Hevrê Şoreş bi xiyanetê şehîd bû

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 03:15

HPG'ê ragihand ku Şoreş Zêwkî li Serhedê di encama xiyanetê de şehîd bû û got:"Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Ewladê serbilind ê xelkê me yê Botanê yê welatparêz, milîtanê fedaî yê Apoyî yê partiya me hevrêyê me Şoreş Zêwkî di 11'ê Mijdara 2023'an de li Serhedê di encama xiyaneta kesekî de şehîd bû. Kesê ku bû sedema şehadeta hevrêyê me Şoreş hate girtin, hesab jê hate pirsîn û tol hate hilanîn. Hevrêyê me Şoreş ji bo doza azadiyê ya welatê me û gelê me bû şoreşger, di vê rêyê de bêteredût meşiya û bû milîtanê vê rêyê. Hevrêyê me Şoreş ku eşqa xwe ya azadiyê li çiyayan neqişand, da pey xeyalên xwe, hunera milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir û bû milîtanekî cihê hurmetê. Bi kedkarî û fedakariya xwe xwe hewl da. Bi wêrekiya xwe ya bilind di serî de Bakurê Kurdistanê li kîjan deverê pêwîstiya şoreşa me hebû li wê derê bû û serxistina wezîfeyên xwe ji xwe re kir esas. Hevrêyê me Şoreş bi hezkirina ji gel û welatê xwe, bi dilsoziya bi armanc û hevrêtiya xwe, bi wêrekî û şoreşgeriya xwe ya mînak wê timî bibe rêber ji hevrêyên xwe re. Em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Şoreş bi ser bixînin. Di serî de malbata wî ya hêja em sersaxiyê ji eşîra Zêwkî ya welatparêz û ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Şoreş li nava malbateke welatparêz a baskê Zêwkî yê Ertûşiyan jidayîk bû ku yek ji eşîrên herî qedîm ê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a mêtinger gundê wan şewitand, tevî malbata xwe koçî Wanê kir û li vir mezin bû. Di sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şoreş ku di vê pêvajoya dîrokî ya gelê me de haya xwe ji konsepta tasfiyekirinê ya dijmin a li ser gelê me hebû, xwe bi temamî da têkoşînê û bawer kir ku bi vî rengî dikare bersivê bide vê pêvajoyê. Li ser vê bingehê li herêma Serhedê têkoşîneke çalak, têr û tijî derbas kir. Bi sekna xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniya Apoyî de, bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya kedkar bû gerîlayekî azadiyê ku ji hevrêyên xwe re bû mînak."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ne:

Şoreş Zêwkî (Sercan Erkol), li Wanê jidayîk bûye, 11’ê Mijdara 2023’an li Serhedê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.