Hesabê komplogeran têk birin

Aysel AVESTA nivîsand —

yekşem 11 Çiriyê 2020 - 23:00

Pêngava bi pêşengiya Komalên jinên Kurdistanê (KJK) û Koma civakên Kurdistanê (KCK) ya bi durişmeya ''Bes e, ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dem dema Azadiyê ye'' hatî destpêkirin, ji aliyê Kurd û dostên wan hemûyan be, bi taybetî jî ji hêla jinan ve bi elaqeyeke mezin tê pêşwazîkirin û didome. Ev Pêngav di heman demê de bersiva Komploya Navdewletî û êrişên li dijî vîna gelê Kurd helwêsta rê nîşana têkoşînê ye. Dagirkerên Kurdistanê bi êrişên xwe yên pirralî dixwezin krîz û kaosa tê de ne, li pey xwebihêlin. Lê her ku ew êriş dikin, ewçend lewazbûna xwe ya pergalî diyar dikin. Ne gengaz e ku ev êriş wan ji ve rewşa kambax rizgar bike. Gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana xwe xofeke mezin xistiye dilê neyarên xwe. Faşîzma AKP-MHP ji bo tirsa xwe binuximîne, xwe diavêje her rê û rêbaza qirêj. Li bakurê Kurdistanê bi girtin û kirina nezaretê hewl dide civakê bê pêşeng bihêle. Êrişên wan yên li hemberî destketî û saziyên jinan jî girêdayî vê yekê ne.
Dîsa dixwaze bi tecawuz û destdirêjiya li jin û zarokan îradeya civakê bişikîne. Ew baş dizanin, dema ew dest dirêjiyê li her jin û zarokê dikin, her weke destdirêjiyê li Kurdan hemûyan bikin. Ji ber vê, dewleta Tirk a faşîst bi zanebûn di çarçoveya şerê taybet de leşker-polîs, cerdevan û tecawuzkaran tînin Kurdistanê û wan erkdar dikin. Jixwe, bi derxistina qanûnan vê yeke bi awayekî fermî dixin meriyetê. Lê ya ku ew ji bîr dikin, hêrsa têkoşîna li hemberî vê zêhniyetê ye. Esas, ev êrişên pergalê yên bi awayekî sistematîk tên meşandin, ji ber tirsa wan a ji sekn û berxwedana gel û jinan e. Em ve ji têkçûna wan a li Heftenînê baş dizanin. Dewleta dagirker tevî ku tevahiya aboriya welêt seferberkiriye, bi teknîka xwe ya pêbawer û piştgiriyê hêzên xiyanetkar-noker dîsa nikarê xwe li pêşberî berxwedana gerîla ragire. Ev tam çar meh in gerîla sîng bi sîng li hemberî dagirkeran bi cengeke mezin axa xwe diparêzin û derbên giran li dagirkeran didin.
Herî dawî dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan ji bo tola çeteyên DAIŞ’ê ku li Kobanê bi bin ketin, hilîne girtîgeh hemû bi nûnerên gel dagirtin û hîna jî vê polîtîkaya xwe dewam dike. Lê her ew yekî/ê digirin bi dehan kes tên şûna wan. Li Rojavayê Kurdistanê salekê beriya niha bi armanca dagirkirinê, êriş birin ser destketiyên gelan yên ku bi berdêlên giran hatibûn bi destxistin. Di encama êrişên dijwar de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Bi vê êrişa dagirkeriyê xwestin komploya sala 1998´an a di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dabûn destpêkirin, temam bikin. Lê çawa gelê Kurd ev tam 22 sal in li hemberî vê komployê têkoşîneke bê eman meşand û komplo pûç kir, niha jî ji bo bidestxistina statuya xwe têkoşîna parastinê dike.
Di salvegera 22ʼyan a vê komployê de dîsa dixwazin ji devera mayî komployê dewam bikin. Vê carê armanca wan berfertir e. Erdogan dixwaze xeyalên xwe yên dema Osmanî, pêk bîne li Şengala ku bi berdêlên giran ji nav lêpên çeteyên hov hatî rizgarkirin û bi îrada xwe, xwe birêve dibe. Di heman demê de li ser xelkê wargeha Mexmûrê ku ji ber zilm û hovîtiya dewleta Tirk ji cîh û warê xwe koçber bûne jî heman plan û hesabên qirêj hene. Xelkê li Mexmûrê ji dojehê bihûşt ava kir. Ji tinebûnê hebûn afirand. Ev xelkê ku berdêlên giran danê, mixabin ev zêdeyî salekê ye di bin gef û êrişên dewleta Tirk û rêgiriya PDK'ê de ye. Lê di serî de Xelkê Mexmûra berxwedêr û Kurdên ku tahma azadiyê kirine ji ya xwe nayên xwar û serî ji dagirkeran re natewînin. Fikr û felsefeya neteweya demokratîk ku li ser hîmê jiyana azad û wekhev hatî hûnan, bandoreke mezin kiriye li ser tevahiya civakên li azadiyê digerin. Ev pergala ku weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst tê pejrandin, hesabên dagirker û hêzên hegomon ser û bin dike. Ji lewma destketiyên Kurdan ji xwe re dikin armanc. Lê Kurdên ku di azadiyê de bi israr in, bi diruşmeya dem dema azadiyê ye, têkoşînê mezin dikin û hesabên komplogeran têk dibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.