Helbesta ‘Kes bi dada me nepirsit’ hat şirovekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Adar 2023 - 03:15

Di çarçoveya çalakiyên projeya "Sala 2023ʹyan sala Melayê Cizîrî ye" de her roja Sêşemê çalakî tên lidarxistin, Di vê peywendê de helbesta “Kes bi dada me nepirsit” ji nû ve hat şirovekirin.

Bernameya xwendin û şirovekirina helbestên helbestkarê klasîka Kurdî Melayê Cizîrî,  hefteyê carekê bi navê “Êvara Nîşaneya Botanê” li navenda HRRK`ê ya Qamişloyê pêk tê. Vê hefteyê helbesta “Kes bi dada me nepirsit” hat şirovekirin.

Hefteya bihurî, bernameyê bi şevbihêrka yekemîn dest pê kiribû. Di şevbihêrka yekemîn de helbesta bi navê “Şerbeta lam û bê`yan” hat şirovekirin.

Endamên partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskarên Kurd li şevbihêrkê amade bûn. Şevbihêrka vê hefteyê jî bi dirûşma “Dil yek e, dê işiqî yek bit, aşiqan yek yarî bes qibile dê yek bit qulûban, dilberek dildarî bes” ji aliyê nivîskar û rojnamevan Diyar Bohtî ve hat lidarxistin.

Diyar Bohtî li ser taybetmendiyên helbesta ʹʹKes bi dada me nepirsit” ya Melayê Cizîrî got, "Taybetmendiya helbestê xezel bû, naveroka wê jî girêdayî berpirsyarî, tênekirina hêzê, pêdiviya bi kirdarekî, tiştên pêkan û nepêkan, tiştên bikêr û yên bêkêr, behredarî, têkoşîn, cewherê tiştan û evîna rast bû. Balê dikşîne ser pêwîstiya bi têkoşîn û rêxistinbûyînê.ʹʹ

Ji palana sala 2023ʹyan Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) çalakiyan bi sernavê “Şahê helbesta Kurdî ya klasîk” e. Ev çalakî giringiyê dide helbestên Melayê Cizîrî. Li gorî bernameya wan dê di nava hefteyê de rojekê helbesteke Melayê Cizîrê ji aliyê nivîskar û rojnamevan Diyar Bohtî ve bê şirovekirin.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.