Helsengandinî Ebbas Mîlanî le ser berhemekanî Hemîd Şewket

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 10 Kanûn 2022 - 01:52

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (154)

Le ciyat ewey le goşeyek danîşê û bêdeng qiruqep bê, namîlkeyekî cencalî nûsî ke nawekey zor becê bû. Nawî namîlkeke zewî bê haslat bû û têyda basî xuwaruxêçî karî rêkixiraweke û kemayesî helsukewtekanî dekrid û ewe bûwe hoy wirûjanî tûreyî û qînî "hawrêyan". Ewan rojan bizûtnewey çep ramanî marksîstî be taqe fikrî zanistî zeman dezanî û egerçî le zanist da, be mana asayiyekey, pêdaçûnewey berdewam be ser binemakanî fikr u girîmane wexokrawekan tenya rêgay pêşweçûn û pêşkewtine, belam le qamûsî zanistî marksîste Iranîyekanda, hîç sûç û tawanêk le sûç û tawanî be bîr u ra çûnewe da û gorînî xiraptir nebû. Leweş ziyatir, her kes bîwîstiba degij hukme negorekan ro bê ke beser rêbaz û hizrî ew gurûpane da balî kêşa bû hezar û yek taneyan lê deda. Kemtir kesîş deytuwanî bê ser êşe, be bê ewey tawanbar bikrê  be "çok dadan" le gurûp ciya bêtewe û rêgay xoy cwê katewe. Şewket helbet be başî agay lew rêwresme naşayistaney rojgar hebû, belam bew haleş le Zewî bê Haslat da ezmûnekanî talî xoy be zimanêkî zor guncaw û jîrane, derbirî. 

Le serderaney şoriş da çûwewe Iran. Bo ewey carêkî dîke biçnewe naw meydanî siyaset. Ew car le bergî layengiranî çepî dêmokratîk da. Katêk pelamarî rêjîm bo ser dijberanî geyişte dundî xoy, Hemîd hîç çarey nebû cige lewey ke bigerêtewe Alman. Şêwey nûsînekanî Şewket lew çend saley duwayî da dekrê le çendî û çonî çalakîyekanî serdemî lawêtî wî da bibîndirêtewe. Ew le kirdewe da bê bak û fîdakar bû û le buwarî fikrî da, hemîşe bepirsyar û dirdong bû. Be hasanî milî bo hukme dogmekan ranedekêşa. Le heman katda heday nededa û be rêk û pêk karî dekird. Le hemû karêk da însafî reçaw dekird, duwacar ewey ke hemîşe le ruwangeyekî mêjûyî û nezerîyewe çawî lew çalakîye siyasîyane dekird, dekrê gişt ew taybetmendîyane lew sê bergey ´Awrêk le Bizûtnewey Çepî Iran le nawewe´ da bibîndirê ke takû êsta bilawî kirdûwetewe [diyare le katî nûsînî ew wutare, kitêbî çuwarem wate wutwêj legel Muhsîn Rîzwanî blilaw nekrabûwewe. Amadekar].
Yekem kitêb lew zincîre dewlemende da, giftugoy Hemîd Şewkete legel Mêhdî Xanbaba Têhranî. Helbijardinî Têhranî wekû nuxtey despêkî ew gelayeye heta bilêy becê û şayiste bû. Helbet kesanî awaş hebûn ke her ew demî îradyan degirt lew helbjardine. Yek deygut Têhranî takrew bûwe. Ewîdî Têhranî tawanbar dekird be "ladan û gêreşêwênî", kesî sêyem xoy le Têhranî be şiyawtir dezanî bo giftugoyekî ewto. Şewket hîç gwêy bew îradane nebzût û diyare heqîşî bû. Le layekewe, Têhranî nizîkey nîw sede le çeqî alugorekanî çepî nwêy Iran da bûwe, leweş derçê, le akamî hêriş û şape u gapey Sawak da, naw û sîmay wî têkelawî bizûtnewey dijberanî rêjîm bibû le henderan, duwacar ewey ke be bawerî min ewe gewre kirdnewe û pêwenan nîye eger bilêyn hîç kes be qeder Têhranî şahîd û çawedêr û zor car têweglawî helkişan û dakşanî çepî nwêy Iran nebûwe. Kêye ke le nizîkewe Kiyanûrî û Recewî, Xusrew Qeşqayî û Wîşaka Fîşêr wezîrî karubarî derewey êstay Alman binasê û le 28-î Gelawêj le Taran, le tiropkî şorişî ferhengî le Çîn û le germey şorişî îslamî le Taran bû bê? Leweş derçê, le rojgarêk da ke hêşta baskirdinî xale lawazekan û helekan û tenanet qanûn şikênîyekanî bizûtnewe be gunahêkî nebexişraw dezandirê, Têhranî be dilpakî û azayetîyekî cêy rêzlênan, beşêkî girîng lew şitaney ke lew buwarane da deyzanî bo aste kirdin le mêjû da gêrayewe.
Duwacar ewey ke ew kesaney ke bextî dostayetî lemêjîneyan legel Têhranî da hebûwe, dezanin ke ew cige le ezmûnekan, çawedêrîyekan û mulaheze siyasîye bê bedîlekanî, le heman katda hekayetxwanêkî lêzanîşe. Zimanêkî heta bilêy şîrînî heye û nuktebazêkî zor mûqelêşîş e. Ruwanînî bo cîhan û însanekanî dewruberî ziyatir we ruwangey romannûsêkî qabîl deçê. Zeynî dekulê û dekulênê. Le lay ew ewey le rexney edebî da nawyan nawe "rewtî xurênî zeyn"  deskewtêk nîye le şêwaznasî roman belkû gêranewey girêy ew qisaneye ke hemîşe rojane lêy debistrê.

Le kitêbî duwemî ew ko kiraweye da Şewket çûwe lay kesayetîyekî be tewawî ciyawaz. Keşkolî le zumrey ew têkoşerane bû ke giyanbazî û dilêrî û gwê rayelî le rêkxistin da girîngtirîn sermayey siyasîyan bûwe. Her wek çon bo xoy zor car be raşikawî û dilpakîyekî cêy xoşewîstî basî deka. Keşkolî ziyatir ehlî kirdewe bûwe û sirincêkî ewtoy nedawete ser gengeşe fikrîyekan yan wirdekarîyekanî deste bendîye siyasîyekan. Leweş derçê Keşkolî reçelekî 'eşîretî heye û le  "Raperînî Cunûb" û "Bizûtnewey Kurdistan" da beşdarî kirdbû. Her wek ke şerî nawxoyî Êspanya bo weçeyek le marksîstekanî dinya ustûrey romantîkî zeman bû û le xermaneyek le efsane û hîwawe pêçrabû, raperînî 'eşîretekanîş ustûrey romantîkî çepî nwêy Iran bû boye zeyn û jiyanî Keşkolî be pêy dewrî wî lew raperînane da, girîngî bû be dû qat.

Dirêjey heye…

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.