Helebce qirkirina Kurdan e
În 17 Adar 2023 - 09:05
Şehîdên Komkujiya Helebçeyê di salvegera 35’emîn de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin bibîranîn.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Metna daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdûllah Gungen ve hat xwendin û got; “Çawa me Dêrsim, Geliyê Zîlan, Amûdê, Enfal bi giştî, Taxa Gazî, Ezidî, Şengal, Roboskî û hemû komkujiyên din ên ku bi destê desthilata faşîst hatin serê gelê me ji bîr nekir, em ê Helebçeyê jî ji bîr nekin.”
Piştre parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş jî got ku ew ê di her keliya tekoşina xwe de ji faîlên komkujiyê Kurd re hesab bipirsin.
Metirsiya qirkirinê dewam dike
Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî jî têkildarî salvegera 35’emîn a Qirkirina Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got; “Bikaranîna gazên kîmyewî li Helebçe xeleka dawî ya jenosîda ku rejîma Baas a kolonyal a Iraqê di sibata 1986’an de di bin navê Operasyona Enfalê de li dijî gelê me da dest pê kirin. Metirsiya zext, koçberkirin û qirkirinê li ser gelê me li çar parçeyan didome. Li dijî vê metirsiyê em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî desthilata Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava ku bi yekdengî û bi hev re tevbigerin. Em bang li hêzên demokratîk ên cîhanê û raya giştî dikin ku di vê dema aloz de bi gelê me re hevgirtina xwe çêbikin, bidomînin.”
Em Helebce ji bîr nakin
Rêxistina HDP’a Êlihê il ber avahiya partiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Sedef Ozdemîr a metna çapemeniyê xwend wiha got: “Em Komkujiya Helepçeyê û qêrîna zarokan a ‘Dayê bêhna sêvan tê’ ji bîr nakin. Em kesên ku ji bo li ser kurdan bi ceribîne çekên kîmyewî dan Rejîma Saddam û kesên Komkujiya Helepçeyê ji nedîtî ve hatin jî ji bîr nakin.”
Divê weke Qirkirina Kurdan bê nasîn
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 35’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a komkujî şermezar kir, bal kişand ku ji Komkujiya Enfalê heta niha kurd hêj di bin gefan de ne.
ÎHD’ê ragihand ku biryar daye 16’ê adarê ya weke Komkujiya Helepçeyê tê zanîn li Tirkiyeyê weke “Roja Qirkirina Kurdan” bê naskirin û xwest ku Komara Tirkiyeyê vê qirkirinê nas bike.
Enfal sûcê li dijî mirovahiyê ye
Şaxa ÎHD’a Amedê jî têkildarî salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê diyar kir ku sûcên di çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin qirkirinin û wiha got: “Me qirkirina bi operasyona Enfalê pêk hatî 35 sal in ji bîr nekir û ji bîr nakin. Em kesê di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Hê jî çekên kîmyewî tên bikaranîn
Şaxa ÎHD’a StenboLê jî têkildarî Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’a ku komkujî şermezar kir, destnîşan kir ku tevî di peymanên navnetewî de polîtîkayên qirkirinê hatine qedexekirin jî îro hêj li dijî gelê kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn.
ÎHD’ê da zanîn ku ji bilî Iraqê gelek dewletên cîhanê ev komkujî weke qirqirin nas kiriye û bang li dewleta tirk kir ku vê qirkirinê nas bike û hemû mirov li dijî komkujiyan têbikoşin.
NAVENDA NÛÇEYAN