Hefteya li dijî qedexeya PKK’ê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:31

  • Bi dehan rêxistin û sazî li Elmanyayê ji bo rakirina biryara qedexekirina PKK’ê ya 28 salan, banga tevlîbûna çalakiyan kir. Çalakî wê di Mijdarê de hefteyekê dewam bikin. 

Bi dehan rêxistin û sazî li Elmanyayê ji bo rakirina biryara qedexekirina PKK’ê ya 28 salan, banga tevlîbûna çalakiyan kir. Çalakî wê di Mijdarê de hefteyekê dewam bikin. 

Kurd, Elman, Tirkiyeyî û gelek komên çêpgir daxuyaniyek hevpar da û du daxwazên xwe yên esasî parve kirin:

‘Qedexeya li ser PKK’ê rakin!’ û ‘Dawî li şer bînin-Destekê bidin çareseriya siyasî’.

Çalakî wê di salvegera 28’an a qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê de bên kirin.

Rêxistinan got, Mijdara 1993´yan hikûmeta wê demê ya federal biryara qedexekirina PKK´ê da û îsal salvegera wê qedexekirinê ya 28’an e. Wan got, ji wê demê ve qedexe hem ji aliyê siyaseta Elman ve dewam kir, heta hat dijwartirkirin: “Niha li Elmanyayê 11 aktivîstên siyasî yên Kurd girtî ne. Di navbera 2016-2020’ê de ji endamtiya PKK’ê û sûcên destekdayîna wê bi giştî 786 kes ketin ber lêpirsînê.”

Rêxistinan got, di 10 salên dawî de zextên siyasî, sûcên çandî, fîzîkî û derûnî gihiştine asteke pirr bilind: “Tevgera Kurd di salên dawî de li Rojhilata Navîn bû faktoreke aramiyê ya girîng. PKK, li dijî terora qaşo Dewleta Îslamî, mîna kelhekê xwe girt û heman demê ji bo ji bo jinan û mafê jinan bi roleke navendî rabû, bû organîzatorê çêkerên demokratîk, pirr rengî û xwe bi xwe rê ve bibe. Kurdên li Elmanyayê jî destekê didin vê polîtîkaya pêşverû, bi karên xwe ji bo çareseriya pirsa Kurd destekê didin hewldanên siyasî yên li ser esasê aştî û demokrasiyê yên PKK’ê.

Divê êdî dewleta Elman dev ji ‘terorîzekirina’ PKK’ê berde, bes xebatên siyasî sabote bike, divê êdî destekdayîna daxwazên rewa weke tiştekî xirab nede nîşandan.”

27’ê Mijdarê çalakiya navendî

Di nava van rêxistinan de komên piştgiriya bi Kurdistanê re,  AZADÎ e.V., Black Mosquito, Bloque Latinoamericano, Collettivo O45 jî hene. Wan her wiha banga beşdarbûna çalakiya navendî ya li Berlînê ya 27´ê Mijdarê jî kir: ”Li Komara Elmanya ya Federal rabûna qedexeya li ser PKK’ê û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo çareseriya pirsa Kurd wê gavên girîng bin. Ji bo vê em ê 27’ê Mijdara 2021’ê li Berlînê li meydanan bin. 27’ê Mijdara 2021’ê li Berlînê tevlî çalakiyê bibin.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.