Hewlêr li ber dagirkeriyê rabû

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:36

  • Li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat.

Li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat. Di xwepêşandanê de bang hat kirin da ku artêşa Tirk ji xaka Herêma Kurdistanê were derkirin.

Bi pêşengiya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu), Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurd li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Hewlêrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê xwepêşandan pêk hat. 

Xwepêşandêran dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Derkevin ji ser xaka me”, “Li ser xaka xwe em li dijî stemkariyê ne”, “Bakûr, Başûr, Rojhilat yek armanc û yek xebat”, “Erdogan, Erdogan, stemkarê bêwijdan” û “Artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê derkeve” hatin gotin.

Hêzên PDK’ê hewl dan pêşî li xwepêşandanê bigirin û êrişî çalakgeran kirin. Hêzên PDK´ê telefonên rojnamevanan jî ji wan standin. Lê, çalakgeran guh neda zexta hêzên PDK´ê û xwepêşandan kir.

Xwepêşandêran xwest NY jî pêşî li êrişên dewleta Tirk bigire û bi vê armancê daxwaznemeyek dan nûneriya NY´yê ya li Hewlêrê. 

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.