Hengaw şêwra hiqûqî hazir dike

Çarşem 28 Îlon 2022 - 03:32

  • Hengawê da zanîn ku ew hewl dide lîsteyeke tam a kesên di nezaretê de bi dest bixe; piştî piştraskirinê, ew ê karibin çavdêriya tesîra prosedurên mafê mirovan bikin û malbatan jî agahdar bikin ka ew dikarin hiqûqî çi bikin û xizmeta şêwra hiqûqî jî bidin wan. 

Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê da zanîn ku ew dest bi avakirina çerxeke şêwra hiqûqî dike, elaqedarî sûcên rejîma Îranê li dijî xwepêşanderan. Ew dibêje, ew ê piştî piştrastkirina nasnameyan, binihêrin ka çerxên meseleyên mafê mirovan dixebitin yan na û xizmeta şêwrê bidin malbatên girtiyan li ser wê yekê, ka dikarin çi bikin. Rêxistinê bi bîr xist ku ew ji destpêka raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ve “endîşeyên xwe” li ser wê yekê îfade kirine ku hêzên rejîmê yên polês û leşkerî wê li dijî girtiyan hêz û şideteke zêde bi kar bînin, “nexasim jî ew ên birîndar ên ku ji mafê dermanbûna tibî bêpar tên hiştin”.   

Ya ku tê kirin ne hiqûqî ye

Şêwirmendê hiqûqî yê Hengawê Feraz Firûzî kar û barên Hengawê yên li ser vê mijarê eşkere kirin. Ew dibêje, Hengaw li senaryoyên herî dawî yên aktuel ên elaqedarî mirovên hatine girtin dinihêre û beşê wê yê karûbarên hiqûqî dibîne ku kirinên bi şidet ên hêzên polês û hêzên leşkerî yên rejîmê yên li dijî xwepêşanderan nikarin hiqûqî weke nezaretê bên sinifandin. 

Hengaw bi bîr dixe ku li gorî qanûnên Îranê bi xwe, keseke/î di nezaretê de divê di demê herî kurt a mumkin de derxin pêşberî dadger, malbata wê/î bê agahdarkirin, divê karibe xwe bigihîne xizmeta tibî û alîkariya hiqûqî parêzerekê/î. Piştî vê jî divê van kesan bişîne yekê ji hepsên li ber destê hikûmetê hazir in.

Qanûnên navneteweyî jî binpê dikin

Lê ev kirinên rejîmê yên kirina nezaretê ya xelkê li gorî qanûna navneteweyî jî sûc in. Beşê hiqûqê yê Hengawê, xala 2´yê ya “Peymana Navneteweyî ya Parastina her kesî ji Wendakirina bi darê zorê” bi bîr dixe û dibêje, “Tişta ku van çend rojên dawî me dîtiye, ber bi kirineke sûc a bi tehlûke ya  li gorî hiqûqa navneteweyî ya sûc jî neqanûnî ye.” Li gorî Hengawê, Îranê ev peyman îmze nekiribe jî, ev peyman ji bo wê jî lê ye. 

Hengaw dibêje, ev mafên kesên di nezaretê de di bin qanûnên rejîma Îranê de jî hene, lê her wiha îfade dike ku ku ew li deverên xwepêşandan lê li dar dikevin, nexasim li Rojhilatê Kurdistanê tevahiya qanûnên navneteweyê yên ku muhtemel e lê bin, binpê dikin. 

300 nav diyar kirine

Hengaw berê xwe dide binpêkirinên mafan ên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û dibêje, li bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bêhtirî hezar kesî hatine girtin û wan nasnameya bêhtirî 300 kesan diyar kiriye. Hengaw li ser wan vê agahiyê dide: “Hejmareke mezin ji wan birîndar bûn û pêdiviya wan bi dermankirina tibî hebû. Heta Hengaw li ser hin rewşan hat agahdarkirin, ku kesên birîndar ên di nezaretê de ji ber miameleya xirab yan jî ji ber ku nehatine dermankirin, mirine. Lê belê tîma hiqûqî ya Hengawê hîna lêkolînên lazim dike da ku van bûyeran piştrast bike û karibe bi isehî bibêje, ew qewimîne.” 

 

Wê malbatan agahdar bike

Hengaw wekî din dide zanîn ku îhtîmal û tehlûkeya êşkenceyê pirqat zêde bûye ji ber ku gelek kes tên girtin û aqûbeta wan nayê eşkerekirin. 

Hengaw dide zanîn ku ji van bêhtirî 300 kesên wan nasnameya wan diyar kiriye, 51 jin in û ji wan jî 19 zarok in. 

Hengawê da zanîn ku ew hewl dide lîsteyeke tam a kesên di nezaretê de bi dest bixe; piştî piştraskirinê, ew ê karibin çavdêriya tesîra prosedurên mafê mirovan bikin û malbatan jî agahdar bikin ka ew dikarin hiqûqî çi bikin û xizmeta şêwra hiqûqî jî bidin wan. 

 

Dadgehên taybet li dijî raperînê

 

Dewleta Îranê dixwaze xwepêşandêrên li Îranê di çalakiyên ji bo azadiyê de hatine girtin wê li dadgehên 'taybet' bêne dadgehkirin. Li gorî dadgeriyê, li hemberî her kesa bi rengekî eşkere piştgirî daye 'serhildêran' wê doz bê vekirin.

Serokê dadweriya rejîma Îranê, Elî Alxassîmehr got, xwepêşandêrên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de hatine girtin, wê li dadgehên 'taybet' bêne dadgehkirin. Vî  “serokê dadweriyê” anî ziman ku li hemberî her kesên bi rengekî eşkere piştgirî daye "serhildêran" doz wê bê bekirin. Ew dibêjin, divê dadgerî çawa nêzî tecawizkar û sûcdaran dibe, bi heman rengî nêzî xwepêşanderan jî bibe.

Tê gotin, dadgehên taybet jî ser bi Dadgeha Şoreşê ne ya ku bi dozên têkildarî binpêkirina ewlekariya neteweyî ya dewleta Îranê elaqedar dibe û bi dayina cezayên giran tê naskirin. Li gorî dadgeriyê, heger navdarên Îranî jî bi rengekî eşkere piştgiriyê bidin xwepêşanderên şermezarkirinê, ew jî wê bikevin ber dozên hiqûqî. Rojên dawî kesên ji aliyê film û sporê ve naskirî, piştgirî dan çalakgeran û rexne li dewleta Îranê kirin.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.