Hewara xwe gihand NY’ê

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Iraqê ji Konseya Ewlekariyê xwest pê re alîkar be da ku dawiyê li dagirkeriya dewleta Tirk bîne. Wê her wiha xwest komîsyoneke lêkolînê ji bo lêpirsîna sûcên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê bê avakirin. 

Welatên endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişa li navçeya Zaxo ya Dihokê şermezar kirin. Iraqê li konseyê dewleta Tirk eşkere weke dagirker bi nav kir û xwest alîkarî pê re bê kirin da ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Iraqê bê bidawîkirin.

Nûnerên welatên endamê Konseya Ewlekariyê ya NY´ê sêşemê li New Yorkê civiyan û mijar jî komkujiya dewleta Tirk a li Perex a ser bi Zaxoyê bû. Dewleta Tirk bi topbaranê 9 geştiyar qetil kiribûn û bi dehan geştiyar jî birîndar kiribûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Hisên di civîna Konseya Ewlekariyê de ji dewleta Tirk xwest tevahiya hêzên xwe ji nava axa Iraqê derxe.

Weke dagirker bi nav kir

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Dr. Fuad Hisên di civîna awarte ya konseyê de derbarê topbarana roja 20´ê Tîrmehê ya li nav sînorên Zaxoyê de got, “Hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de lêkolîn kir û zelal bûye ku Artêşa Tirkiyê ew êriş kiriye.”

Fuad Hisên got, “Ya ku Tirkiye dike dagîrkerî ye, binpêkirina serwerî û ewlehiya Iraqê ye, û ew herweha gef e li ser yekbûna axa wê û binpêkirin e li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî jî.” Fûad Hisên wekî din da zanîn ku ti peymanên Iraqê bi dewleta Tirk re nînin ku hêzên wê li ser erdên Iraqê hebin. Û bi awayekî li gorî hiqûqa navnetweyî jî Konseya Ewlekariyê ji hebûna wê ya leşkerî ya li ser axa Iraqê nehatiye agahdarkirin. 

Fuad Hisên got, “Tirkiye rêzê ji hiqûqa navnetwewyî re û ji qanûnên taybet ên ji bo peywendiya cîrantiyeke baş re nagire.”

Fuad Hisên got, operasyonên Tirkiyê di çend salên bihorî de ziyaneke mezin gihandine welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Daxwaza alîkariya bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir

Di beşeke din a axaftina xwe de, Fuad Hisên daxwaz kir da ku ji bo derketina hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê, lihevkirineke çêbe. Hisên got, “Divê lihevkirinek hebe û li ser bingeha wê, Tirkiye tevahiya hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxe, li li nav erdên Herêma Kurdistanê çi li nav erdên Iraqê.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên her wiha xwest, êrişên di nava axa Iraqê de bi tundî bên şermezarkirin û aliyên berpirs jî bi tundî bên cezakirin.

Fuad Hisên xwesy ku komeke navdewletî bê avakirin da ku lêkolînan li ser êrişên Tirkiyê bike. Wî her wiha doza tazmînatê ji bo welatiyên Iraqê yên mexdûrê êrişên artêşa Tirk kir ji dewleta Tirk.

Herçî dewleta Tirk e, li şûna sûcên kirî qebûl bike, xwest fikra xwe bide pêş. Wê îdîa kir ku ew şerê terorîzmê dike û ew ê operasyonên xwe yên li ser erdên Iraqê dewam bike, heta ku Iraq karibe bixwe vê bike. Yanî dewleta Tirk dîsa hem diz û hem topiz bû.

Welatan êriş rûreş kir

Di civînê de nûnerên welatan êrişa li Zaxoyê şermezar kir û piştevaniya xwe ji Iraqê re dubare kir.

Nûnera Daimî yê Emerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Linda Thomas-Greenfield di civînê de got, "Washington êrişa li Dihokê şermezar dike" û "kuştina sivîlan nayê qebûlkirin. Em bang dikin ku rêz li serweriya Iraq û xaka wê bê girtin."

Nûnerê Daimî yê Meksîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Juan Gomez Robledo Verduzco jî êriş şermezar kir û got, ew hevxemê Iraqê ne.

Nûnerê Îrlandayê Brian Patrick Flynn jî êriş şermezar kir û got, êrişên li dijî sivîlan li dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Flynn daxwaz ji welatên endam kir da ku di pêvajoya lêpirsînê de hevkariya Hikûmeta Iraqê û dezgehên peywendîdar bikin.

Nûnera Fransayê li Neteweyên Yekbûyî, Nathalie Broadhurst Estival jî êriş şermezar kir û bal bire ser giringiya hevkariya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ji bo “ronîkirina bêkêmasî” a bûyerê.

Nûnera Brîtanya li Neteweyên Yekbûyî, Alice Jacobs piştevaniya xwe ji bo lêpirsîna Iraqê Iraqê kirî nîşan da û ji aliyan xwest rêzê li serwerî û yekparçebûna axa Iraqê bigirin.

Divê berpirs hesab bidin

Nûnerê Albanyayê Ferît Xoce jî got, divê berpirsyarê êrişa li dijî Zaxoyê hesab bidin.

Di civînê de herwiha Nûnera Gabonê Edwige Koumby Missambo êrişa li navçeya Zaxoyê ku di encamê de 9 kesên sivîl mirin û gelek kes birîndar bûn şermezar kir û got, "Ev kiryara tirsonek û nefret binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye."

Nûnerê Kenyayê Michael Kapkiai Kiboino êrîş şermezar kir û diyar kir, "Divê Iraq ji wê yekê were parastin ku bibe qadeke navneteweyî ku aktorên biyanî hesaban têde dikin ku zirarê digihîne ewlekarî, aramiya siyasî û pêşketina civakî-aborî ya welêt."

Nûnerê Çînê Geng Shuang jî êrişa 20´ê Tîrmehê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku Iraqê komîteyek ji bo lêkolînkirina bûyerê ava kiriye:  “Mixabin çendîn car hêzên derve bêyî rizamendiya Hikûmeta Iraqê operasyon kirine û serwerî û yekparçebûna axa welat binpê kirine û aramiya navçê xistine metirsiyê.

Nûnerê Îmarata Erebî ya Yekgirtî Mihemed Îsa Ebuşehab êriş weke binpêkirina eşkere ya Peymana Neteweyên Yekbûyî bi nav kir û got, ev êriş pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê gurtir dike.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.