Hewlêr Iraqê nas nake!

Nûçeyên Dosye

Yekşem 27 Hezîran 2021 - 01:15

  • Ger nasnameya penaberên Mexmûrê ne fermî be, wê demê Iraq bi xwe li gel PDK’ê ne fermî ye. Nûnerên wargehê dibêjin, ew ê vê yekê ji rayedarên Iraqê re bêjin û bipirsin, "gelo Iraq ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermî ye yan na."

ÎDRÎS KARA / MEXMÛR

Nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî beriya çendekê, ji medya PDK’ê re axivîbû û gotibû; “Nasnameyên ku ji xelkê wargeha Mexmûrê re hatine çêkirin, ne fermî ne û em nas nakin.” Li ser vê, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Mehmûd Manak jî bersiv da û got; “Ger nasnameyên me ne fermî bin, wê demê dewleta Iraqê li gel Hikûmeta Herêmê ne fermî ye. Wê demê Wezareta Karê Hundir, Wezareta Koç û Koçberan û NY li gel Hikûmeta Herêmê ne fermî ne û [Hewlêr wan] nas nake.”

Wargeha Penaberan a Mexmûr li quntara Çiyayê Qereçoxê, di nava sînorên navçeya Mexmûr a ser bi parêzgeha Mûsilê de ye. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê hene ku di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mane koçberî Başûrê Kurdistanê bibin.

Ji ber êrişan 7 wargeh guherandin

Penaberên Mexmûrê piştî rêyeke dirêj a tije êriş û zoriyên jiyanê, li Mexmûrê bi cih bûne. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de li aliyekî êşên mezin çêbûn ji ber ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest da, lê êşa esas mezin  a panaberan ew bû ku weke penaber jî gelek êriş birin ser wan. Di van êrişan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etrûş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê ambargo jî danîn ser wan.

Di encama vê zilmê de sala 1998’an li quntara Çiyayê Qereçoxê, nêzî navçeya Mexmûrê bi cih bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarinê û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Cihekî ku xwe bisipêrinê jî nebû û tenê ji ber dûpişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. Lê penaberên pirraniya wan ji navçeyên Şirnex û Colemêrgê tevî zor û zehmetiyan jî, li vir jiyaneke nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û wekî din hatin avakirin. Wargeh bi awayek fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûl kirin û hîn jî dibin sîwana NY´yê de ye.

Êrişa DAIŞ’ê

Di 7’ê Tebaxa 2014´an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargehê kirin. Li ser vê yekê, Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrişa li dijî Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedaneke mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tevlî vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû.
Piştî rizgarkirina wargehê û navçeya Mexmûrê, Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî, çû serdana wargehê û bi fermandarên gerîlayên HPG’ê re hevdîtin kir. Barzanî malavahiya gerîlayan kir.

Piştî çalakiya Hoqabaz êriş

Di 17’ê Tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê, berpirsyarê rêxistina îstîxbaratê ya Tirk, MÎT’ê Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê, wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan.
Rojekê piştî bûyekê, 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

Rê hatin girtin

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku ti kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber ambargo û girtina rê ya ku ev nêzî 2 salan e dewam dike, bi dehan nexweşên rewşa wan giran, nekarîn biçin Hewlêrê. Rêgirî hîn jî dewam dike. Piştî rêgiriyê gelek caran çeteyên DAIŞ êrişî wargehê kir û balafirên şer ên dewleta Tirk jî wargeh bombebaran kirin. Herî dawî 5’ê Hezîranê balafirên şer yên dewleta Tirk careke din navenda wargehê bombebaran kirin. Piştî vê careke din Mexmûr bû rojeveke sereke ya herêmê.

Statuya wî li Bexdayê ye ya Mexmûrê qebûl nake

Nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî beriya çendekê ji medya PDK’ê re gotibû; “Şêniyên wargehê ne xwedî nasnameyeke fermî ne, Iraqê yan Neteweyên Yekbûyî ti nasname nedaye wan. Ji ber ku nasname ne fermî ne.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Mehmûd Manak bi rêya rojnameya me bersiv da Dîndar Zêbarî. Mehmûd Manak despêkê da zanîn di pêvajoya penaberbûnê de gelek caran nasname ji bo xelkê wargehê hatine çêkirin û nûkirin. Manak got, wan ti carî nasname bi bertîl û gendeliyê nestandine, her tim bi amadebûna Neteweyên Yekbuyî, dewleta Iraqê û nûnerên Hikûmeta Herêmê nasname ji bo wan hatine çêkirin.

Çawa nûneriyê dike!

Mehmûd Manak di dewamê de got, ew nizanin dîplomatekî weke Zêbarî çawa temsîla Hikûmeta Herêmê dike û daxuyaniyên bi vî awayî dide: “Weke mînak, nasnameyek li Etrûşê ji bo gelê wargehê hate çêkirin, ev nasname hîn jî dimîne. Xelkê wargehê bi vê nasnameyê biçin Ewrupayê, yekser mafê penabertiyê wê bidin wan û weke panaber wê werin qebûlkirin. Ji ber ku nasname bi awayekî fermî ji aliyê NY´yê ve hatiye çêkirin.”

Nasname fermî ne

Manak got, nasnameyên wan hemû jî ji aliyê dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ve hatine çêkirin û fermî ne. Mehmûd wiha dewam dike; “Nasnameya me fermî ye, Wezareta Karê Hundir, Wezareta Koç û Koçberan û Neteweyên Yekbûyî nasname amade kirine. Heta, xwestin em bibin welatiyê Iraqê jî, lê me qebûl nekir. Me got ger em nasnameya du welatan bistînin dibe, lê ji ber ku em li pey dozekê ne û xwedî armanc in. Heta di nasnameyên me de gotibûn, her paneberek dikare bi rêya Wezareta Karê Hundir mehekê biçe dervey welat jî. Ma ku ne fermî be, wê çawa ev were gotin.”

Em bi vê nasnameyê li Iraqê digerin

Mehmud destnîşan kir ku ew bi nasnameya xwe dikarin li tevahiya Iraqê bigerin û ti kes nikare pirsgirêkekê ji bo wan çêke: “Ger pirsgirêk di rê de çêbe jî, hin kes dikin, bi destê dewleta Iraqê ti carî ev yek nehatiye kirin. Dema pirsgirêkek çêdibe jî di rêyan de, yekser rayedarên Iraqê çareser dikin.” 

Wê demê Iraq ne fermî ye tenê PDK fermî ye

Mehmûd ragihand ku ew ê li ser mijarê bi rayedarên Iraqê re biaxivin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger nasnameya me qelp be, Wezareta Karê Hundir ya Iraqê jî sexte ye. Ger nasnameya me ne fermî be, wê de Iraq bi xwe li gel PDK’ê ne fermî ye. Bi vê nasnameyê xelkê me dikare her tiştî li ser xwe qeyd bike. Em ê vê yekê ragihînin rayedarên Iraqê, emê ji wan re bêjin, gelo Iraq ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermî ye yan na.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.