Helsengandinî Ebbas Mîlanî beşî Kotayî

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 14 Çile 2023 - 01:49

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (157)

hsghazi@gmail.com

 

Serokayetî Lojyonî Xizmetkaranî Beşerî we esto girt. Be salan hewlî deda herçonêk bê biçête naw zehmetkêşanî Iran, belam ke azad bû destî le tebabet helgirt çunke  amade nebû dû sal xizmet  le "Sipay Bêhdaşt" le dêyeke da têperênê. Serokayetî lojyonî pê hengawêkî durustir bû. Deygut, bew kare delêy geyiştûwete ew beheşte belên pêdarwey ke pêştir be rêgay sazmanî înqîlabî da daxwuwazî dekird. Bawerî wa bû lew rêgayewe deytuwanî  le jiyanî rojaney hezaran Iranî tengdest da goranî girîng pêk bênê.

Be tenîşt karkirdin le lojyon da, renge wek beşêkî ciya nekrawe û xo lê nebwêr lêy çûwe naw karî siyasî. Berpirsyaretî gelalekirdinî beşêk le mêjûy seltenetî Pehlewî we esto girt. Leweş ziyatir, le gelalekirdinî felsefey diyalêktîkî şorişî sipîş da dewrêkî girîngî hebû. Eger çî be kurtîş bê çend u çonî ew meseleye, û tengjey piştî perde le nêwan deste u dayrey 'Elem û Huweyda, hêndêk layenî kirî deselatî le zemanî şa da nîşan deda. Duwa car katêk ke Mihemed Bahîrî cilewî karubarekanî Hîzbî Restaxîzî be destewe girt, hemîşe rawêjî legel Laşayî dekrid.

Helbet sereray ew hemû çalakyane, Sawak goya hêşta nezerêkî çakî le ser Laşayî nebû û bawerî wa bû ke ew le lêpirsînewekan da hemû ew şitaney deyzanîn dilpakane be lêpirserekanî negutûwe. Be ruwalet ew bê bawerîye tewawîş bê binaxe nebû. Laşayî be xoy be raşikawî delê ke zanyarî ewtoy ke dekra bibête hoy gîranî kesêk le Sawakî şardûwetewe. Sereray dijayetîyekanî Sawak, îdî dest rageyiştinî be kursî wezaret hemû rojê ziyatir debû. Serkewtinî şorişî îslamî diyare binaxey ew çaweruwanîyaney têk rûxand. Leweş ziyatir be ê'dam kiranî Nîkxa, Laşayîş hestî be metirsî kird.  Xoy şardewe û duway maweyek be nihênî le Iran helat. Çûwe Emrîka û jiyanêkî nwêy be dûr le hera û huryay siyaset dest pê kird. Destî kirdewe be tebabet, belam ew car le buwarî derûnnasî da û renge ew bijare legel wez'î xoşî bê rebt nebûbê. Ew lêweşawe zatîyey ke heybû carêkî dîkeş yarmetî da.  Le duway maweyek serokayetî pizîşkanî nexoşxaneyekî gewrey we esto girt. Cige le tebabet car car neqaşîşî dekird. Bîst salî le bê dengî û goşegîrî da derbaz kird ta ewey ke Hemîd Şewket çûwe serusoraxî. Le nawerokî pir kakilî giftugoyekanî legel Şewket derdekewê ke salanî bêdengî be qûlbûnewe u raman le ser ezmûnekanî rabirdûy xoy tê perandûwe. Le layekewe îmanî heta dê ziyatir bûwe be durustî û heqdarî ew rêgayey ke le zîndan helî bijardibû. Le heman katda rexne degrê le layenî girîngî rêbazî siyasî dijberanî ew rojgarî, legel eweşda hêndêk le lêkdanewe u şirovekanî sebaret be pirse komelayetî û şexsîyekan her wek rabirdû le ser binemay heman marksîzmî reng perîwî Çînî ye. Ew dû faqîye dekrê le şîkirdnewe û pasaw hênanewey giftugo têlêvîzyonîyekeşî da bibîndirê. Le layekewe beşêweyekî çil û nîweçil bergirî deka le rêjîmî şa. Delê le siyasete nêwneteweyîyekanda serbexo bû. Lew bawere daye şa le hêndêk rûwewe bangeşederî modêrnîteş bûwe. Hêndêk layenî ew modêrnîteye de ejmêrê. Her boye, le heman katda ke îradî cîdî degrê le kirdewey rêjîm, bergirî xoy le rêjîm be rewa dezanê. Le beranber da beşêkî girîng le heqbûnî kirdewey xoy le karnamey reşî rêjîmî îslamî da dedozêtewe. Depirsê gelo berpirsyaretî ew hemû kuştare be estoy ew kesanewe nîye ke dijî rêjîmî şa şeryan kird? Ew layene le qise u argûmêntî wî, be bawerî min, le ser binaxey hênde  pitew helnenirawin. Renge Kant, feylesûfî be nawbangî Almanî yekem kes bûbê ke nîşanî da rewabûnî kirdeweyekî exlaqî be ew kirdeweye xoy bestirawetewe. Be gutnêkî dî, ew rewayetîye ne dekrê be tirs le dax û direfş (û beheşt û dûzex) pasaw bidrê û ne be  alugorekanî dahatû ke le zemanî kirdewe da, her çonêk bê, hîç kes xeberî lêy nîye. Be gutnêkî dî, puxtey argûmêntî Laşayî ew akameye ke eger rêjîmî îslamî wefadar mabawe be dawxwaze dêmokratîkekanî xelk û karnameyekî ewende reşî nebûba ewdemî îtir hengawekanî heqanîyetî mêjûyîşî nedebû.

Helbet Hemîd Şewket le hemû rûyekewe, û be taybetî lew buware da, wulamekanî Laşayî le ruwangeyekî zor wird û sengînewe heldesengênê. Car car wek qisekirdinî dostêk legel dostêk dedwê nuxteyek dênête gorê le heman kat da be bawerî min qet, le cadey însaf û edeb la nada. Delêy wîjdanî wişyar û bêdarî êmey xwênereweye. Ew pirsyaraney ke le xwêndnewey kitêbeke da be zeyinman dega ew be nwênerayetî ême, deyanhênête gorê. Tenanet le hênane gorî pirsyarî pêwîst ke be tuwanayekî detuwanin le dilî Laşayî giran bên xo deparêzê. Qet nakewête helwêstî pelamarderane yan sûkayetî pê kirdin. Laşayîş le beranber da be dil kiraweyiyekî ke cêy pesndane, u le heman katda be raşikawîyekî cêy xoşewîstî, wulamî hemû pirsyarekan dedatewe. Le rastî da dekrê bigutrê lew gêraneweye da, rêwresmî be edeb cûlanewey ew per dêmokratîk, rûnkerewe û be însafaney giftugo u gengeşey siyasî cîdî heye ke ne hasan pejrandin u resmî asayî "pasaw dan" î babetekan wexo deka û ne dogmatîzm û sûkayetî.  

Renge girîngtirîn dersî ew kitêbe lew nuxteye da bê ke eger weçey Rûzbê- hekan û duktur Yezdî yekan gewherî mêjûyî ezmûnekanî xoyan, be dûr le be xo da helgutin û dogmatîzm, be diyarî bo weçekanî diwatir hêştbawe, lewane bû ke ew weçane helekanî pêşînyanyan dûpate nekirdbayewe. Tenê bê xeberan û bê awezan mêjû dûpate dekenewe. Be pêçewane, kesanî be awezî çazan ewe be nexşeyekî cêy lê fêrbûn û rêgakerewey dahatû dezanin. Awrêk le Bizûtnewey Çep le Iran nimûneyekî piçûk û şiyawî xwêndneweye le rêga u tasey goşeyek lew nexşeye. Weçey ême û weçey dahatû qerizdarî hîmetî Şewket û gewreyî Têhranî û Keşkolî u Laşayî n. Sipas bo zehmetekanyan u karyan berdewam bê.

Yekemî mangî ûtî 2002


Dirêjey heye…

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.