Bi diruşma “Em tolê hilînin û terorê têk bibin” Yekitiya Jinan a Ciwan bi hevkariya Nivîsgeha Yekîtiya Werzîşê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, pêşbaziya bisiklêtan a jinan a kîlometreyekê li dar xist.
Pêşbaziyê li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir û heta bi Kolana 20´ê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dewam kir. Bi dehan jinên ciwan beşdar bûn û wêneyên şehîdên berxwedanê hildan.
Di pêşbaziyê de Fatme Hesen bû yekemîn, Ela Hemûd bû duyemîn û Aya Qere Mihemed bû sêyemîn. Yekitiya Werzîşê bawername dan wan û Fatme Hesen jî kasa serketinê wergirt. Çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
ANHA/HELEB