- Monologên Apê Nazîf behsa felsefeya meqamên şemşalê dikin. Felsefeya ku di nav jiyana rojane de bûye weke rêûresmekê. Digel jiyana Apê Nazîf em jiyana Hewraman û gelek demsalên wê ango xwezaya wê ya bi heybet jî dibînin.
ARDÎN DÎREN
Belgefilma bi navê “Heft senfoniyên Zagrosê” bi van hevokên Apê Nazîf dest pê dike: “83 salên min li serê van çiyan, li Hewraman derbas bûn. Ev nêzî 75 salan e ku ez xemgînî û kêfxweşiyên niştecihên vê erdnîgariyê parve dikim. Lê tişta para min ket tenêtî bû, tenê dost û hevalê min Şemşal (cûreyekî bilûrê) bû. Bavê min tim ji min re digot, Şemşal yadîgarê bav û kalên me ye. Ew dîrok û çanda me tîne ziman.” Apê Nazîf (Nazîf Moradweysî) ruhê Hewraman bi xwe ye, li ku şîn û şahiyek hebe ew li wir e. Ew bi salan bi hevalê xwe yê tekane şemşalê (cûreyekî bilûrê ye) re li şîn û şahiyên Hewramanê bûye û bi vî awayî ji wê tenêtiya ku behsê dike, hinekî dûr ketiye. Ew bi dengê xwe yê ku ji derve em dibihîsin, behsa jiyan, bawerî û çanda Hewraman dike. Monologên Apê Nazîf behsa felsefeya meqamên şemşalê dikin. Felsefeya ku di nav jiyana rojane de bûye weke rêûresmekê. Digel jiyana Apê Nazîf em jiyana Hewraman û gelek demsalên wê ango xwezaya wê ya bi heybet jî dibînin. Yanî dîmenên belgefilmê weke helbestekê diherikin û meriv ji gotinên Apê Nazîf yên kûr û xwezaya Hewramanê têr nabe.
Apê Nazîf tenê li şemşalê naxe, her wiha ew diçe ji zeviyan zilan jî kom dike û ji van zilan şemşalan çêdike. Ew di heman demê de hosteyekî şemşalê ye jî û di vî warî de kesekî şareza ye. Ew vê rêûresma kevnar didomîne û gelek kes pê dişêwirin dema şemşalê çêdikin. Li gorî Apê Nazîf dibêje, amûra şemşalê ya muzîkê xwedî dîrokeke 3 hezar û 500 salî ye. Ewqas sal in ku şemşal dibe hevparê xem û şadiyên herêma Hewramanê.
Ji çanda resen dîmenên weke helbestê
Dema meriv li dîmenan temaşe dike û li jiyana wir dihizire meriv bivênevê difikire û dibêje, gelo ev qewmê çiyayî bi çi awayî maye di vê quntara asê de. Weke ku ji derveyî dîrokê û ne li vê dinyayê bin. Vî qewmê çiyayî, rêûresmên berê parastine û hîna jî bi van rêûresman dijî. Di her dîmenekî belgefilmê de em rastî çandên resen yên Kurdan tên. Hîna jî jin li ber deriyan teşiyê dirêsin, bi şêwazên berê ben û werîsan çêdikin û bi destar genim dihêrin. Ev dîmen giş weke helbestekê hatine honandin, dengê jinên ku pişta wan li me ye û ber bi çiya ve lawijan dibêjin û dengê şemşala Apê Nazîf wê efsûna xwezaya Hewraman radixin ber çavan. Li wir hîna jî roj û xweza pîroz e û nehatiye herimandin. Ew bi hurmet nêzî xwezayê dibin û pêdiviyên xwe hemûyan di wê xwezaya pîroz de pêk tînin. Belgefilm di her kêliyê de vê bihişta rengîn ango çanda Hewraman nîşanî me dide.
Di her meqamekî de serpêhatiyek
Jixwe belgefilm navê xwe û şêwaza xwe ji hejmara heft a ku di gelek olan de weke hejmareke pîroz tê qebûlkirin digire û naveroka belgefilmê li ser vê felsefeyê hatiye fesilandin. Jixwe Apê Nazîf jî di serê belgefilmê de behsa vê yekê dike û dibêje, ji mêj ve pêşiyên me behsa hejmara heft dikirin û her wiha mînakên heft asîman, heft roj û heft şevan dide ku timî behsa wan tê kirin. Dîsa li wê herêmê li gorî baweriya Mîtraîzmê heft weke hejmareke pîroz tê hesibandin. Apê Nazîf jî jiyana xwe dike heft beş. Ji lewma heft meqamên şemşalê hene. Ji xeynî meqaman şemşal ji heft qulan pêk tê. Apê Nazîf dibêje, “Di her meqamekî wê de serpêhatiyek heye û ev meqam behsa hûrgiliyên jiyanê dikin.”
Heft meqam û heft beş
Ji ber vê yekê belgefilm behsa van her heft meqamên şemşalê dike û ji heft beşan pêk tê. Di her beşekê de em meqamekî şemşalê dibînin. Apê Nazîf peywira van meqaman ya di nav civakê de yek bi yek ji me re rave dike. Di nav van meqaman de meqamên şîn, şahî, xweza, dawet, îbadet û nexweşiyê hene. Mînak meqemekî şemşalê tenê ji bo heywanan e. Dema Apê Nazîf li ber pez e ji heywanan re lê dixe. Meqamekî din behsa jiyana siharê dike û destpêka jiyanê vedibêje. Di nav jiyana rojane de rîtma kar û barên jiyanê ye ev meqam. Meqamekî din jî heye, dema kesek nexweş dikeve dîsa gazî Apê Nazîf dikin û ew diçe ber serê kesên nexweş, pif dike şemşalê û ev deng ji ruhê wan re baş tê. Bi vî dengî xwe aram hîs dikin û gelek caran baş dibin. Wekî din dema kesek jiyana xwe ji dest bide, dîsa gazî Apê Nazîf dikin û ew bi meqamê şînê li şemşalê dixe û kesê mirî bi oxir dike.
Tevneke serketî ya belgefimê heye
Derhênerê belgefilmê Perwîz Rostamî bi vê belgefilma 25 deqîqeyî ya ku dîmenên wê pirr baş hatiye girtin, karekî serketî pêk aniye.
Hema bibêje, dîmenekî ku çavê meriv lê bialiqe û meriv aciz bike tine ye di belgefilmê de. Dengên xwezayî û her wiha dengên din pirr baş in. Lê ez dixwazim behsa Tofîq Amînî jî bikim. Kesê ku belgefilm pev xistiye û tevneke rast ava kiriye, ew e. Çi kurtefilm û çi jî belgefilm di gelek filmên Rojhilatê Kurdistanê de em rastî vî navî tên. Bi ya min, honandina filmekî pirr girîng e û di gelek filmên Kurdî de ev yek qels dimîne. Lê kesên wek Tofîq Amînî dilê meriv rehet dikin û meriv bi wan serbilind dibe. Yanî ji bilî derhêneriyê, ji sêwirandin, şêwaz û tevna filmê re jî pirr kêfa min hat û min ew gelek serketî dît.
Meriv bi vê belgefilmê tê derdixe ku dengê şemşalê bi her awayî jiyana kesên Hewramanê xemilandiye û bêyî dengê wê her tişt kêm e. Lê Apê Nazîf li gel temenê xwe yê dirêj jî nahêle kêmasî çêbe û hîna jî vê çanda qedîm ya ku bav û kalên wî jê re hiştine, diparêze.
Dengê şemşala wî weke senfoniyeke kevnare li newal û çiyayên Zagrosê olan dide.