Li Ranyayê pêşangeheke hunerî ya hevbeş ji bo mamosteyên huner hat vekirin û nêzî 140 tabloyan hatin nîşandan. Li salona werzîşê ya Ranyayê, çalakiya hunerî bi dirûşma “Hest û sozek ji bo hezkirina ciwaniya rengan” hat vekirin.
Di pêşangehê de nêzî 140 tabloyên mamosteyên huner hatin nîşandan. Rêjne Hamid ku di çalakiya hunerî de cihê xwe digire, diyar kir ku weke serpereştiya huner her sal pêşangehan vedikin û got, “Gelek mamosteyên bi ezmûnan beşdarî pêşangehê dibin û bi fikr û dîtinên xwe pêşangehê dewlemend dikin.”
Peyamên xwe bi riya rengan didin
Mamosteya şêwekariyê Çiro Azad da zanîn ku her sal beşdarî pêşangeha mamosteyên hunerî dibe û îsal bi tabloya xwe ya bi navê “Semaya Musîkî” ku ciwaniya jinan pênase dike beşdar bûye got: “Em weke hunermend û şêwekarên jin, dikaribûn bi tabloyên xwe peyama bi deng bidin. Bi riya rengan me peyam kiriye tablo, ji bo wê ew êşên mê yên ku hene em nîşan bidin. Ez bi xwe dema ku derûniya min ne bi aram be, bi riya rengan van êşan xêz dikim li ser tabloyê. Ez dixwazim nîşan bidim ku jin gelek bi hêz in û dikarin kar bikin, ji ber wê ez dikarim her dem karên xweştir bikim û hîn zêdetir bi pêş bikevim.”
JÎNHA/RANYA