‘Hiş neçe, rê naçe’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:27

  • Abdurrahman Yildirim: Diya min gelek caran digot, hiş neçe rê naçe. Ji bo ku min ev gotina diya xwe kir qurbana rajonê, ji bo ku berhemeke wisa bi derengî gihîşt ber destê xwîneran, ez dixwazim ew li min bibihurin. 

ZERYA DELÎL

Weşangeriya Kurdî, sala 2020’an jî li gel zilm û astengiyên siyasî, aborî û civakî, bi israr pirtûk weşandin. Di nava van weşanan de baldariya herdem ya derbarê helbestê de li pêş bû. Gelek pirtûkên helbestan jî hatin weşandin. Di nava wan de pirtûka "Raperîna Demsala Min" ya berxwedêr û gaziyê têkoşîna azadiyê, Abdurrahman Yildirim jî hebû. Me jî bi vê boneyê, pirsên xwe ji helbestvan Abdurrahman Yildirim kirin, wî jî texsîr nekir, bersiva pirsên me da.

Yıldırım dibêje, “Bi ya min mirov çi binivîse bila binivîse, lê ji xwendin û nivîsandina helbestê divê dûr nekeve. Divê vê nebaşiyê li xwe neke. Destpêkê vê gotinê ji bo xwe esas digirim.” 

"Raperîna Demsala Min" pirtûka te ya ewil e. Vê hestên çawa bi te re çêkirin? Piştî weşandina pirtûkê xwineran tiştek ji te re got gelo?

Ev berhem li gel min pirr bi mane ye. Lê divê ez li xwe mikur bêm ku ji vê jî wêdetir e. Ji bo min xwestina lêborînê ye. Niha tê bêjî, "heyran, ez çi dipirsim û tu çi dibêjî." Metirse, weke di perwerdeyên me de dirêj û bêserûber naaxivim (Dikene). Bi serê pîra Eyşokê (qerekterek ji berhema wî ye) xuya ye ez ê serê te jî serê xwe jî têxim belayê. Neyse, ez werim ser pirsa te... Ev berhem daxwaza min a lêborînê ye ji wêjehezan. Lewra, berê min bawer dikir ku li zindanê sê tişt hene mirov xera dikin. A yekem helbest, a duyem xwedîpirtûkbûyîn e... Rajona hepsê... Diya min gelek caran digot, hiş neçe rê naçe. Ji bo ku min ev gotina diya xwe kir qurbana rajonê, ji bo ku berhemek wisa bi derengî gihîşt ber destê xwîneran, ez dixwazim ew li min bibihurin. 

Te got sê tişt. A sêyemîn çi bû gelo?

Derdê te çi ye heval? Ji kerema xwe li ser berhemê pirs bikî wê baştir be. Min got, nikilsor e, bes e.

"Raperîna Demsala Min" bi heman awayî navê helbesta te ya dirêj e jî. Helbest bi diyalog û gereke dirêj di nava dîroka gerdûnî û dîroka Kurdan de hatiye nivîsandin. Wê çaxê em pirseke wisa bikin: Li gora te helbest çi ye?

Bi ya min helbest çêja jiyanê ya nepen dide ber çav û guh. Êş, jan, hêvî, bawerî, bendewarî, evîn, hezkirin, tirs û xof, zor û zehmet, azwerî, azadî... Ev têgeh tev weke ruhê mirov in. Helbest bi van têgehan ruhê mirov zindî dike, estetîze dike, xweşik dike; jiyana mirov û civakê bi mane dike. Ya herî girîng jî ji bo dahatuyekê hêvî û baweriyê dide. 

Bi qasî ku em dizanin, tu niha li ser du dosyayan dixebitî. Yek helbest û yek jê jî çîrok e. Tu têkiliyeke çawa di navbera helbest û çîrokê de datînî ku destê te ji herduyan jî nabe?

Rast e, lê du heb roman jî hene. Her du roman deynê min ê hevaltiyê ne. Weke kefareta lidûmayîn û jiyînê ne. Ji bo pirsa te jî dikarim vê bêjim. Min dil heye çîrok û helbest weke dosyayekê amade bikim. Lewra çîrok çêja jiyanê divê çawa be li ser wê radiweste. Ji cewhera hêmayên helbestê avzê dibe. Carnan pêdivî pê heye ku mirov derd û kulê heyî bi lêv û ziman bike. Ya din jî, ev xebat bi hev ve girêdayî ne; yek jê jan, kul û êşê vedibêje. Ya din jî hêvî, dahatuyekê dixemilîne yeke ku tê xwestin û tê payîn. Yek jê heta dawiyê li pey ruhê êşiyayî diçe, ya din ruhê êşiyayî û birîndar dihewîne. 

Gelek nivîskar bi helbestê dest bi nivîsê dikin, di pey re pişta xwe didin helbestê û rêyeke din dişopînin. Ew ji çi diqewime gelo? Dibe ku tu rûyê xwe ji helbestê badî?

Niha ez dahurandina li ser kesayetên ku wilo dikin bikim; ya tu yê ji neçarî axaftina min sansur bikî yan jî tu yê bêjî "Em li ser wêjeyê biaxivin." Bi kurt û Kurmancî vê bibêjim; gava ji tiştekî neyê hezkirin û nebe parçeyekî jiyana mirov, li ser wê teserufên berjewendiyê tên kirin. Ev jî kareseteke mezin e. 

Bi ya min mirov çi binivîse bila binivîse lê ji xwendin û nivîsandina helbestê divê dûr nekeve. Divê vê nebaşiyê li xwe neke. Destpêkê vê gotinê ji bo xwe esas digirim. 

Ka gelo tiştek di dilê te heye za ku tu bixwazî bi xwendevanên me re parve bikî?

Xalek heye dixwazim bi mabesta vê guftugoyê parve bikim. Zindan qadeke wêjeyê ye. Gelek berhem hene, lê ji ber sedem û hincetên tên zanîn, xwîner ji wan bêpar dimînin. Ez mînakekê bidim; beriya bi çendekê, min şanonameyeke hevalekî xwend ku li ser girtiyên nexweş bû. Bi ya min dikare bibe senaryo jî. Nivîskar şanonameya xwe bi hostayî hûnandibû. Bi rastî jî berhemeke hêja ye ku civak vê berhemê bixwîne û lê temaşe bike. Gelek berhem hene ku wilo di hûndirê çar dîwaran de roj bi roj dirizin. Heyf e... Dinya ne rojek tenê ye... 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.