kurdî kir. Li ser navê wê Hêlîn Dîrîk peyivî û nexasim jî behsa tercîhên filmên li ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê kir. Herçî piştgiriya bi têkoşîna jinên Kurd û gelêî kurd re ye jî ji nûnera Navenda Civaka Kurd a Frankfurtê Hêvî Yildirim bang li xelkê kir; wê banga piştgiriya bi Rojava û temamê Kurdistanê re kir li dijî êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdistanê. 

 

Pêşniyaz û rexneyên min

Herçî temaşekerên filman bûn, Kurd û Elman hema hema nîvenîv bûn. Lê 3 caran nîşandana filmê Kobanê têra xelkê Frankfurtê nekir. Ji ber wê, organîzatoran biryar da ku piştî bidawîbûna rojên filmên Kurdî (12-18´ê Çile) jî careke din filmê Kobanê nîşan bidin. Film şemiyê (21.01.2023) wê saet 15:30 careke din bê nîşandan û ji niha ve bilêtên vê nîşandanê jî hema hema bi temamî hatin firotin. Yanî 4 nîşandanan jî têra xelkê nekir.

Di nîşandan filmên Cîran û Berfîn de jî hol têra xwe mişt bû. Lê herçî belgefilma Hêza bû, tevî ku filmekî gelekî serketî bû, hol nîvenîv vala bû. Tercîhên filman ên rojên filmên Kurdî wê bibin mijara nivîseke din, lê aliyên teknîkî pêşniyaz û rexneyên xwe li vir ez ê niha bikim: Ji bo filmên weke Kobanê, yek hola piçûk pirr kêm e. Ji ber wê mirov karibe li holên cihê filmên welê nîşan bide, yan jî li holeke mezin û navendî, wê çêtir be. Derfetên vê kêm in û gelek salon newêrin van filman nîşan bidin, lê mirov hewl bide, wê baş be.

Xisûsa duyem jî ew e ku mirov karibe reklama filmên xurt û hêja yên weke Hêza bi rêkûpêk bike, da ku bêhtir xelk bixwaze li wan temaşe bike. Ev aliyên teknîkî ne talî ne, bileks esasî ne, lewma rojên wiha ji bo wê yekê ne ku xelk van filman bibîne. Hêvî dikim ku bi tecrûbeyên îsal, bikin ku rojên filmên Kurdî yên serketîtir li Frankfurtê bên organîzekirin. Bi her halî destê amadekaran xweş.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.