Hevrê Çekjîn bi fedayîtî şer kir

Sêşem 6 Sibat 2024 - 02:35

HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna hevrê Çekjîn bi serketinê tacîdar bikin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Ji milîtanên pêvajoya berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrêyê me Çekjîn Anûş 30'ê Îlona 2023'an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bû. Ji milîtanên hêja yên partiya me PKK'ê ku bêrawestan têdikoşe û azadiya gelê me di ser her tiştî re dibîne, hevrêyê me Çekjîn di vê oxirê de bi rengekî fedaî şer kir. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li Kurdistanê azadî û serketin tenê bi fedakariya li ser xeta fedaîtiyê dibe, heta hemû hucreyên xwe dilsozê vê yekê ma. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Çekjîn, bila serê xelkê me yê Bazîdê û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Hevrêyê me Çekjîn li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Çekjîn di nirxandineke xwe de got, 'Divê tola dîrokî ji dijmin bê hilanîn, ku careke din bi pey xeyalên mêtingeriyê ya li hemberî gelê me nekeve'. Bi vê gotinê îdîa û biryardariya xwe nîşan da. Bi sekna li hemberî êrîşên dijmin û çalakiyên xwe, li gorî vê îdîaya xwe tevlî bû û weke milîtanekî Apoyî yê cewher û gotina wî hevgirtî, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi sekna xwe ya milîtanî, bi tevlîbûna xwe ya fedaî, bi hevrêtiya xwe ya xurt û ji dil cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Çekjîn bi ser bixînin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye bi vî rengî ne:

Çekjîn Anûş (Adnan Temel), li Bazîdê jidayîk bûye, 30’ê Îlona 2023’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.