Hezar û 300 qaçaxçiyên mirovan girtine 

Sêşem 10 Çile 2023 - 00:26

Hikûmeta Yewnan ragihand ku di nava sala 2022’yan de li ser sînorê Tirkiyeyê wê hezar û 300 bazirganên mirovan girtine.

Li Yewnanistanê ku yek ji rêgehên bingehîn ên derbasbûna welatên rojavayê Ewrûpayê ye, daneyên li ser têkoşîna li dijî qaçaxçitiya mirovan hatin eşkerekirin. Wezîrê Parastina Welatiyên Yewnanistanê, Takîs Theodorîkakkos ji radyoya Skaî re got, sala 2022’yan tenê li nêzî çemê Merîçê yê li ser sînorê Tirkiyeyê hezar û 300 qaçaxçiyên mirovan hatine girtin.

Wezîr diyar kir ku heman salê 256 hezar penaber hatine astengkirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara mirovên ku sala 2022’yan de hewl dan bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bibin li gorî beriya bi salekê, du qatan zêde bûye û bûye 18 hezar û 800. Ev hejmar sala 2021'ê 9 hezar û 157 kes bû.

Yekîneyên ewlekariyê yên Yewnanistanê bi piştgiriya hêzên parastina sînor ên Yekîtiya Ewrûpayê li sînorên bejahî û deryayî tedbîrên hişk û derveyî qanûnan jî werdigirin. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hikûmeta Yewnan sûcdar dikin ku mirovên ji bo jiyaneke ewle dixwazin biçin Yekîtiya Ewrûpayê, bi rengekî neqanûnî li Tirkiyeyê vedigerîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.