Hicw li ber mirinê jî kenî mumkin dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Hezîran 2021 - 05:32

Yusuf Yeşiloz li Swîsreyê weke "nivîskarê Kurd û Swîsreyî" tê binavkirin. Romana wî Hochzeitsflug (Sefera teyarê ya dawetê) bi navê Beyto bûbû film û heta beriya çendekê li sînemayan dihat nîşandan. Niha romana wî ya nû derket. Vê carê, wî romana xwe weke pesinnameyeke ji bo jineke Kurd a penaber amade kiriye. Navê romanê "Nelkenblatt" e yanî "Pelê qurnefîlê".

Romana wî ya beriya vê ya ku filmê wê jî hat çêkirin, bal biribû ser êşên mêran ên ji ber baviksalariyê. Di gelek romanên wî de ev êşa mêran a bi destê mêran heye. Vê carê bi hicwê behsa dilsoziyê dike, dilsoziya di navbera jineke penaber û pîreke dixwaze êdî bimire.

Jina ciwan di romanê de Pina ye û pîra ji canê xwe aciz jî Elsa ye. Di hicwa Yeşiloz de, sohbeta jinan a li ser mêran cihekî muhim digire. Mesela jin ji hev re dibêjin, "Dayika min timî digot, heger zilam dixwaze bikeve nav nîvînên te, pêşî pahniya xwe pê bide maçkirin. Bi tenê hingê ew amade ye ji ya xwe bê xwarê û tawîzan bide." Û piştre jî dikenin.

Yeşiloz beriya bi 35 salan li Swîsreyê bi cih bûye. Ji ber wergera Kurdî ew li Tirkiyeyê ketiye hepsê. Îro bi romanên xwe û bi şiroveyên xwe hewl dide di navbera du çandan de bibe pirek, qet nebe ev hizra wî ye û ya ku Swîsrî bi roman û gotinên wî pê dihisin jî ev e.

Di romana wî ya nû de Pina ji gundekî bi navê Samhirada ye, 3890 kîlometroyan dûrî Zurichê. Ew xwendekar e, lê ji ber ku dibe penaber rewşa wê diguhere. Axir ew li Elsa ya pîr miqate dibe. Pêşî herdu xwe ji pêşhukmên xwe dişon û paşê gelekî baş li hev dikin. Di dawiya romanê de Elsa wê bimire, lê hicwa Yeşiloz timî dike ku xwendevan bikenin. Romana Yusuf Yeşiloz, "Nelkenblatt" ji Limmat Verlag derçû ye û li ser 156 rûpelan çîroka xwe dibêje.

ZURICH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.