Heta azadiyê em ê têbikoşin

În 9 Sibat 2024 - 00:22

Ji beşdarên Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû got, "Di mijara misogekririna azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan de biryardariyeke mezin heye. Ev meş jî beşek ji vê biryardariyê ye."

Parlamenter Ayten Kordû li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Li her devera ku em jê derbas dibin, ji aliyê gel ve bi coşeke mezin têne pêşwazîkirin. Bi rastî jî me hêz û moraleke mezin wergirt. Weke ku tê zanîn girtî di greva birçîbûnê de ne, bi pêşengiya xizmên girtiyan jî Nobeda Edaletê dewam dike. Di mijara azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan de biryardariyeke mezin heye. Ev meş jî beşek ji vê biryardariyê ye. Bi taybetî jin û dayikên me bi kelecaneke mezin me pêşwazî dikin."

Tecrîd, tecrîdkirina mafê me ye

Kordû ragihand ku jin pêşengiyê ji vê meşê re jî dikin û got, "Domdarkirina tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Tecrîdkirina mafên me ye. Ya rast, girtîgeheke mezin hatiye afirandin. Em hem ji bo azadiya xwe, hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan vê têkoşînê dimeşînin. Dema ku tecrîd bi dawî bû hingî wê çareseriya demokratîk destpê bike. Ji ber vê yekê azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan divê teqez bê pêkanîn."

Meşa me ya azadiyê ye

Kordû diyar kir ku divê maseya danûstandinan ji nû ve bê danîn, diyalog ji nû ve bê destpêkirin û got, "Em jin xweş pê dizanin ku bi danûstandin û diyalogê dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Hem ji bo azadiya xwe, hem ji bo azadiya Birêz Ocalan hem jî ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê em ê vê Meşa Mezin a Azadiyê heta dawiyê dewam bikin. Em hemû zanin ku meşa me ya azadiyê ye. Em ê vê meşê teqez bi ser bixînin. Em ji vê bawer dikin. Bi moral û hêzeke mezin em tevdigerin."

Armanca Ocalan ji gel tut bikin 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş û Gulderen Varli ên ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, têkildarî girîngiya meşê û eleqeya gel axivîn.  

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş destnîşan kir tê xwestin ku bi tecrîda 25 salan dom dike têkiliya gel a bi Rêber Abdullah Ocalan re bibirin. Guneş da zanîn ku li gel dema ku derbas bûye, dewlet bi tecrîdê negihiştiye armanca xwe û wiha axivî: “Jixwe tecrîd di nava gel de hatiye şikandin. Em ji ber wê dibêjin ‘Azadiya fizîkî’. Birêz Ocalan ev 25 sal in girtî ye lê belê fikr, raman û paradîgmaya wî di nava gel de dijî, zindî ye, li vê derê ye. Li her derekê xwedîderketineke mezin heye.” 

Çareserî bi şikandina tecrîdê dibe

Guneş da zanîn ku her cihê ku ew diçinê, bi biryardariyeke mezin tên pêşwazîkirin û anî ziman ku her kesek nerazîbûna xwe ya li dijî zilm û tecrîdê tîne ziman. Guneş diyar kir ku ew di roja 4’emîn a meşê de çûn serdana goristanên 19 jê zarok, 34 kesên di sala 2011’an de li Qilebana Şirnexê bi balefirên şer ên F-16’an hatine qetilkirin û wiha axivî: “Roboskî birîneke kûr a kurdan e. Lê belê dayikeke Roboskiyê wiha bang li dayikên leşker û polîsan kir, ‘Bila êdî ev zilm bi dawî bibe, bila aştî were vê axê’. Di vê peyamê de xwedîderketineke mezin hebû. Ev şer û xwîn dê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re were sekinandin. Li gel sed salên ku derbas bûyî pirsgirêka bi şer û înkarkirinê çareser nebû û bêhtir kur bû. Di qonaxa çareseriyê de ev meş peyamek e. Çareserî ji Îmraliyê, bi azadiya birêz Ocalan, bi şikestina tecrîdê pêkan e. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi vê re girêdayî ye.”  

Guneş anî ziman Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîne Tirkiyeyê lê îro li qada navnetewî ji bo Ocalan çalakî tene kirin û wiha pê de çû: “Tevahiya dinyayê li ser piya ye, ciwan li Ewropayê li kolanan in, girtiyên azadiyê di çalakiyê de ne, dayik di Nobetên Edaletê de ne, jin li kolanan in… Her kes nerazîbûna xwe tîne ziman, ji bo çareseriyê birêz Abdullah Ocalan nîşan dide.”  

 Meşê hêviyek mezin pêkanî 

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî anî ziman her cihê ku ew diçin daxwaza tekane rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Varlî bi lêv kir ku meşê di nava gel de kêlêcan û hêviyeke mezin daye avakirin û wiha axivî: “Dayik dîsa li herî pêş cihê xwe digirin. Jixwe daxwaza ciwanan a herî mezin aştî ye. Dizanin ku şer ji xizaniyê bêhtir tiştekê nayîne. Her kesek daxwaza xwe ya jiyana aştiyane tîne ziman.”

 Bi têkoşînê bidawî dibe

Varli da zanîn ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxabat Abdullah Ocalan e û diyar kir ku tecrîd wê bi têkoşînê bi dawî bibe. Varli dubarê got ku heya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd bi awayeke demokratîk tê çareserkirin ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha domand: “Rêya jiyaneke azad û aştiyane, pêşxistina çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Em tecrîdê bidin rakirin, çareseriya pirsgirêka Kurd bînin, di nava aştî û azadiyê de bijîn. Em bang li hemû kesên piştgiriyê didin aştî, azadî û demokrasiyê dikin; werin hûn jî di vê meşa azadiyê de deng bidin dengê me.  Em bi hev re welateke hêjayî jiyanê bi hev re biafirînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.