Hişkî nîşana zimanên mirî ye

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 22 Sibat 2021 - 00:06

Ziman bi her hel û mercî ne tiştek e ku mirov karibe bixe qalibekî. Heger zimanek ket qalibekî, bi ya min ew ziman êdî miriye. Ji ber wê ye ku mirov dikare Latînî bixe qalibekî. Ji ber ku di civakîbûnê de û ji bo xwenaskirin û xweîfadekirinê bi dewreke sereke radibe, ziman hem ji bo ferdan û hem jî ji bo civakan ji bo rengê nasnameyê, guherandina wê, xweîfadekirina wê û xwejinûveavakirina wê ya sereqet û muzakereyên bi nasnameyên din ên misêwa re, diyarker e.

Doh Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bû. Ji ber wê ev demeke berê awirên min li ser minaqeşe, çalakî û kampanyayên elaqedarî zimanê Kurdî bû. Min serê xwe pê diêşand. Lê ez lê hayil bûm ku bereyên meseleyê ne didu ne. Yanî ne Kurdî û kesên Kurdî zimanê wan li aliyekî bûn û ne jî kesên dixwazin Kurdî tine bikin - pê re jî civaka Kurd - li aliyê din bûn. 

Gelek bere hebûn di nava Kurdî de û di nava dewrûbera ne Kurdî de. Dewrûber xwedî tesîr jî be, ez ê xwe li ya hesanî bigirim û berê xwe bidim aliyê Kurdî. Tesbîta herî muhim a dewrûberê ew e ku dewleta Tirk weke bereyeke xurt dixwaze Kurdan qir bike û êrişên Kurdî jî di vê çarçoveyê de tên plankirin û tetbîqkirin. Awa û rengên wan biguhere jî esasê meselê li wî alî ew e.

Li aliyê Kurdî bere gelek in, bereyên siyasî ne yek in, bereyên li ser feraseta beramberî ziman ne yek in, bereyên stratejiya hînkirin û zindîkirina ziman ne yek in. Pirrbûna stratejiyan dibe ku bi kêra zindîmana zimên jî bên, em ê vê sibe dusibe çêtir ji hev derxin. Lê feraseta li ser ziman çiqasî pirreng jî be, divê karibe li deverekê hin tiştên sereke ji hev derxe. Ya ewil ew e ku ziman zindî ye û jixwe ji ber wê tehlûkeya tinekirina wê - yanî mirina wê - heye. Heger wisa ye divê em karibin qebûl bikin ku ziman wê weke xwe nemîne û berê jî "ti" carî weke xwe nemaye. Heta "ti" qalibên hişk û mutleq ên guherîna zimên jî nînin, berê jî nebûn. Carinan faktorên mirov hîç bîra wan nabe dibin sedema hin guherînin ku dibin parçeyek ji zimên. Ev bûye û jixwe ziman jî bi vî rengî "bûye".

Em dikarin bibêjin, çawa nasname xwe çêdikin, ziman jî xwe çêdikin. Ev xweçêkirin jî pêvajoyeke ji bo demekê, mohletekê nîne, daimî ye, bê navber e û misêwa ye. Ji bo her zimanî varyantên herêmî hene û ev varyantên herêmî xwedî xisletên taybet in, dînamîkeke wan heye. Rêzgirtina ji van varyantan re û ji dînamîkên wan ên guherîn û xweçêkirinê re, esas rêzgirtina ji zimên bi xwe re ye. Gava em qalibên hişk ên qaîdeyan li gorî varyantekê diduyan li ser tevahiya varyantan ferz bikin, esas em hinekî wî zimanê dikujin. Ev kuştin bi maneya kêmkirina zindîbûna wî zimanî ye. 

Ji ber wê bi ya min divê stratejiyên standartkirina Kurmancî - yan jî Kirmanckî - xwe li hişkbûna qaliban asê nekin. Pirr muhim e ku ku varyantên heyî jixwe bihesibînin û karibin dînamîka wan ji bo xwe veguherînin xurtiyê. Ez ji xwe behsa minaqeşeyên bê mane û zirarker ên li ser "filan peyv ne bi Kurdî ye, bi Kurdî ye" jî weke tehlûke dibînim. Pirsên etîmolog ji ber sedemên ilmî dikin û li bersiva wan dipirsin, gava di stratejiyên standartkirinê de karîger bin, şaşiyeke cidî li ber me heye.

Halê hazir meseleya eslî ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê ne stratejiyên standartkirinê ne, lê weke zimanê dayikê peyivîna pê ye. Gava em qalibên hişk ên ku li jor min behsa wan kir, nerm û sist bikin, û nexasim jî rêzê ji varyantên heyî hemûyan re bigirin. Ev dikare bibe teşwîqeke mezin da ku xelk rehettir bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin û Kurdî bibe zimanê dayikê yê bêhtir zarokan. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.