Helbestên erdhejê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Sibat 2023 - 05:57

  • Lê li cem miletên xwecihî û di dînên xwezayî de erdhej, ne ji bo xezaba xwedê nîşan bide tê bibîranîn. Erdhej li cem wan, weke felaketên din, sedema hewarê ye.

Erdhej û felaketên weke wê yên tên serê mirovan, di bîra mirovan de xwe bi berhemên hunerî jî digirin. Yek ji van huneran jî helbest e. Nexasim helbestên ku parçeyên mîtolojî û rîtuelên dînî ne, di çarçoveya fêhmkirina Xwedê û xwezayê de behsa wan dikin. Di dînên semawî de tofanê jî mirov dikare di vê çarçoveyê de bibîne. Lê li cem miletên xwecihî û di dînên xwezayî de erdhej, ne ji bo xezaba xwedê nîûşan bide tê bibîranîn. Erdhej li cem wan, weke felaketên din, sedema hewarê ye.

Yek ji miletên xwecihî yên bakûrê parzemîna Emerîkayê, Zunî ne. Zûnî li devera ku îro roj lê Grand Canyon heye û hawîrdora wê diman. Ew îro jî ji wan miletên xwecihî ne ku di asta federal de li DYE´yê fermî tên naskirin. Di rîtuelên wan de em helbestên li ser erdhejê jî dibînin. Yek ji wan ji xwe navê wê Erdhej e. Em bi hêsanî dibînin ku hewar temaya sereke ye:

 

Li wir erd hejiya,

li wê devera dara çamê lê

 

Zinar hatin xwarê

Mirov tirsiyan

 

Rahib civiyan

Serek û mezin;

Wan şêwra xwe danî.

 

Bang bikin li bezvanekî bi lez

Qasidekî bişînin 

bila xwe bigihêne Hopiyan;

 

Bang bikin li Tekamînka, Eço

Ew xwedayê li başûrê Îtîwanayê dimîne.

 

Li wan cihên ku erd qelişî

wan desteyên pirtikan bi cih kirin,

Wan ji qamîşan merş çêkirin:

[Bi navê] la´kayn.

 

Mirovên nava rojê 

nizanin çawa erdê bigirin;

 

Ho, erdê, dayika me,

Venebe,

….

 

Agahiyên li ser Erdhejên berê

Li ser erdên Kurdistanê û cîranên wê, erd gelek caran hejiyaye û rê li ber felaketên mezin vekiriye. Şairên berê jî ev yek dîtine û di helbestên xwe de behsa wan kirine. Yek ji wan Bedredîn Qawamî Razî (beriya 1164´an jiyaye) ye. Wî li ser erdheja Rayê helbestek nivîsiye ku rêza pêşî dibêje, Erdhejê Ray (ev bajarê kevnar, îro ji taxên keviya Tehranê yên başûr r) xera kir, û di rêza diduyê de jî dibêje, 350 hezar mirov mirin. Ew behsa bûyera sala 241 ya hicrî (mîladî 855-856) dike. Hingê li Rayê erdhejeke mezin çêdibe. Heman salê qederê 270 kîlometreyan li bakurrojhilatê Rayê jî erdhejeke pirr mezin çêdibe û ev dibe felaketeke ew çendê mezin ku piştî qederê 2 sedsalan jî şairek li ser binivîse.

 

Erdheja Tebrîzê ya 1042´yê    

Ebû Qetran Mensûr (1009-1072) li ser Erdheja Tebrîzê ya 4´ê Mijdara sala 1042´yan bi forma qesîdeyan du helbestên dirêj bi Erebî nivîsandine. Qesîdeya pêşî wî li Tebrîzê, piştî ku şahidî kiriye li erdhejê, nivîsandiye. Di vê qesîdeyê de ew edheja Tebrîzê ya hingê weke li jêr terîf dike:

- Gir û çiya çûn xwarê, deşt û gelî bûn gir û çiya

- Derz ketin ser rûyê erdê, dar serûbinî hev bûn û ava çem û kaniyan nema

- Avahiyên bilind û darên bilind ketin xwarê.

 

Erdheja Victor Hugo

Mirov di helbestên wêjekarên navdar ên weke Victor Hugo de jî erdhejê û tesîrên wê dibîne. di helbesta xwe ya bi navê “Roj diçe ava” de, ew dibêje:

 

Paşê qesrek rabû ser xwe, hewa dilerize, her tişt direve.

Ew avahiya tirsnak bi mij û morana rûxiyayî

Hildiweşe bi ser hîmên xwe de, û didewise;

ew li dûr ser ezmanan digire, û ser wan kovikên sorê agirî

Ew seriyên tûj, li ser serê me aliqîne, eynî weke

Çiyayên serûbinîhev qulibî.

 

Wergera helbestan: Luqman Guldivê

Arix dibên li gundê Saran

 

Erdhej di helbesta Kurdî de gelek caran şîn e. Nimûneya vê ya herî darî çav jî strana Arix e. Sala 1939´an 26´ê Kanûnê li Ercînganê erdhej çêbû. Di wê erdheja mezin de bêhtirî 50 hezar mirovî mirin. Lê tesîra wê heta bi Sêwasê û Dêrsimê jî bû. 

Di wê erdhejê de li gundê Arix ê Macirana ser bi sêwasê de jî gelek avahî hilweşiyan, mirov û sewal di bin xirbeyan de man. Li gorî rîwayetê mirî ji saxan bêhtir bûne û ji ber serma zivistanê, saxan bi zehmetî kairya miriyan veşêrin. Ji ber wê Arix şîneke ku birîna wê îro jî nekewiyaye. Di erdhejê de gundên Qoçgiriyê yên li ser xeta fayê Cerit, Karlaş, Duricin, Cefoyan, Gundê Hemo, Mustoyan jî ji ber erdhejê êşiyan. Lê ji ber ku xaniyên Arixê ji kevir û heriyê bûn, li gorî rîwayetê bêhtir mirov mirine. Gotinên wê stranê li jêr in:

 

Arix dibên li gundê Saran
Gava ku zelzele bu
Lê lê anê dused sêsed mezel vedan
De lê lê lê
De lo lo lo

 

Hîvî wêket
Hîva tijî ye
Lê lê anê dutane xudane law û qîza
Lê lê dayê yek nebû zava
Sere silgavê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.