Hejmara Dilopê ji bo Qedrî Can

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Tebax 2021 - 04:05

Kovara du mehane Dilopê hejmara xwe ya 21’ê derxist. Mijara dosyayê ya vê hejmarê bi rasthatina salvegera wefata helbestkar Qedrî Can, li ser vî helbestkarê Kurmanciyê ye. Di berga hejmarê de Qedrî Can weke "helbestvanekî komunîst û welatperwer" hatiye danasîn. Nivîsên li ser dosyayê, yanî li ser Qedrî Can û helnesta wî ji destê Rêdûr Dîjle, Ayhan Erkmen, Prof. Meriwan Umer Dewlet, Îsmaîl Dîndar, Enwer Karahan derketine.

Di vê hejmara Dilopê de wekî din nivîsên Îbrahîm Karaca, Fewzî Bîlge, Recep Maraşli, Mehmet Bayrak, Bernas Qerejdaxî, Mesut Alp, Kemal Înal, Namik Kuyumcu, Mela Mihyedîn, Can Eraldemir, Veysî Ulgen, Welat Esen jî hene. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.