Hêviya xwe mezin bikin
Şemî 20 Sibat 2021 - 01:07
- Sebahat Tuncel di warê berxwedana li zindanan de got: Bi biharê re em ê hêviyên xwe mezin bikin. Em ê hem li dijî polîtîkayên tecrîdê û hem jî li dijî polîtîkayên şer azadiyê bixwazin, berxwedan û têkoşînê mezin bikin.
Grevên birçîbûnê yên bê dem û bi dor ket roja xwe ya 86’an. Girtî jî peyaman didin û dibêjin wê têkoşînê bidomînin. Yek ji girtiya ku ket greva birçîbûnê Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel bû. Sebahat a nêzî 4 sal in girtî ye û niha li zindana Kandira ya Kocaeliyê ye, di koma sisiyan de ketibû greva birçîbûnê.
Sebahatê di salvegera 15'ê Sibatê de kompşo û grevên birçîbûnê yên niha li girtîgehan şirove kir.
Sebahatê di bersivên xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk di çarçoveya înkar û qirkirinê de polîtîkayên xwe li dijî Kurdan dimeşîne û ji lewra kîjan hukûmet jî bibe desthilat li ser heman xetê siyasetê dike û ev jî dike ku Kurd her tim li ber vê siyaseta qirkirinê rabin û got: “Dewleta Tirk bi salan e li dijî daxwazên kurdan ên azadî, nasname, ziman, çand û hunerê polîtikayên xwe yên înkar, îmha û pişaftinê pêk tîne. Lewma îqtîdar biguherin jî ev polîtîkayên dewletê naguherin. Kurdan li dijî vê têkoşîn dane û gelek raperîn di dîrokê de qewimîne.
Di polîtikayên navneteweyî yên dewletê de jî polîtikayên li dijî kurdan hene. Bi taybet li Îran, Iraq û Sûrî ji ber diplomasiya dewleta tirk ji bo kurd qedera xwe tayîn neke astengiyan derdixin. Anîna Birêz Abdullah Ocalan jî encama van polîtikayan e. Naxwazin kurd qedera xwe tayîn bikin. Têkoşîna Birêz Ocalan a pûçkirina vê komployê nehiştiye komploger bigihêjin armanca xwe.”
Têkoşîn hebe moral heye
Sebahatê li ser çalakiya girtiyan a li zindanan, çalakiya Leyla Guven a di mijdara 2018'an de li dijî polîtîkayên tecrîdê, ji bo meseleya kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin bi bîr xist û anî ziman ku wê demê, piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojî hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hatiye, lê dewlet paşê yekser ji ya xwe hatiye xwarê û got: “Hukûmetê bi polîtîkayên kêfî mafên qanûnî tine hesiband. Di vê pêvajoyê de CPT rapor eşkere kir. Di raporê de bi taybet hat gotin li Îmraliyê rejima hiqûqekî taybet tê meşandin. Lê dewletê guh neda û tecrîd kûrtir kir. Ji bo bidawîkirina polîtikayên li dijî kurdan, ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên li girtîgehan û tecrîdê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ku derê têkoşîn hebe moral jî heye. Lê belê bi hinceta pandemiyê çalakiyên hevpar û nedîtina hevdu dibe sedema pirsgirêkên cidî. Nexasim vê sala dawî mafê girtiyan hemû têne binpêkirin. Îqtidara dibêje hayat ev e, hewl dide me di hucreyan de tecrîd dike. Hevalên me yên dikevin greva birçîbûnê jî dixe lêpirsînê û ceza li wan tê birîn. Di dema pêvajoya grevê de ji aliyê îdareyê ve tu kontrola tendirustiyê jî nayê kirin. Lê belê tevî vê têkoşîna li zindanan girîng e.”
8ʼê Adarê û Newroz li pêşiya me ne
Sebahatê ji bo dema bê jî weha got: “Li pêşiya me 8'ê Adarê û Newroz hene. Sala borî ji ber pandemiyê pîrozbahî nehatin kirin. Îqtidar li kuçeyan her xebata xwe dide meşandin. Lê belê li kuçeyan nahêle muxalefet çalakiyan bike. Îsal jî em di nava şertê pandemiyê de 8'ê Adarê û Newrozê pêşwazî dikin. Di vê pêvajoyê de me pêwistiya maf, azadî, demokrasiyê bêtir fam kir. Loma em ê di biharê de bi hev re hêviyên xwe xurt bikin. Li dijî qetilkirina xwezayê, li dijî zextên li ser azadiyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
JINNEWS/ENQERE