Hizîrîna li çolê ya li ser manewiyatê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Çile 2023 - 03:33

  • Peykerê ku li nav zeviyekî dimîne bi armanca ku manewiyata xelkê nîşan bide û bike ku xelk hay ji manewiyatê hebe, hatine çêkirin. Yanî peyker nîşaneya aramiyê ne û bi hizreke razber hatine çêkirin.

Li Çola Mojave ya li Kolîforniyayê li keviya riyekê peykerekên ku çavên jinekê û her wiha destên wê nîşan didin, bilind dibin. Fîgûrên balkêş in ev peyker û peykersaz Daniel Popper ê ji Başûrê Efrîkayê ev peyker çêkirine. Ji bilî peyker ew weke înstalasyonekê jî tên xuyanê, înstalasyoneke ku bi mozaîkê hatiye çêkirin. Peykerê ku li nav zeviyekî dimîne bi armanca ku manewiyata xelkê nîşan bide û bike ku xelk hay ji manewiyatê hebe, hatine çêkirin. Yanî peyker nîşaneya aramiyê ne û bi hizreke razber hatine çêkirin.

Awir û nihêrînên fîgûra Daniel Popper li jêr dinihêrin û çavên wê jî girtî ne. Ew li hundirê xwe û ruhê xwe dirame û di destên wê de jî hin qul hatine vekirin. Ev qulên gilover bi mozaîkan hatine xemilandin û rengên giloverên li ser destên wê li gorî danên rojê ango li gorî ronahiya rojê diguherin.

Peykerê bi navê “Transmission” (Veguhestin) dinyayê û asîman sembolîze dike. Herî wiha hestên fizîkî û ruhî jî bi hev ve dizeliqîne, destên fîgûr ango jina ku hatiye sêwirandin enerjiya insan tînin ziman. Daniel Popper peykerê xwe bi vî rengî dinirxîne: “Babetên bi vî rengî bêhtir beheştê sembolîze dikin, lê peykerê ku min sêwirandiye rehên xwe ber bi erdê ve dirêj dike û bedena ku nayê dîtin, nîşan didim. Dixwazim insan xeyal bikin, ev peyker derbarê têkiliyên me yên dinya û fezayê de hin tiştan şirove dike û maneya me ya li ser rûyê vê dinyayê tîne ziman. Ji ber ku dinyaya em tê de dijîn dinyayeke bê ser û ber e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.