Hevrêyê Egîd li ku ye?
Yekşem 15 Gulan 2022 - 21:15
- Leyla Îlhan: Piştî komkujiyê bi 2 rojan (18’ê Gulan) bavê min agahî daye hevalan. Bavê min ji hevalan re gotibû, em li gel Dawud Baxistanî ne, dema ku wê rojê dixwest xwe bigihîne hevalan, ji aliyê Baxistanî ve radestî PDK’ê tê kirin û girtin.
IDRÎS KARA /MEXMÛR
Yek ji fermandarê HRK’ê Mehmûd Afarof û 18 gerîla, milîs û xelkên sivîl ên ku niha malbatên wan li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ne, di navbera salên 1995-1998’an de ji aliyê PDK’ê ve hatine windakirin, aqûbeta wan ne diyar e. Nayê zanîn ka ev kes sax in yan jî ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin. Keça Mehmûd Afarof dibêje, êdî xiyaneta PDK’ê vegeriya dijminahiyê, “doh Komkujiya Hewlêrê, îro jî bûyera Xelîfanê”.
Di 14’ê Gulana 1997’an de dewleta Tirk bi beşdariya zêdetirî bi deh hezaran leşker û pêşmergeyên PDK’ê, li ser xaka Başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Di 16’ê Gulanê de leşkerên Tirk bi çekdarên PDK’ê re avêtin ser sazî, nexweşxane û malên welatparêzên Kurd ên li Hewlêrê.
Gerîlayê HRK’ê Mehmûd Îlhan (Mehmûd Afarof) jî di 16’ê Gulana 1997’an de di komkujiya Hewlêrê de ji aliyê PDK’ê tê revandin. Ji wê rojê ve aqûbeta wî ne diyar e. Herî dawî di sala 2002’yan de jî malbatê agahî jê girtibû, ji wê rojê heya niha PDK’ê tevî hemû hewldanan tiştek ji malbatê re negotiye. Tevî Mehmûd Afarof 18 kesên din jî ên xelkê wargeha Mexmûrê, di destê PDK’ê de ne, nayê zanîn bê ka hatine qetilkirin yan jî hîna sax in.
Mehmud Afarof yek ji fermandarê HRK’ê bû, hevrêyê Egîd (Mahsum Korkmaz) Adil, Îbrahîmê Zer û Bedran Gundikremoyan bû. Mehmûd Afarof birayê gerîlayê HRK’ê Qelender Îlhan e. Qelender Îlhan jî dema fermandarê nemir Egîd şehîd bû, birîndar bûbû. Qelender wê demê xwe radestî dijmin nekir, dema leşkerên Tirk nêzî wî dibin, pîma bombeyê dikşîne û çalakiya întiharî dike.
Leyla Îlhan keça yekî ji fermandarên HRK’ê Mehmûd Îlhan yanî Mehmûd Afarof e. Wê ji me re behsa têkoşîn û windakirina gerîlayê HRK’ê û ARGK´ê Mehmûd Afarof kir.
Koma destpêkê
Leyla Îlhan destpêkê da zanîn ku sala 1983’yan, wan weke malbat Tevgera Azadiyê nas kiriye. Wê got, “Jixwe, sala 1983’yan koma destpêkê ya gerîlayên azadiyê tên Botanê, wê demê hevalê Sertaç û fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz hebûn. Bavê min destpêkê wan nas dike, piştre heman salê bi fermî tevlî nava refên gerîla dibe.
Bavê 4 zarokan bû
Dema bavê min tevlî dibe, em 4 zarokên wî hebûn, piştî wê sala 1984’an li gundê Spêndarok ya li quntara çiyayê Cûdî, birayên bavê min Emîn Îlhan (Mûsa-dema tevlî dibe bavê 7 zarokan bû) û Qelender Îlhan (Metîn) jî tevlî nava refên gerîla dibin.
Dema bavê min û mamên min tevlî nav refên gerîla dibin, êdî dijmin zextê li malbatên me dike. Di nava salên 84-85’an de çend caran dijmin dayîka min kir nezaretê.”
Leyla diyar kir ku Mehmûd Afarof bi fermandarên nemir ên weke, Mahsûm Korkmaz, Sînanê Sor, Îbrahîmê Zer, Bedran Gundikremo û Adilan re gerîlatî kiriye.
‘Parêzvanê Rêber Apo bû’
Leyla Îlhan got, jixwe li Botanê kê gerîlatî kiribe, bavê wê nas dike. Wê da zanîn ku bavê wê sala 1989’an çûye gel Rêber Abdullah Ocalan û heta destpêka 91’an li wir bûye: “Li Akademiya Mahsum Korkmaz, berpirsyarê parastinê yê Rêber Apo bû. Dema ji wir hat, weke berpirsê Herêma Botanê, li Herêma Bestayê xebata xwe dimeşîne. Piştre diçe Xerzanê û piştre sala 1995’an tê Başûrê Kurdistanê.”
Leyla Îlhan li ser kesayeta bavê xwe dibêje, “Li gorî hevrêyên wî gotine, kesayeteke nerm bû, bi her kesî re dikarî bide û bistîne. Bi taybetî Kurdperwer bû, jê dihat heskirin û kêfxweş bû. Bi nirxan ve gelek girêdayî bû, ruhê hevaltiyê gelek li pêş bû. Hevalan ji me re digot, weke heval, bav û bira bû ji me re. Bi taybetî jî ji bo hevalên jin, rêzdariyeke wî ya bê dawî hebû. Hevaltiyek xweş dikir, fermandarek bû ku dikarî hertim bi çêkera xwe re danûstandinê bike, kar bide meşandin û gelek fedekar bû.”
Çawa hat winda kirin?
Leyla Îlhan qala girtin û windakirina bavê xwe di dema komkujiya Hewlêrê de dike: “Di 16’ê Gulana 1997’an de PDK’ê û Tirkiyê êrişî welatparêz û gerîlayên azadiyê yên birîndar ên di nexweşxaneya Hewlêrê de, kirin. Wê demê bavê min jî li Hewlêrê bû, li gorî dibêjin, piştî komkujiyê bi 2 rojan (18’ê Gulan) bavê min agahî daye hevalan. Bavê min ji hevalan re gotibû, em li gel Dawud Baxistanî ne, dema ku wê rojê dixwest xwe bigihîne hevalan, ji aliyê Baxistanî ve radestî PDK’ê tê kirin û girtin.
Me 98’ê jî agahî jê girt
Di sala 1998’an de kesek 45 rojan di hucreyê de bi bavê min re mabû, me ew dît. Wî kesî ji me re got, ez û bavê te di hepsa Akrê de bi hev re bûn.
Me gelek caran ji bo çarenûsa wî bê zanîn hewl da û pirsa wî kir. Me ji Komîsyona Mafê Mirovan ya Parlamenê pirsî, çend caran min li ser mijarê name ji serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re nivîsî, herwiha gelek hewldanên din jî çêbûn, lê tiştek derneket.
2002’yan jî sax bû!
Herî dawî di sala 2002’an de li girtîgeheke Spîlkê ya di navbera Herîr û Diyana ya li ser riya Barzanê hatibû dîtin. Ew girtîgeh ya rejîma Beesê bû, piştre jî bû ya PDK’ê. Jixwe, di sala 1998’an de baregeha dewleta Tirk li wir hebû û hîn jî li wir e. Wê demê jî me ji rayedarên PDK’ê pirsî, lê ti kesî bersivek neda me.
Bi ti awayî PDK qebûl nake bavê min di destê wan de ye. Lê heta sala 2002’yan jî bi saxî di destê PDK’ê de bû.”
Aqûbeta 19 Mexmûriyên PDK´ê revandî
Leyla Îlhan di dewama axaftina xwe de agahiyeke din a girîng dide “Di pêvajoya salên 1995-1998’an de bavê min jî di nav de, 19 kesên ku niha malbatên wan li wargeha Mexmûrê ne, di destê PDK’ê de ne. Aqûbeta van kesan jî weke ya bavê min e, nayê zanîn hatine qetilkirin, yan jî sax in. Gelek ji wan weke bavê min gerîla bûn, hinek ji wan milîs bûn û yên din jî xeklê sivîl bûn. Lê ew hemû ji aliyê PDK’ê ve hatine wendakirin û heta roja me ya îro bi çarenûsa wan nayê zanîn. Gelek ji wan di komkujiya Hewlêrê de li nexweşxaneyê yan hatine şehîdxistin, yan jî windakirin.”
‘Îro bi eşkere dike’
Îlhan balê dibe ser siyaseta PDK’ê ya wê demê û dibêje, “Ti ferqek di nava kirinên PDK’ê de çênebûye, wê demê PDK’ê di bin navê hin tiştan de digot, em neçar in hinek tiştan bidin Tirkan. Wê demê hinekî veşartî dikir, lê îro êdî PDK bi eşkere hevkariya bi Tirkan re dike. Xiyaneta PDK’ê veguheriye dijminahiya eşkere. PDK baregehek, walitiyeke dewleta Tirk e û li Başûrê Kurdistanê ye.
Kengê û li kuderê derfet bikeve destê PDK’ê, fermandar û gerîlayên Tevgera Azadiyê qetil dike. Mînaka Xelîfan û komkujiya 97’an a li Hewlêrê heman tişt in.”
‘Bi erkê xwe rabin’
Keça Mehmûd Afarof di dawiyê de xwest saziyên mafê mirovan bi erkê xwe rabin: “Şerek çêbû û xiyanet hat kirin, bi dehan kes hatin qetilkirin û ew qas jî weke bavê min ku di destê PDK’ê de ne, û winda ne. Bêdengiya wan, nîşan dide ku dîlên şer ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin. Banga me ev e, pêwîst e saziyên navneteweyî bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin. Heger Komîteya ji Aştiya Civakê (CPT) heye, divê hesab ji PDK’ê bipirse, ji ber ku bi sedan girtiyên di destê PDK’ê de, hatine qetilkirin.”
Kronolojiya Komkujiya Hewlêrê
Du rojan beriya komkujiyê, di 14’ê Gulana 1997’an dewleta Tirk bi beşdariya dehhezaran leşker ku pêşmergeyên PDK’ê, li dijî Başûrê Kurdistanê, li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir.
Hinek rayedarên artêşa Tirk wê demê di çapemeniyê de gotin, PDK´ê ji Tirkiyeyê xwestiye li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi êrişê bike.
Li gorî hin çavkaniyên agahdar, roja destpêkirina êrişa dewleta Tirk, Mesûd Barzanî li gel rayedarekî PKK’ê yê Başûr civiyabû. Mesûd Barzanî di civînê de bi gora bavê xwe Mela Mistefa sond xwar ku ew ê tevli êrişa dewleta Tirk nebin.
Lê du roj piştî wê civînê, yanî 16’ê Gulana 1997’an komkujiya Hewlêrê pêk hat. Hêzên PDK’ê bi awayekî hemwext êrişî Nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) ya ser bi Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK), êrişê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran ev sazî gulebaran kirin. Di êrişan de gelek mirovên bêparastin şehîd bûn. Pêla kirina nezaretê û girtinê ya piştî êrişê dan destpêkirin, bi mehan dewam kir.
Li gorî belgeyan, di komkujiya Hewlêrê de, 83 kesên birîndar, rojnamevan, siyasetvan û hunermend jî di nav de hatin qetilkirin yan jî wendakirin. Ji kesên hatine windakirin û qetilkirin 20 jê rojnamevan bûn. Heta niha jî nayê zanîn kesên di komkujiyê de wenda bûne, gelo hatine şehîd kirin yan sax in û di girtîgehan de ne?
Cenaze li bin rê hatin veşartin
Li gorî agahiyan, cenazeyê beşek ji şehîdên vê komkujiyê li ser rêya Hewlêr-Mexmur ku weke Kargeha Qîrê tê zanîn, hatine veşartin.
Piştî salên 2000’î, malbatên şehîdên komkujiyê ji bo ronîkirina komkujiyê û zanîna çarenûsa cenazeyên zarokên xwe, gelekî hewl da. Sala 2010’an jî Komeleya Qurbaniyên Şer hat damezrandin û dest bi karkirina li ser vê komkujiyê kir.
Sala 2011’an jî Komisyona Mafê Mirov a Parlamena Herêma Kurdistanê bi daxwaznameyekê ji Wezareta Karên Hundir a Herêmê xwest ku çarenûsa qurbaniyên komkujiyê eşkere bike.
Sala 2012’an jî Wezareta Karên Hundir a Herêmê di beyanameyekê de bi awayek fermî îtîraf bi komkujiyê kir û da zanîn ku kesek ji wê komkujiyê sax nefilitiye. Lê cihê ku cenaze lê hatine veşartin, eşkere nekir û zelal nekir kê ew qetil kirine û çawan hatine qetilkirin.
20 rojnamevanên şehîd ên komkujiyê
Navê her 20 rojnamevanên di komkujiya Hewlêrê de hatine qetilkirin û wendakirin ev in:
Gelawêj Kemal Hesen, bi nasnav Rewşen, sala 1971’an li Silêmaniyê hatiye dinê.
Îsmaîl Ebdullah, bi nasnav Aram Şeqlawe, sala 1972’an li Şeqlawe hatiye dinê.
Serkewt Xaneqînî, sala 1972’an li Xaneqînê hatiye dinê.
Receb Mihemed Salih, bi nasnav Goran, sala 1971’ê li Kelarê hatiye dinê.
Şiwane Hemelaw, bi nasnav Rêbaz di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
Azad Mihemed, bi nasnav Kemal sala 1971’an li Rewanduzê hatiye dinê.
Bekir Dogan, bi nasnav Numan, sala 1968’an li Ruhayê hatiye dinê.
Ronî Melazgir, sala 1978’an li Melazgirê hatiye dinê.
Nahîde Hemesalih, bi nasnav Ruken, sala 1971’ê li Silêmaniyê hatiye dinê.
Ciwan Şêxo, bi nasnav Huner, sala 1965’an li Dêrikê hatiye dinê.
Gunay Geçilmez, bi nasnav Ronahî, sala 1971’ê li Markazê (Bazarcixê) hatiye dinê.
Idrîs Elî Mihemed, bi nasnav Azad, sala 1973’an li Pêncwênê hatiye dinê.
Şêx Kameran Hîranî, sala 1968’an li Hîranê hatiye dinê.
Mihemed Nadir Gezneyî bi nasnav Xogir, sala 1970’an li Hewlêrê hatiye dinê.
Roza Yusif, bi nasnav Roza Cudî, sala 1969’an li Dirbesiyê hatiye dinê.
Yûsif Xalid Necîb, bi nasnav Murad, sala 1973’yan li Silêmaniyê hatiye dinê.
Hamid Berzencî, bi nasnav Kawe, sala 1973’yan de li Kerkûkê hatiye dinê.
Gelawêj Arif Mehmûd, bi nasnav Berxwedan, sala 1975’an li Silêmaniyê hatiye dinê.
Perî Osman Mihemed, bi nasnav Peyam, sala 1973’yan de li Silêmaniyê hatiye dinê.
Mêrxas Serêkaniyê, sala 1970’yî li Serêkaniyê hatiye dinê.