Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas de...

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Çile 2023 - 05:57

  • Sînemavan Jonas Mekas, bi hizr û ramana “hûrik hûrik dagir tûrik” tevdigere û tiştên ku digire, berhev dike û paşê jî ji van dîmenan, berheman ango filman derdixe holê. Tiştên piçûk û ji rêzê bala wî bêhtir dikişînin.

ARDÎN DÎREN

 

“min ji xeynî birînên xwe ti tişt nîşanî we neda.” (Jean Cocteau)

 

Jonas Mekas, bi dirûşmeya “berê me li rojê ye, ne li pereyan e!” qeyd û zincîrên sînemayê yên ku sinemaya Hollywoodê li ser derhêneran ferz dike, diqetîne û di vî warî de sînemagerekî têra xwe degel e. Di meydana sînemayê de yên wekî wî xwedî helwêst kêm bûn. Berê wî li ronahî û azadiyê bû. Ruhê wî ji sînemaya “mezin” diçû û wî qet ji filmên ku xelkê ew “bêhempa” dihesibandin, hez nedikir û heta jê dihat ji wan filmên “bêhempa” yên ku bi senaryoyê dihatin çêkirin, dûr diket. Jixwe, wî digot divê senarîst hemû werin kuştin, belkî wê çaxê sînemaya Emerîkayê ji nû ve rabe ser piyan! Wî dida ser şopa helbestvan û sînemagerê Fransî Jean Cocteau û dixwest kamerayê weke qelemê bi kar bîne. Ber bi salên 1970’yî ve di nav nifşên BEATê yên li Emerîkayê de dengê wî bilind dibû. Hunermendekî şareza bû û di gelek warên hunerî de berhem diafirandin. Helbestkar, sînemavan, rexnegir bû lê ji hemûyan bêhtir jî wekî fîlozofekî bû. Jiyaneke wî ya mutewazî, nefspiçûk hebû û ti pergal qebûl nekiribû. Heger di sînemayê de serbixwebûneke bê qisûr hebe, meriv dikare bibêje, Mekas di vî warî de yê herî bêqisûr bû! Azad bû, ji lewma wî guh nedida şîretên çêkerên filman û li gorî hestên xwe tevdigeriya. Filmên wî ti carî nediketine kemîna çêkeran, lewra filmên wî derb nedixwarin. 

 

Ji çêker û senarîstan dûr bû

Li gorî çêkeran yan jî kesên bi pereyan rê nîşanî sînemavanan didan û digotin, “sînemayeke li gorî nihêrîna me çêkin” tevnedigeriya. Ji deshilatdariya çêkerên filman û ji senarîstan dûr disekinî, li sînemayeke ku ti carî li ber berjewendiyan serî danetanî, dihizirî. Beriya her tiştî wî bi ya xwe dikir û li gorî dilê xwe sînema çêdikir. Fikr û ramanên wî di ser her tiştî re bûn û wî ew hizrên xwe yên li ser sînemayê esas digirtin.

Ji ber ku wî û çêkeran re li hev nedikir di sala 1962’an de tevî çend hevalên xwe “Kooperatîfa çêkerên filman” ava kir. Wî her wiha di sala 1960’î de arşîva herî mezin a filmên avant-garde (pêşeng) ya bi navê “Anthology Film Archives” ava kiribû. Mekas ji çêkirina arşîvan gelekî hez dikir û di vî warî de jî xebatên wî yên gelekî baş hene. Heta ku wî sala 2019’an ji vê dinyaya gewrik xatir xwest û çû jî bi arşîvên sînemayê dadiket û ji bo wî arşîvên sînemayê weke bihişta baqî bûn û wî di wê bihiştê de xwe bextewar hîs dikir.

Ji ber van sedeman Mekas, ji bo sînemaya serbixwe, ji bo hunermendên avant-gard û komên piçûk yên dixwazin bi sînemayê re mijûl bin, kesekî pirr girîng e. Wî rê nîşanî gelek kesan daye û xwestiye ew kes ruhekî azad biafirînin.

 

Li derveyî şaristaniyê!

Mekas, di sala 1922’yan de li Lîtvanyayê ji dayîk dibe. Ji ber zilma Nazîyan jiyana wî demeke dirêj di nav koçberiyê de derbas bûye. Heger em bi gotina wî rave bikin, “Şaristaniyê her tim ew ji mala wî dûr xistiye û ji xaniyê wî avêtiye derve!” Heta sala 1946’an ango demeke dirêj jî di kampên Nazîyan de dîl maye. Lê piştî demekê, wî bi awayekî xwe ji wan kampan xelas kirye û di sala 1949’an de li Emerîkayê bi cih bûye. Piştî ku li Emerîkayê bi cih dibe, di bin şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomîne. Lê dîsa jî ew nakeve xefika Hollywoodê û hêleke serbixwe ya sînemayê nîşanî xelkê dide. 

 

Hûrik hûrik dagir tûrik...

Mekas, xwe bi rêya sînemayê careke din vedijîne. Zêde ji sînemayê hez dike. Destpêkê, bi deyn kamerayeke piçûk ya 16mm dikire û dest bi girtina dîmenan dike. Ji kamerayên 16 mm gelekî hez dike, ruhê wî bi van kemarayan ve ye û nexasim dîmenên xwe bi van kamerayan digire. Helbet bi zanebûn terciheke wisa dike. Zêdetir li ser jiyana xwe ya rojane disekine û dikeve dû “kêlî”yên rojane yên jiyanê. Meriv dikare bibêje sînemaya wî “sînemaya kêliyan” e. Bi hizr û ramana “hûrik hûrik dagir tûrik” tevdigere û tiştên ku digire, berhev dike û paşê jî ji van dîmenan, berheman derdixe holê. Tiştên piçûk û ji rêzê bala wî dikişînin û ew li ser van tiştan hûr dibe. Ji tiştên “mezin” hez nake! Mekas, tenê filman jî çênake, ew di heman demê de dildarê sînemayê ye. Bi her hêla sînamayê re mijûl e. Kovaran derdixe, li ser sînemayê dinivîse, arşîvên filman çêdike, sînematekan ava dike, alîkariyê dide derûdora xwe, helbestan dinivîse, û muzîkjeniyê dike. Lê cihê sinemayê li cem wî di ser hemûyan re ye. Ew ji bo dîmenên wî bixwe girtine, dibêje, “hewrik” yanî “bermayî”. Yanî wî hewrikên (dîmenan ên) nava jiyanê yên ku kesî guh nedaye wan, girtine, ji xwe re kom kirine û ji wan hewrikan sînemayeke bi ekl û çêj ava kiriye. Mekas, ji filmên xwe re dibêje “filmên hewrikî”. Her roj dîmenên tiştên piçûk û kurt digire û van dîmenan li gel xwe komî ser hev dike. Ev kêlî û bermayiyên wî, paşê dibin film û belgefilm. A rast, ew ji hûrgiliyan û ji kitekitên nava jiyanê hez dike û li dû wan diçe. Gelek sînemavanên avant-gard di bin bandora Mekas de mane, ji hêz, bawerî û hezkirina wî ya sînemayê sûd wergirtine. 

 

Filmên wê yên navdar

Çend filmên wî yên ku tên zanîn ev in; Guns of the Trees (Sîlehên daran; 1961), Walden (1969); Lost, Lost, Lost (Wenda, wenda, wenda; 1975), Reminiscences of a Journey to Lithuania (Bibîranînên rêwîtiyeke ber bi Lîwanyayê ve; 1972), Zefiro Torna (1992), û As I Was Moving Ahead Occasionally I Saw Brief Glimpses of Beauty (Gava ku ez bi pêş ve diçûm, min carinan çirûskên kurt ên bedewiyê dîtin; 2000). Wekî din jî bi dehan film û belgefilmên ku wî girtine hene.

 

Manîfestoya dijber a sînemayê

 

Jonas Mekas di 11’ê Sibata sala 1996’an de bi navê “Li hember 100 salên sînemayê manîfestoyeke dijber” hazir kir û weşand. Beşek ji manîfestoya Jonas Mekas ya xurt wiha ye:

Derhêner hemû bi pey torbeyê pereyan ketin!

Çawa ku em dizanin, her tişta li ser rûyê vê dinyayê, Xwedê afirandiye. Xwedê wiha pê bawer bû ku ev dinyaya afirandiye tevî her tişta tê de, dinyayeke bêhempa bû! Wênesazan, helbestvanan û muzîkjenan bi stranan afirandina van tiştan pîroz dikir û her tişt bi qaydeyekî bi rê ve diçû, lê rastî ne wiha bû. Hin tişt kêm bûn. Beriya sed salan xweda biryar da ku kamerayê bafirîne. Biryara xwe bi cih anî afirand jî. Paşê jî derhênerê sînemayê afirandin û ji wan re got, “Aha ji we re kamera, ev amûreke sînemayê ye û niha herin ji xwe re filman çêkin; hebûn û xweşikiya giyanên xelkê, xewnên xelkê nîşan bidin. Her wiha ji van tiştan zewqê bigirin.” Lê şeytan qet ji vê yeke razî nebû. Ji lewre jî telîsekî bi dev ve tijî pere danî ber kamerayê û ji derhêneran re got, “Hûn dikarin bi saya serê vê amûrê pereyan qezenc bikin, hûn çima diçin xweşikiya gerdûnê û giyana wê pîroz dikin?” Hûn dixwazin bawer bikin û diwwazin jî bawer nekin, derhêner hemû bi pey telîsên pereyan ketin. Paşê, Xwedê bi xwe hesiya ku wî xeletiyeke mezin kiriye. Piştî 25 sal di ser kifşa sînemayê re derbas bûn, wî xwest vê xeletiya xwe sererast bike. Ji lewma jî derhênerên serbixwe yên avant-garde afirandin û gote wan, “Aha ji we re kamera. Rahêjin vê kamerayê û berê xwe bidine gerdûnê û ji xwe re li xweşikiyê binihêrin, bistrên û ji vî karî kêfê bigirin. Lê gava we wisa kir, hûn ê gelek zehmetiyan bibînin û hûn ê ti carî bi vê amûrê pereyan qezenc nekin.”

Ti kes behsa sînemavanên serbixwe nake!

Li her çar aliyên cîhanê û muzexaneyan salvegera sedsala sînemayê pîroz dikin û bi  hezar dolaran pere xerc dikin ji bo van pîrozbahiyan. Li ser Hollywooda xwe dîn û har dibin, lê ti kes behsa sînemavanên avant-gard û serbixwe nake! 

Dîroka sînemayê ya rastîn veşartî ye û xwe nîşan nade. Dîroka sînemayê bi wan kesên jidil li gel hev kar dikin û ji hev hez dikin, ava dibe. Her ku projektor xebitî û wê deng derxist û kamerayên me xebitîn wê gavê sînema dest pê dike. Dostno! Bi her dengekî kamerayê re careke din dilê me bi gurmînî lê dixe...! 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.