Helbestên girtiyên azadiyê xwendin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Mijdar 2022 - 04:15

Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd bi boneya “Roja Nivîskarên Di Zîndanan De” komxebatek li dar xist. Di bernameyê de nivîskar û wêjehezan helbestên nivîskarên Kurd ên di zindanan de xwendin. 

Bernameya komxebata "Roja Nivîskarên Di Girtîgehan De ya Cîhanê” ya Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd hat lidarxistin. Di bernameyê de nivîskar û wêjehezan helbestên nivîskarên girtî xwendin. Helbestvan Roza Metînayê helbesta bi navê “Cotmeha Min” a helbestvana girtî Leyla Saraçê, nivîskar Fatma Taşlitûnçê helbesta bi navê “Çûm” a Ehmedê Bilokî û Ronahî Farqînê jî helbesta bi navê “Êşên Evînê” ya Mem Farqîn xwend. Her wiha Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan û nivîskar Veysî Ulgen jî helbest xwendin. 

 

Divê em dengên girtiyan ragihînin 

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan ku di bernameyê bal bire ser rewşa nivîskarên Kurd ên girtî. Fîdan diyar kir ku gelek nivîskarên Kurd yan di girtîgehan de ne, yan jî mişextî ne: “15’ê Mijdarê, sala 1981’ê ji aliyê PENa Navneteweyî ve wekî 'roja nivîskarên di zîndanan de' hatiye diyarkirin. Li çar aliyê cîhanê ev roj bi xemgînî tê pîrozkirin. Ji ber ku nivîskar di hepsê de ne, em xwe naspêrin bextê xemgîniyê, em neçar in ku li her derî hestên têkoşîn û berxwedanê derbixin pêş. Ev roj jî, rojek ji wan rojan e. Pêwîst e em dengê girtiyên azadiyê ragihînin her derî.” 

Paşê Fîdan, helbesta "Dê Vegerin Şûnde” ya girtî Mehmûd Aslan xwend. 

Gava malbata Aslan ji bo wî bibîne diçe girtîgehê di rê de qeza dike. Di qezayê de dayik, jinbir û biraziyê Aslan jiyana xwe ji dest didin. Aslan jî helbesta bi navê “Dê Vegerin Şûnde” li ser wan dinivîse. 

Bername bi xwendina helbestan bi dawî bû.

Beşek ji helbesta Mehmûd Aslan ya “Dê vegerin şûnde li jêr e:

Hemû pirtûk û pêxemberên xwedê, şehîd û şahidên vê ne

Heke hêj jî em li vê cîhana bê rihim û bê şerm dijîn, bi saya vê ye

Baweriya me ya ku dê vegerin, baweriya me ya ji dayîkê ye

Tekane utopyaya me ye ku nehatiye dizîn, nehatiye lewitandin

Û em terka wê nakin…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.