Helsengandinî Ebbas Mîlanî,beşî çuwarem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 7 Çile 2023 - 00:47

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (156)

 

 

Lewê boy der kewit ke raperînî be nawbangî Kurdistan le rastî da heman gurûpî bîst kesî Şerîfzadeye ke ziyatirîş şew û roj, le katêk da barî giranyan be kolewe bû, le naw dol û kêwekan da le cûle da bûn, neka legel hêze nîzamîyekanî Iran tûşî têkhelçûn bên. Laşayî bo gêranewey ew birgeye le jiyanî her ewende bese ke delê: “Hêndêk car bext yarman bû û le tewîley ladêyekanda sir û sîpalman be erzî da deda."

Maweyek legel gurûpî Şerîfzade mayewe û ewcar bo rakêşanî piştîwanî û hêzî ziyatir bo ew bizûtneweye gerawe Urûpa. Le geranewey da bo Iraq bû ke bîstî yek dû roj duway royiştinî le Kurdistan, raperînî Şerîfzade şka û ew bo xoşî le neberdêkî çekdarane da şehîd bû. Mela Awareş duway gîranî dira dest cuxey ê'dam. Belam Laşayî her wa de fikrî geranewe da bû bo Iran. Yek le binaxekanî cîhanbînî rêkxistnekey ke rêberayetî wî le esto bû her ew bawere bû ke rêberanî hîzbî tûde xayinin çunke şanoy serekî xebat, wate Iranyan be cê hêştûwe û damawî muhaceret le Urûpay rojhelatyan  qubûl kirdûwe.  

Ew car bo geranewe bo Iran çûwe şêx nişînekan. Deyewîst bergî kirêkarî bipoşê. Dukturêkî xwêndewarî kitêb xwêndûy wek wî, le serî beyanîyewe ta şewê, le germay taqet pirûkênî şêx nişînekan da wekû kirêkarêkî sade û nexwêndewar zehmetî dekêşa bo ewey eyş bikrê le naw kirêkaranî rasteqîne da haw birwa û haw sengerêk bidozêtewe. Lewe girîngtir deywîst têkel ewan bê û bituwanê lew rêgayewe bigerêtewe Iran. Le her dû kar da nakaw bû, belam bîrî geranewey her le mêşik dabû. Detgut be rastî pêy waye ke be bê wî şorişî Iran û çînî kirêkar bê rêber û bê serperist demênêtewe. Kirukaşekanî bo geranewe bo Iran be bawerî min le heman kat da hemasî û tirajîkin. Car car dastanî Don Kîşot webîr dehênnewe û zemanêk dekrê dengdanewey ustûrey Sîzêf yan têda bibîndirêtewe. Duwacar be pasportî saxte û de kot û şelwarêkî şîkî Italyayî da, çawîlkey reş de çaw da wek tacirêkî 'Ereb çûwe naw Taran. Belam le Taran zû têgeyişt ke sazmane be ruwalet be naw û dengekey le çend kes ziyatir nîye. Ewanîş wek wî ziyatir le xwêndkaranî helkewtûy zankoyî bûn. Yekyan arşîtêkt bû û ewîdyan, wek Laşayî, pijîşk bû û derfet û îmkanyan heta bilîy berteng bû. Tenanet  bo ew ke rêberî sazmaneke bû şwênêkîşyan amade nekird bû têyda bijî. Ew rastîyane, be tenîşt wehmî bê naw û nîşanî jiyanî  nihênî sistîyekî le îmanî da pêk hêna û tûşî sersurmanî kird, cige lewe, bexêrayî bawerî hêna, be nadurustî ew rêbazey ke bo rêkxistinekey helbijard bû. Şik û gumanekanî xoy lew bareyewe legel çend hawrêy dîke hêna gorê. Delê tenanet amade kirdinî raportêkî lew bareyewe dest pê kirdbû. Hawrêyanî têkoşan pêmilî ken ke ew core şik u gumane le zeynî kesanêk da ke taze gerawnetewe Iran tebî'î ye. Deyangut be têperînî zeman û kirdewey şorişgêrane, îdêolojî şorişgêraneş be ser ew lawazîye baweryane û "burjiwazî" da zal debê û şik û gumanekan hemûyan derewênewe. Laşayî delê ew qise û argûmêntane pêmilî nekird, belam le ciyat ewey wedway hawarî zeynî tûşî gumanhatûy xoy kewê dirêjey da be çalakîyekanî. Le rastîda tenanet be salan lewe pêştir, katêk ke le Urûpa le kobûnewey
"kadrekan"  [destey kadrekan ew gurûpe bûn ke dû sê sal le dway pêkhatinî 'sazmanî înqîlabî hîzbî tûde le derewey wulat' leber dijayetî legel îdêolojî û rêbazî siyasî rêkxiraweke lêy cwê bûnewe. Nasrawtirînî ewan Mêhdî Xanbaba Têhranî û Mecîd Zerbexş bûn, amadekar] beşdar bibû kêçî ew şik u gumane kewtbûwe kewlî. Ew demîş sereray ewe dirêjey da be çalakîyekanî xoy. Her ew teslîme girîngane zemîney teslîmî duwatiryan pêk hêna. Tenanet renge teslîmekanî yekem awlemey serekî teslîmî dûhem bûbê.

Sereray ew şik û gumanane, rastî ewe bû ke le Taran ne karêkî hebû, ne cêgayek.  Wa biryar dira wekû bêhyar, muzemîdêkî sade le dewaxaneyek le duway kar bigerê, belam hewil danî bo peydakirdinî şwênêk ke têyda bijî xistîye dawî polîsewe. Çend rojêk lêyan da û kutek karyan kird ta duwacar nasnamey rasteqîney xoy dirkand. Leweş ziyatir biryarî da legel rêjîmî şa aşt bêtewe. Delê tenanet ber le gîranîşî deyzanî ke rêbazî rêkxistin naduruste û kesanî wek wî girê le ba deden, belam ney dewêra we dûy hukmî 'eqil kewê. Belam şeplaxey zîndan ew xîretey weber na. Biryar dira le giftugoyekî têlêvîzyonî da, be çaksazîyekanî rêjîmî şa helbilê û rexne le rêbazî dijberan bigrê, şertumercî azad kiranî le zîndan her ew giftugoye bû. Giftugoyeke bilaw kirawe û her le studyoy têlêvîzyonîyewe azadyan kird û qonaxêkî taze le jiyanî destî pêkird û lepir "têkoşerî mandûyî nenas" î dwênê bû be "xayin û lader" yekêk le xuşkekanî lewan rojan da berêweberî giştî teşrîfatî derbar bû. Her ewîş dîdarî Laşayî legel 'Elem î rêk xist. Laşayî delê lewan rojan da le Iran hemû kes pêdawîstî be piştîwan bû. 'Elemîş bû be piştîwanî wî. Cêy serince ke 'Elem, sereray nawbangêkî xirapî ke le buwarî malî da heybû, detgut le helbijardinî kesanî dewr û berî xoy da selîqeyekî başî hebû. Le 'Alîxanî û Bahîrî ta Xanlerî û Resûl Perwîzî, hemûyan le jêr çetrî piştîwanî ew da bûn û Laşayîş lewey duwawe legel ew rêze kewit. 

Maweyek xoy le hemû core çalakîyekî siyasî be dûr girt. Maweyek bû be serokî şîrketêkî sen'etî gewre. Belam xitxitokey siyaset dîsan kewte giyanî. Carêkî dîke hate meydanê. Îdî ewcar  sewday deselatî deser dabû nek şoriş. Geyiştbûwe ew akamey  ke "debê xoy be layek da sax katewe”. 

Dirêjey heye...

 

hsghazi@gmail.com

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.