Her demî li her derê Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:48

  • Rêvebera ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut, derbarê vekirina qursa ji bo zarokan de got: Ji bo zimanê Kurdî neyê jibîrkirin berpirsyariya sereke ya malbatan ew e ku di her kêliyê de, li her cihî bi zarokan re bi Kurdî biaxivin.

Zarokên ku di 5-6 saliya xwe de dest bi dibistanê dikin û di dibistanê de nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin û ev yek jî dibe sedema jibîrkirinê. Zarokên ku di temenekî biçûk de dest bi dibistanê dikin di 20 saliya xwe de dibistanê diqedînin. Ji ber ku di tevahiya dema dibistanê de ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dikevin. Tevî van hemû polîtîkayan, hem li malê, hem jî li kolanan û hem jî di nava saziyan de li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û jibîrkirinê têkoşîna Gelê Kurd hê jî didome. Li Wanê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) piştî destpêkirina betlaneya havînê kursên nû vedike, yek ji rêveberên ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut derbarê qursên ku wê ji zarokan re vekin axivî. Evîndar anî ziman ku zarokên ku dest bi kursan bikin temenê wan di navbera 8 û 15 salî de ye û wiha got:"Sedema ku zarokên ji 8 salî qebûl dikin xwendin û nivîsandinê dizanin. Hînbûna xwendin û nivîsandinê ya zarokên biçûk zehmetir e. Hin zarok hene ku xwendin û nivîsandinê nizanin û tên vir, mixabin zehmetiyan dijîn. Ji ber van sedeman em bi zarokên 8 salî re dest bi qursên xwe dikin. Ji bo wan jî ne zehmet e."

Malbat eleqeyê nîşan didin

Evîndar, anî ziman ku eleqeyeke cidî ya malbatan bi kurdî heye û diyar kir ku zarok herî zêde havînê dest bi qursan dikin. Evîndar anî ziman ku ji ber ku dibistan 6 mehan vekiriye, ji ber ku hem dibistan û hem jî qurs wê zehmetiyan derxe û wiha nêrînên xwe anî ziman:"Dema em polên zarokan vedikin malbat jî kêfxweş dibin. Heta niha nêzî 20 malbatan serî li me dane û her yek ji wan herî kêm 2-3 zarokên wan hene ku dixwazin qeyda kursê bikin. Dixwazin zarokên wan bi kurdî biaxivin. Carinan malbat çiqasî bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin jî ev yek pir bi bandor nîne ji ber ku mixabin di nav civaka ku lê dijîn de tirkî tê axaftin û lîstikên ku zarok dilîzin jî bi tirkî ne. Ji ber vê sedemê zarok jî di bin bandorê de ne û naxwazin bi kurdî biaxivin. Malbat jî dibêjin, 'Dema zarok tên saziyê û piştre tên li malê bi kurdî diaxivin. Zarokên me jî bala xwe didinê û bi me re jî kurdî diaxivin'. Ji ber ku dema li derdor bi kurdî tê axaftin zarok jî zêdetir bi kurdî diaxivin. Ji ber vê sedemê malbat bi qursên me re eleqedar dibin." Evîndar, anî ziman ku ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin erka sereke ya malbatan ew e ku bi zarokan re her dem û li her derê bi kurdî biaxivin û got:“Divê zarok fêrî lîstikên bi kurdî bibin. Bi taybetî divê zarok heta 15 saliya xwe bi kurdî bijîn. Mînak zarokên biçûk dikarin li fîlmên kurdî temaşe bikin, Zarok TV temaşe bikin. Di medyaya civakî de rûpelên kurdî bên şopandin û lîstikên kurdî bên şopandin û lîstin. Bi vî awayî dê daxwaza zarokan a ji bo kurdî hîn zêdetir bibe." Evîndar anî ziman ku polên ku ji zarokan re vekirine heta niha ne gelekî baş bûne, lê ji niha û pê ve ew ê ne tenê li vir di nava çar dîwaran de, bi projeyên nû perwerdeyê bidin zarokan û wiha axivî: "Mînak her roj biçin serdana kolaneke nû, taxek nû, gundek nû. Ji ber vê yekê em ê tenê bi vekirina polan û li wir hînkirina zarokan têr nebin. Ji niha û pê ve em ê li ser tiştên ku ji bo zarokan bên kirin bixebitin."

Di Kurdî de bi israr bin 

Evîndar bandora zimanan a li ser zarokan wiha anî ziman: "Axaftina bi kurdî bandoreke mezin ne tenê li ser zarokan, li ser mezinan jî dike. Dema mirov li cihekî bi kurdî diaxive û piştre jî diçe civatekê din axaftina bi tirkî dibe sedema dûrketina ji zimanê xwe û ev rewş dibe sedem ku mirov nikaribin xwe rast îfade bikin. Ev yek dibe sedema bêmoraliyê. Ji ber vê yekê ya pêwîst ew e ku li her derê bi kurdî biaxivin. Ez bang li hemû gelê li vir dikim, li Wanê li her demê û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bileyzin û bi kurdî bijîn. Kursên me yên ji bo zarokan niha dest pê dikin û em qeydan dikin. Di vê hefteyê de ders dê dest pê bike. Em dixwazin zarok, malbatên wan û hemû gelê me bi daxwaza fêrbûna zimanê kurdî werin û dest bi kursê bikin."

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.