Hesabpirsîna ji dewleta kûr a Fransî
Şemî 7 Çile 2023 - 01:18
- Rojnamevan Selma Akkaya dibêje, komkujiya 2013’an û ya 2022’yan ên li Parîsê bi hev ve elaqedar in û dewleta kûr a Fransayê ji bo wan bûye zemîn.
PERVÎN YERLÎKAYA/PARÎS
Rojnamevan Selma Akkaya dibêje, her du komkujiyên Parîsê ne tesaduf in û wiha dipeyive: “Li Fransayê di nava dewleta kûr de hêzên welê hene ku ji bo komkujiyan zemîn ava dikin. Rohnîkirina her du komkujiyan wê bibe hesabpirsîna Fransayê ya ji dewleta xwe ya kûr".
Herdu komkujiyên Parîsê jî li semta 10´an a Parîsê pêk hatin. Ev semt ji wan semtan e ku piştî û beriya darbeya leşkerî ya 1980´yî herî zêde Kurdên penaber lê bi cih bûn. Afîşa pêşî ya siyasî ya Kurdan li vir hat çapkirin, komeleya pêşî ya Kurdan li vir hat vekirin. Li vir Nazif Aktaş 23´yê Kanûna 1985´an hat şehîdkirin û bû şehîdê pêşî yê Tevgera Azadiyê yê Ewrûpayê. Piştî wê bi 28 salan bi destê tetikkêşê MÎT´a Tirk û bi hevkariya hin aliyên delweta Fransî, li Parîsê li Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê a nêzî Gar du Mordê, ji damezrînerên PKK´ê Sakîne Cansız (Sara), nûnera Parîsê ya KNK´ê Fidan Dogan (Rojbîn) û endamê Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî), 9´ê Çileyê 2013´an hatin şehîd kirin. Va ye deh sal di ser vê komkujiyê re dibihurin û komkujî nehatiye rohnîkirin. Bi mirina bi guman a tetikkêş Omer Guney re dewleta Fransayê xwestibû ser komkujiyê bigire. Li ser israra malbatan lêpirsîna ji nû ve hatiye vekirin jî, ji ber biryara veşartîbûnê, ne zelal e.
Bi vî halî komkujiya Parîsê ya duyem 23´yê Kanûna 2022´yan li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya a li Parîsê, dîsa li semta 10´an pêk hat. Di komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Tev-Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêze Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Rojnamevan Selma Akkaya pêvajoya komkujiya Parîsê ya yek ê û ya diduyan jî ji nêz ve şopand û dişopîne. Em li ser aliyên dişibin hev ên komkujiyan peyivîn.
Du saziyên sembol bûn armanca êrişan
Selma Akkaya bi bîr xist ku semta 10´an a Parîsê bi şoreşgerên xwe yên Kurd û Tirk navdar e û wiha peyivî: “Şoreşgerên Tirkiyeyê û Kurdistanî gelek şopên xwe li vir hiştine. Em gava berê xwe didin komkujiya sala 2013’an, cihê wê semta 10´an a Parîsê ye. Buroya ku nûneriya dîplomasiya Kurdan dikir, bûbû hedef. Sala 2022´yan di komkujiyê de saziya ku Kurdên penaber pêşî berê xwe didinê, hem di warê nasnameyê de û hem di warê gel de bû armanca êrişê. Yanî sala 2013´an û sala 2022´yan her carê saziyeke ji bo Kurdan muhim û sembolîk bûn armanca êrişan. Ev jî delîla wê yekê ye ku her du êriş bi hev ve girêdayî ne.”
Wezîrê karê hundir çû cihê êrişê!
Selma Akkaya dibêje, her du komkujî ne tesaduf in û wiha dewam kir: “Roja 23´yê Kanûnê gava ku ez di ber polêsan re bihurîm, heman hestên roja 9´ê Çileyê 2013´an bi min re peyda bûn. Bêyî ku hê zanibim ka profîla qatil çi ye, bûyerên dawî çi ne, heman hest bi min re peyda bûn. Paşê gava em li bûyeran dinihêrin, em dibînin ku êriş ji ya beriya xwe ne serbixwe ye, û li ser heman zemînî pêk hatiye. Ka 9´ê Çile bînin bîra xwe! Kurdan pêşî ti xeber ji 3 jinên Kurd wernegirt û derengiya şevê Kurd pê hisiyabûn ku her sê jin hatine qetilkirin. Zelûliya di girtina tetikkêşê qatil ê di komkujiya pêşî de îro jî dewam dike. Hingê xwestin qatil weke Kurd nîşan bidin. Ji ber wê di çarçoveya terorê de lêpirsîn dan destpêkirin. Hingê jî wezîrê karê hundir ê hat cihê êrişê, saziyên Kurdan weke muxateb nedîtin. Û gotibû ‘Li ser erdên vî welatî 3 jin hatine kuştin. Em ê heta dawiyê bidin dûv vê meseleyê û rohnî bikin.” Hema piştî wê jî bi sefîrê Tirk ê Parîsê re peyivîbû û gotibû, ’Heta dawiyê em ê li dijî PKK´ê şer bikin’. Piştî komkujiya Parîsê ya duyem bi saetan wezîrê karê hundir hat cihê êrişê, dibêje, qatil xwedî proîleke nijadperest e û dîsa li cihekî welê ye ku Kurdan weke muxateb nabîne.”
Fransa welatê reşkujiyên siyasî ye
Selma Akkaya dibêje, ne tesaduf e ku tetikkêş saeteke welê êriş kiriye ku fîgureke ji bo tevgera Jinê ya Kurd muhim li komeleyê ye û wiha dewam kir: “Di komkujiya Parîsê ya yekem de malbat û hevalên Sakîne Cansizê dan zanîn ku dewleta Elman ji nêz ve Sakîne Cansiz takîb dikir. Kujer Omer Guney tevî ciwanan li Hollandayê carekê ketiye nezaretê. Hollanda yan jî Elmanya ji bo ku nebin zemînên reşkujiyên siyasî, hewl didin wan ji xwe dûr dixin. Îro roj li Elmanyayê beriya bi komkujiyê bi rojekê bi ser saziyên Kurdan de digirin, deriyên malan dişikînin, mesala siyasetvan Tahîr Koçer digirin. Bi ya min ev jî ne tesaduf e. Gava em li Fransayê dinihêrin, em dibînin li vir dewleteke kûr heye û ew timî dibe zemînê tiştên din jî. Ji Dulcie Septemberê (hevaleke ji dil a Mandela), gelek siyasetvanên Filistînî, Tamîlî û Lubnanî li vir hatin qetilkirin. Em dizanin ku êrişî kesayetên ji muxalefeta Îranê jî tê kirin.”
Selma Akkaya got, lazim e dewleta Fransayê her du komkujiyan jî rohnî bike û peyivî: “Rohnîkirina her du komkujiyan wê ji bo Fransayê bibe hesabpirsîna ji dewleta xwe ya kûr. Ev komkujî nîşan didin ku di nava dewleta kûr a Frasnayê de hêzên welê hene ku dibin zemîn ji bo komkujiyan. Ti welat nikare di nava erdên welatekî din de evqasî bi rehetî komkujiyan bike. Heger îro li Başûrê Kurdistanê ev mumkin e, sedem ew e ku zemînê wê heye. Heger ev îro li Fransaylê diqewime yanî zemînê vê yekê li Fransayê heye. Dibe ku ne yekser di nava hikûmetê û rêxistina istîxbaratê de bin, lê hêz yan jî tevneke hêzan heye di nava dewleta kûr a Fransî de ku dibe zemîn ji komkujiyan re.
Fransa îro roj heger her du komkujiyan zelal bike, hingê wê li ser erdên wê zemînê komkujiyên nû jî nemîne. Di siyaseta xwe ya derve de jî wê bi awayekî bi sihettir rê bide ber xwe. Helwêsta dewleta Fransayê ya beramberî siyaseta Kurdan, û Kurdan û her wiha ya beramberî hêzên kurdan qetil dikin, hem ji bo rohnîkirina vê komkujiyê û hem jî ji bo siberoja Fransayê gelekî muhim e.”