Hikûmetê em paşguh kirine

În 21 Nîsan 2023 - 00:12

Di 16’ê Nîsana 1987’an de rejima Baas ya Iraqê devera Balîsan û Şêx Wesanan ên girêdayî Hewlêrê kimyabaran kir. Di encamê de 264 kesan jiyana xwe ji destdan û zêdetirî 600 kes jî birîndar bûn. Her wiha jîngeha deverê jî wêran bû.

Jinên bajaroka Balîsan ku di wê êrişê de bi birîndarî rizgar bûne, behsa dema kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan û zehmetiyên ku ew rojane dijîn ji Rojnews re kirin.

Edîbe Ebdulah yek ji wan mexdûrên çekên kîmyewî ye ku di rûniştina yekê ya dadgehkirina Sedam Hisên de şahidî kir. Du keçên wê di êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bûne û hemû xizmên wê bûne mexdûrê kîmyabaranê.

Edîbe Ebdulah da zanîn ji bo wan her roj 16’ê Nîsanê ye û got, “Belgeyên nexweşxaneyên Îranê hene ku piştrast dikin em mexdûrên çekên kîmyewî ne. Lê Hikûmeta Herêmê hatiye û reforman di mûçeyê me de dike. Em hemû nexweş in û rojane pêwîstiya me bi kirrîna derman û lazimiyên bijîşkî heye. Destpêkê kêyfa me dihat ku mehane 400 hezar dînar bi me didan. Lê niha ew jî qut kirin.”

 

Doktoran henekê xwe bi me kir

Medîne Elî jî mexdûra çekên kîmyewî ye, di êrişa bi çekên kîmyewî de tenê ew û xwişkeke wê sax mane. Dê, bav, bira, xal û mamên wê tev şehîd bûne. Medîne da zanîn, gava ew ji bo kontrolê çûye cem komîsyona bijîşkan, wan henekê xwe pê kiriye, jê re gotiye, ti nesaxiya wê nîne: “Min ji komîsyona doktoran re got, pirsgirêka min a çav, sîng û sihê heye, lê wan ji min re got, madem tu nikarî tiştek bikî, ya baş ew e ku hevjînê te jineke din bîne. Bi wî awayî wan biryar da ku mûçeyê min bibirrin.”

 

Komîsyon ne ya pisporan e

Xedîce Oso jî jineke pîr e û debara xwe bi mûçeyê hikûmeta Hewlêrê yê ji bo mexdûrên kîmyabaranê dikir. Lê hikûmetê mûçeyê wê jî birriye. Xedîce bi xemgîniyeke mezin got, “Ez bi tenê mame, kesûkarên min nînin. Ez di odeyekê de dimînin û jiyana min li ser wî muçeyê mehane bû. Tenê muçeyekî min hebû, ew jî bierîn.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî bendên madeya 3´yan a yasaya hejmar 2 ya sala 2020’an, bi yasaya çaksazî (Reform) mûçeyên mexdûrên çekên kîmyewî birrî. Bahane jî ew e ku nabe kesek du mûçeyên wê/wî hebin. Ji bo kontrolkirina mexdûrên çekên kîmyewî, komîsyoneke doktoran hat avakirin. Li gorî gotina mexdûrên çekên kîmyewî, komîsyon ne ji kesên pispor pêk tê û komîsyoneke mîzahî ye û biryarê li ser tendirustiya mexdûrên çekên kîmyewî dide.

ROJNEWS/BALÎSAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.