Rawestgeha Baxçê Kelar di sala 1949’an de hatiye avakirin. Li navenda bajarokê Kelar a navenda îdareya Germiyanê cih digire û li ser Wezareta Çandiniyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Li vir salane zêdetirî 30 hezar şitil bi awayekî qelem têne hilberandin û zêdetirî 15 hezaran difiroşin xelkê.
Ruberê rawestgeha Baxçeyê Kelar 160 donime û di nav de zêdetirî 7 hezar darên cur be cur hene. Nêzîkî 90 hezar donim darên zeytûn, pirteqal û xurmene ku îsal 70 ton zeytun hatin hilberandin. Rêveberê Rawestgeha Baxçeyê Kelarê Nûrî Mecîd di derbarê kar û xebatên rawestgehê de axivî û got: “Salane 25 heta 30 hezar şitilên cuda bi şêwazê qelem têne hilberandin û nêzîkî 15 heta 20 hezar şitil li gorî nirxê bazarê kêmtir difiroşin ku Wezareta Çandiniyê diyar dike. Bi vê yekê cotyar gelek sud jê digirin û rêjeya keskahiyê li herêmê zêdetir dibe.
Rêveberê Beşa Baxvaniyê ya li Rêveberiya Çandiniyê ya Germiyanê Idrîs Medhet jî wiha axivî: “Li rawestgehê darên berhemdar ên weke zeytûn, pirteqal û xurme hene. Zêdetirî 72 donim baxçeyê zeytûnan û 64 donim darên bi sektora taybet in. Yê din jî di bin çavdêriya Rawestgeha Baxçeyê Kelarê de ye. Ji bilî vê 16 donim baxçeyên xurme û pirteqalî yên me hene. Me daxwaz ji hikûmetê kiriye ku her sal zêdetir kargeh û sarincên berhemên çandiniyê li Germiyanê ava bikin.”
ROJNEWS/GERMIYAN