- Pirtûka helbestê ya Zagros Cîlo a bi navê “Xeyalên Têkçûyî” ji Weşanxaneya Sîtavê derçû.
Weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke helbestê ya nû çap kir. Pirtûka helbestê ya Zagros Cîlo a bi navê “Xeyalên Têkçûyî” ji Weşanxaneya Sîtavê derçû.
Weşanxaneya Sîtavê pirtûka helbestan a “Xeyalên Têkçûyî” wiha dide nasîn; “Nivîskar helbestên xwe li ser xwezaya Kurdistanê, rêhevaltî, evîn û heskirinê hûnandine. Nivîskar carinan xwendevanên xwe dibe Zagrosan, li deşt û çiyan digerîne, ava kaniyên zelal bi wan dide vexwarin. Carinan dike evîndarek dibe û di xeyalên zarokekî de li azadiyê digerîne. Carinan dike hêvîyeke şikestî di serê rêyeke zozanan de dihêle li benda hatina pakrewanekî azadîyê. ”
NAVENDA NÛÇEYAN