‘Hestên şermê ji holê ranabin’

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Îlon 2022 - 22:00

  • Bi ya min ruhê ti zemanî nikare, hestên şermê ji holê rake. Çawa ku heta jiyana mirov hebe, civak jî wê hebe, heta ku şoreşger, hunermendên biesil, oldarên paqij hebin, hestên şermê jî wê hebin. Ji ber vê dibêjim, felata mirovahiyê wê bi hestên şermê be.

ARDÎN DÎREN

Ciyê tîtirwaskan her çiqas ne zindan, qeyd û zincîr bin jî carna ew jî bi bêbextiyan re rû bi rû dimînin û dikevin qefesê! Lê ya girîng ew e ku mirov li asîman û asoyên bê dawî bifikire û xwe siwar bike li ewrên ku dimeşin.

Helbestkar erd. agron jî ku “bûtikekî fitiqî yê sêdaran” ê vê serdemê ye, ji “dîwarên qalind ên bê pencere” yên generalên tirsonek, bi saya helbestê per û baskên nû çêdike û ber bi asîmanên şîn difire. Bi hêza helbestê xwe di ser dîwaran re diavêje. Helbestên xwe dixe bin çengên xwe û li ewrên reş û giran siwar dibe û barana helbestê bi ser ruhê me de dibarîne. Erd. agron weke girtiyekî azadiyê yê ku 20 sal in di hepsê de ye, serê xwe bi wêje û helbestê diêşîne û di vî warî de kesekî berhemdar e. Cara yekê bi pirtûka xwe ya “Dîwana Hestiyan” bû mêvanê xwînerên helbesta Kurmancî. Her wiha wî pirtûka Asli Erdogan a bi navê “Avahiya kevirî û ên din” jî wergerandiye Kurmancî. Agron herî dawî dîsa xwe li helbestê girêdaye û pirtûka bi navê “Dîwana Şermê” nivîsandiye ku tê de helbestên bi qîmet hene.

Me bi erd. agron re derbarê gotina “wêjeya zindanê”, helbestên “dîwana şermê” û xebatên wî yên li ser sînemayê de peyivî. Agron jî tûrikê xwe yê tije ji me re vala kir û pirsên me bersivandin.

Biyografiyek te ya balkêş heye. Ez meraq dikim, Agron û xwişkên xwe çima ji xeynî xwedawenda axê pêştir ji kesî re rêzê nagirin?

Serdem serdama ku pergala Olîmposê nû nû tê sazkirin e, ji bo ku serwer bibe weke her qonaxa şaristaniyê, ev pergal jî pêdivî bi navend û bîata derûdorê dibîne. Zeûs li cihê bavê xwe rûniştiye, merivên xwe hemû ceza kirine. Xweda û xwedawendên nû diafirîne. Li Olîmposê Xanedana xwe û hevkarên xwe bi rêxistin dike. Şer û pêvçûnên carcaran jî meseleyên malbatî ne, divê ku meriv mezin nebîne. Ji Xweda û Tîtanên kevin bi tene Prometeus maye. Ew jî hatiye zincîrkirin.

Çîroka Agron û xuşkan jî ji vir û pê de dest pê dike. Ew tene dixwazin cotkariya xwe li ser axa xwe bidomînin, bi çanda xwe û bi baweriya xwe bijîn. (Ma çîroka Agron ne çîroka me Kurdan hemûyan e) Belkî bi tevr û bêran nîn e, lê li hember hişmet û azameta pergala Olîmposê serhildanek e.

Ma îro jî bi rengê xwe yê hilberînê, bi zimanê xwe, bi çand û baweriya xwe li ser axa xwe mayîn jî nayê qebûlkirin. Niha jî em dibînin me û xuşkên me îşekî ji serê xwe mezintir kiriye, helbet em ê bên cezakirin.

Te di “Dîwana Şermê” de pêşgotinek dirêj nivîsiye, tu çima gotina “wêjeya zindanê” qebûl nakî?

Bi ya min tiştek yan wêje ye yan jî ne wêje ye. Yanî wêjeya derve, wêjeya zindanê, wêjeya Amedê, wêjeya Wanê nîne. Erê wêje li ser esasê ziman, li ser esasê tercîhên îdeolojîk û helwêstên polîtîk-felsefîk ji hev vediqete. Lê li ser esasên mekan ji hev venaqete. Ez bawer dikim, girtî jî ya bi Kurdî yan jî bi Tirkî diaxivin. Têgehên weke zindanî, wêjeya zindanê lêrûniştinekê bi min didin hîskirin. Weke navlêkirina “kader mahkumları”. Tu dibêjî qey pejirandina dîwar û deriyên ketine navbera me ye. Halbukî, girtiyê polîtîk ê ku bi berhemekê xwe digihîne derve, dîwar û deriyên navbera xwe û te ji holê radike. Ji ber ku dile wî li derî û dîwaran, li mesafeya navbera xwe û te rûnanê, vê rêbaza afirîneriyê diceribîne. Ev berhem ne gerdeniyeke bi destan hatiye çêkirin û ne qewlikekî çaqmakan ê ji morîkan e. Dema ku tê derve, weke helbest, çîrok, roman û lîstika şanoyê tê derve. Bêguman wêjê ye, huner e. Dikare bi çi were pîvan? Bi pîvana başî û xirabiyê (ji hela vegotinê, vehandinê û hwd. ve) Encam jî dê ew berhem yan berhemeke baş û xweş be yan jî berhemeke nexweş û xirab be. Bi mekan binavkirina wêjeyê, her kes jî dizane xelet e. Rewşa heyî tu bivênevê pejirandin û navlêkirina “Kader mahkumu” bi xwe re tîne. Divê ku mirov hay jê hebe. Wêjeya Kurmancî-Kurdî heye û di nava xwe de jî pirr pêwîst be bi bizavan dikare were sinifandin. Ewqas. Ji derveyî vê navlêkirinên din hemû bi ya min dê xelet bin.

Tu di serê pirtûka xwe de dibêjî, em “bûtikên sêdaran yên ku fitiqîne” yanî nifşê îro, li ser riya avakirina “ekola berxwedanê” yan jî “wêjeya şoreşê” çiqasî afirîner in? Ma dibe ku meriv vî barî tenê li pişta hepsiyan bar bike?

Na, tabî. Divê ku ev bar tenê li ser pişta girtiyan neye hiştin. Hêla wê ya zindanê heye, ya çiyê heye, ya derve heye, ya diasporayê heye. Şikir ji xwedê re rewşenbîr û entellektuelên me weke ên xelkê bi yobazî, bi nijadperestî, bi rastgirî, û çepgiriyên di esas de ji hev cûdatir tiştekî nabêjin, bi angaştên eletewş bi hev nakevin û herkes ji hindava xwe ve dest davêje karê giştî. Em dikarin bibêjin, wesîyeta Hecî Qadir û daxwaza pêşengên wêjeya me bi qismî be jî pêk hatiye. Ev mijara şanaziyê ye. Naxwazim navê wan bijmêrim, lê her careke ku navê hin rewşenbîr û nivîskarên me dibihîzim yan silavekê ji wan digrim yan nameyek digihîje ber destê min coşeke mezin min digire min û di nava pêlên bextewariyê de dimînim. Ez bawer dikim gelê me jî bi vê rabihistinê ye. Lê ev jî heye, çawa ku her kes bi çarenûsa gele xwe dijî, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên me jî bi çarenûsa civaka xwe dijîn. Divê ku mirov ji vê gazinê neke û ji bo guherandina vê çarenûsê bixebite.

Naxwazim niheqiyê li nivşê îro bikim. Ji ber ku ji ber derfetên hepsê nikarim têra xwe bi angaştan axaftinê bişopînim, ka çiqas di ber ekola ku mijara me ye, xwe diêşînin. Lê herçî ku xwe ji parastina destketiyên têkoşînê û mayindekirina wan; herçî ku xwe di ber nirxên bi têkoşîna pêncî salî hatine afirandin de berpirsyar bibîne, herçî ku xwe di ber parastina asta jin gihiştiyê de berpirsyar bibîne, herçî ku xwe di ber parastina Xwedayê de û ji jiyana di nav xwezayê de berpirsyar bibîne, ne mimkun e ku xwe di ber avakirina “ekola berxwedanê” de neêşîne. 

Haya me jê heye ku li ser sînemayê jî lêhûrbûneke te heye. Tu dikarî hinekî behsa wan senaryoyên xwe bikî, yên ku amade ne ji bo girtina dîmenan?

Her çiqasî navê derhêneran li pêş be jî sinema hunerekî kolektîf e. Bi tevlîbûna senarîst, derhêner, ekîbên deng û ronahiyê, lîstikvan, ekîbên setê, vehêner, belavker û temaşevan pêk tê. Karên kolektîf ku bi armancên kolektîf werin lidarxistin, di hêla watedarkirin û ji nû ve hilberandin û ferehkirina sînorên jiyanê de her tim encamgir in. Di vê hêlê de sînema hem serketî ye hem jî potansiyelek e ku bi her hêla xwe nehatiye kifşkirin. Belkî jî tişta ku min cezb dike ev e ku lêgerîna tiştên nû bala min dikişîne. Belkî jî dibêjim divê tiştekî nehatiye kirin, bikim. Sînema ji bo vê potansiyeleke baş e.

Sînema rastiyê bi rastiyê hildiberîne. Lê hêleke sînema û helbestê ya hevpar jî heye; îmaj. Ev jî dibe sedem herçî ku bi helbestê re mijûl bibe meyleke sinematografik jî lê peyda dibe. Carcaran xweziya nîşandanê wisa li dest û lingên mirov diale ku bi tenê mirov dixwaze ji bo çav bixebite. Xwezî min karibûna û ew derfetên pêwîst hebûna ku min şahidiyên xwe bi alîkariya vî hunerî hilberanda. Lê mixabin ew derfetên min nînin. Ji ber vê, ez jî niha di ber xwe re senaryoyan dinivîsim. Ên filmê metraj kurt, metraj navîn û metraj dirêj. Pirr zêde nînin, lê qederek kom bûne. Hin cezayê min heye, lê min dixwest ku filmên wan bi awayekî bihatana çêkirin. Mixabin li gel ku me pirr hewl da, me nekarî xwe bigihînin derûdorên ku dikarin filman çêkin. Îca li hêvya min in. Ez derkevim, bi awayekî em ê karibin nîşanî civaka xwe bidin… Ka em binêrin…

Em berê xwe bidin “Dîwana Şarmê”. Tu dibêjî, “were em ji şermkirinê şerm nekin” lê em benîadem ji ti tiştekî şerm nakin. Tu jidil jî bawerdikî ku felata mirovahiyê bi şermê be?

Marks dibêje, “Şermkirin hestekî şoreşgerî ye” Rast e. Ev di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jî îspat bû. Hevalê Karasû digot, “hestên şermê ev berxwedan li ser me ferz kirin.” Ji ber pêkutî, zilm û êşkenceya li wan dihat kirin, êdî ji xwe şerm dikirin. Êrişa ku li ser rûmeta ku temsîla wê dikirin, dibû sedem ku bi hestên şermê berxwedanê bilind bikin. Û di ber parastina rûmeta tevger û gelê xwe de goştê canê xwe bihelînin. Hestên şermê ewqas bi hêz in. Şerm fazîlet e, yanî ji hestekî pirr zêde tiştan îfade dike.

Bi ya min ruhê ti zemanî nikare, hestên şermê ji holê rake. Çawa ku heta jiyana mirov hebe, civak jî wê hebe, heta ku şoreşger, hunermendên biesil, oldarên paqij hebin, hestên şermê jî wê hebin. Ji ber vê dibêjim, felata mirovahiyê wê bi hestên şermê be. 

Reşbîniya niha jî bê wate nîne helbet. Lê ez dibêjim qey herçî ku bibîne mesele berovajî bûye, dê di mesela şermê de reşbîn nebe. Halbukî mirovê herî şermok ê vê serdemê ye. Bi tenê weke her serdemê îtaet ji xwedayan re dikin, lê yê her tiştî berovajî dikin, xweda ne. Ka niha yek însanekî ku bê şerm û bi hêsanî ji tiştekî re bibêje, ez nizanim, heye? Na, tu çi jê re bibêjî weke ku li meselê serwext e, sere xwe dihejîne û dibêje, “hihi…hihi..” Dema ku tu pirseke rasterast jê bikî jî û bersiv bixwazî dibêje, “Min tê dernexist”, “min bihîstiye lê…”

Nezanînê ji xwe re şerm dibîne. Ji ber ku hestên desthilatdariyê lê hatine serwerkirin. Her tişt di xizmeta vê de ye. Foucoult ê ku îfşakirina binhişiya çandî ji xwe re kiribû peywir, tespîta “zanist desthilatî ye” dikir. Ev tespît ruhê demê diyar dike. Ji ber vê jî, mirovê serdemê ji bêhêziyê şerm dike. Bi kinasî bibêjim, teşhîrkirina rastiyên modernîteya kapîtalîst û îfşakirina heqîqetên civakê dê rê li ber hestên şermê veke.

Helbesta te ya “Etar” filmê “Bêdawîtî û rojek” yê Angelopoulos anî bîra min. Li wir jî helbestvanek ji bo bi zimanê dayika xwe helbestan binivîse ji derûdorê bi pereyan peyv dikirîn. Tu jî dixwazî bi helbestan ji etar tiştinan bikirî. Navbera te û filman çawa ye, tu çiqas dikarî li filman temaşe bikî?

Min heta niha bi tenê kariye li filmekî Angelopoulos temaşe bikim. Bawer dikim li Tirkiyê bi navê “Ağlayan Çayir (Mêrga digirî)” tê zanîn. Min derbarê wî de nivîsên kovaran jî xwendine. Kêfa min pirr ji şêwaza wî ya sînemayê re hatibû. Lê mixabin filma ku tu qal dikî, min lê temaşe nekiriye.

Li gel ku min film temaşe nekiriye jî ez dibêjim qey di navbera min û helbestvanê Angelopoulos de ferqeke berbiçav heye. Bi qasî ku têdigihîjim, helbestvanê wî di bişaftineke xwezayî re derbas bûye, zimanê xwe ji bîr kiriye. Niha jî ji bo bi zimanê xwe helbestê binivîse, peyvan dikire. Belkî jî yên wî, hestên wefayê ne. Lê yê me berevajiyê vê ye. Bişaftineke bi zorê, qedexe heye. Bi tenê em dikarin bi çend peyv û rêzikan di ber pêsîra diya me de mane, bibin hebûn. Jixwe, ji helbestê jî tê fêmkirin ku ev têr nakin, em qonaxeke temenê xwe pê derbas bikin. Belkî jî dema ku Heideger dibêje, “Ziman avaniya hebûnê ye” qesta wî ev e.

Em werin ser filman. Nevbera in û filman xweş e lê ne filmên Holywoodê. Sînemaya duyem û ya sêyem bala min dikşînin ku bi ya min her du hev temam dikin. Lê ka ew derfet? Carcaran TRT-2 filmên xweş dide. Heger karibim çend hevalan qanî bikim û bigirim dora xwe, temaşe dikim. Mixabin ev jî hinekî zor e. Meyla hevalan li ser sinemaya Holywoodê ye. Yanî heyecan û aksiyon bala wan dikêşe. Carekê, du caran min çend heval girtin dora xwe da ku em li filmên Tarkovsky ên bi navê “Zarkelo” û “Stalker” temaşe bikin. Piştî ku film derket bi demekê, min lê nihêrt ku hevalek du heval li dora min mane. Ji wan roja û bi şûn ve heval hinekî bi tirs û mesafe nêzî teklîfên min ên pev re temaşekirina filman dibin. Ji ber vê û ji ber ku yek TV’yeke me heye, min bi dilê xwe li filmên Nûrî Bîlge Ceylan jî temaşe nekir. Min ji senaryoyan hinek bidest xist û xwend. Heger heval pê bihesin min wiha behsa vê meseleyê kiriye, ew ê fitrên min xweş bikin helbet.

Di helbesta “Nayde” de tu kesereke kûr dikşînî û dibêjî “ev nalîna kevirên birîndar e/ev şîna zarokatia şiitî ye/li kuçe û kolanên vî bajarê nexalî...” Nayde kî ye? 

Nayde xwedawendeke Zerdeştiyan e, ku weke “Ardvî Sura Anahîta” û “Anahîta” jî tê zanîn e. Têkiliyeke di navbera wê û xwedawendên Hûriyan û di ser wan re jî bi Anû, Nanna, Nîntû û Asîdbaya Sumeran re jî heye ku ji kokê jî diyar e, nêzî hev in û ji serdema neolîtîkê hatine guhestin. Vî navî bi demê re forma Anahîd, Nahîd, û Nahîde girtiye. Di Kurmancî de telefûza wê bûye Nayde.

Îca Nayde bi tenê ne xwedawendeke Aryen û Zerdeştiyan e. Êdî dest hevrê, heval, û dayika me ye jî. Ji ber vê, axînên ku em bi navê nayde bikşînin ew ê ji êş û xweziyên me yên dîrokî bilind bibe ku ev êş bi tenê dikarin bi azwerî û kerameta jina azad biferikin.

Heger em îro têkoşîna gelê Kurd binirxînin, mirov dikare bibêje, ew “kevirên birîndar” bi rêxistin bûne û êdî şîna zarokatiya xwe ya şiitî nagirin?

Erê bi ya min kevirên birîndar jî bi rêxistin bûne. Îxanetkarekî rast gotibû. Murşîdekî axirzeman ew rêxistin kirin û niha li benda roja we ne. Bi min êdî ew roj hatiye ku biqîrin. Lê dîsa jî ew ji me çêtir dizanin ka ew ê kêngî bêdengiyê bişkînin. Ma hêza têgihîştina me dikare bigihîje asta zanista keviran?

Ji ber ku di rêûresm û baweriyên protokurdan de kevir xwedî sembolîzmeke dewlemend e û kêngî çi dike, dizane. Divê ku mirov bi keviran bawer be. Em behsa wan keviran dikin yên ku xweda welidandine. Mîtra di destekî de xencer di yê  din de meşale ji kevirekî welidîbû. Em behsa wan keviran dikin yên ku xweda ji wan hatine û miriyê mirovan li wan tên vegerandin. Mirî berê di keviran de dihatin qewartin û dihatin definkirin.

Têkiliya keviran û jiyanê tenê ne di wê baweriyê de ye ku mirî dê bi vî awayî zindî bibin. Mirovan mal jî di hundir keviran de diqewartin. Kevirên ku xwedî hêza jiyanê ne, helbet dê karibin birînên xwe jî bikewînin.

Wêneyê Kevir: Ansgar Koreng / CC BY-SA 3.0 (DE), CC BY-SA 3.0 de, https://

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.