OSMAN KAPAN
Dem hene evîn mirov hildide ezmanê heftan, dem heye mirov dixe binê heft tebaxê erdê. Lewra evîn tiştekî pîroz e. Her tişta pîroz biqasî xweşiyê, nexweşiyê jî bi xwe re tîne. Her kes li gorî xwe pênase dike evînê, kî/ kê evînê li gorrî çimaya xwe pênase bike,dê evîna pîroz bikuje. Di roja me de em dibînin bê gotina evînê çiqasî sivik bû ye.
Evîna ku em behs dikin, ne evîneke li ser hest û hezê ye. Evînên ku li ser hest û hezê ye, mîna çixareya li ber ba, agirê kayê ye. Lewra ku haz nehate standin “ evîn“ xelas dibe. Evîna cismanî ev e. Îca meriv nikare ji vê re bêje evîn. Ev mîna cismên ji bo ku xwe bidin jiyîn, li ser hîmê pêdiviyê nêzî hev dibin. Ango demkî ne, ji bo xwe jiyandine.
Belê ev evînên cismanî mîna kelhên ji xîzê, berfa Adarê ne. Her du jî ne mayinde ne. Ji bo berfa adarê ev gotina pêşiya baş ne mayendina berfa Adarê penase kiriye: “ Adarê berfê avête gulya darê, ji sibê nema heya êvarî!“
Evînên li ser hîmê avakirina pêşerojê û li ser armanceke mayende ne. Ango divê meriv planên demdirêj, ji ber çi û çimaya wê bas li ser dilê xwe rûnêne. Evînên wisa ne cismanî, manevî ne. Ku evîn li ser hîmê manaviyetê hate avakirin, wê demê dê meriv zanibe çi dike. Evîna Mem û Zîn, Leyla û Mecnun ji bo ku uxrevî( manavî) bûn, heya roja îro li ser zimanan zîz dibe, dibe babeta helbest û romanan. Ica evînên wisa ne tenê di navbera du cinsan de, li ser hîmên din jî hene û ji pêşeroja gelan re dibe xetîre, dibe rêber…
Jean Dark jî evîndar bû. Bes evîna wê kelha bi kils û cilsê bû! Lewma bû bingeha netewekê. Ji wan re bû rêber, heta îro navê wê bi kirinên wê hatiye. Her çiqasî pişt re ji hêla gel( pişt re jî li hesabê desthilatdara hatiye ) ve kirasê ol lêhatibe kirin jî, libas li gorî wan e. Tenê armanceke Jean Dark hebû; nepejirandina dagirkeriya welatê xwe.
Zîlan,bi evîna welat diwitî, evîndareke welê bû, ji bo xwe tiştek ne dixwest, ne jî li ser xwe difikirî. Fikir û ramana wê hemû li ser wê bû ku wê çawa ji demê re bibe bersiv, çawa bibe layîqê demê, çawa evîna xwe mayende bikê. Belê tenê ne li ser navê xwe,li ser navê netewa xwe jî dilebatê de bû. Diviya tiştekî welê bikirana hem mayende bibe,hem tola evînên ku hatbûne fetisandin hilîne. Da kesî êdî curet nekiribana ku dest bavêjin evîn û evîndarên pîroz, dê derseke welê bidana dijmin ku tu carî ji bîr neke…
Ş. Zîlan, welê kir. Devera ku herî zêde dijmin di qirkirinê re derbas kirî û li gorî xwe, ‘‘tovê ku kurdîtiyê lê hatî qelandîn’’ bijart. Lewra xweş pê zanîbû ku her giya li ser koka xwe şîn dibe. Gotina Rêber a ku gotî “ divê meriv li devera lê winda kirî bigere…“ ji xwe re kire şîar. Û zileyeke welê li dijmin da hîn jî şewta wê didome. Ligel wê manîfestoya berxwedanê li pey xwe hişt. Rêberê netewî got; Ş. Zîlan fermandara me ye“. Îca ew manîfesto bû pêseroja jinê. Roja me ya îro jinên cîhanê dirûşmeya “ Jin jiyan Azadî “ berz dikin, bi saya vê manîfesto yê ye Ş. Zilan kur û demdirêj difikirî, ji ber wê digot:“ Rêberê min, xwezî ji jiyana min zêdetir tiştek hebûya min bidana…“ Bi van gotinan, Rêber wekî Netewê didît, Netew di kesayeta wî de pênase dikir.
Îro bi hezaran leheng li pey şopa wê, Sara û bi sedan yên din dimeşin li ser hîmê evînê. Evîn gewre bûye, ev evîna gewre karwanê azadiyê bi rê ve dibe.