HDP´ê derî li hevdîtinan vekirine

Sêşem 7 Adar 2023 - 16:23

Piştî ragihandina namzetiya Kiliçdaroglu, hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got, “Em li bendê ne ku Kiliçdaroglu bê navenda me ya giştî.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Mîthat Sancar beşdarî bernameya televîzyona Habert Tirk bû. 
Sancar ji bo pirsa derbarê namzetiya Kiliçdaroglu de got, “Bi xêr be. Ji bo minaqeşekirina namzetiya hevpar, em li bendê ne serdana navenda me ya giştî bike.”

Li hev werin dikarin piştgiriyê bidin

Mîthat Sancar di kanala televizyonê Haber Turkê de bersiv da pirsên Fatîh Altayli û derbarê diyarkirina namzetê serokomariyê de got; “Gelo em ê di vê pêvajoyê de namzetê xwe derxin yan na, wê di hevdîtinên me yên di desteyan de û hêzên me yên tifaqê de bigihîje biryarê. Ez ji bo namzetiya birêz Kiliçdaroglu dibêjim, bi xêr be û em li bendê ne ku were bi me re hevdîtinê bike. Ji bo çi em vê yekê dibêjin. Jixwe, me berê rêgez û rêbaz destnîşan kiribûn. Heger muxalefet namzetê hevpar destnîşan bike, di encama hevdîtinên eşkere û yekser de ku bi me re bike, em bigihêjin xaleke hevpar û li hev werin, em dikarin piştgiriyê bidin vî namzetî. Berovajî vê, rêya me diyar e, em ê namzetê xwe derxin. 

Em bazarê nakin

Hedefa me demokrasî, edalet û azadî ye. Em dixwazin li ser rêgezan biaxivin. Ne ji bo bazarê, serokomarî wê li ser kîjan rêgezan bisekine, pêvajoya derbasbûnê wê çawa bibe, di wê qonaxê de bi lezgînî wê çi bên kirin, em ê li ser van mijaran biaxivin. Minaqeşeya bazara wezaretan di rojeva me de nîne. Meseleya esasî, çawa ku pirraniya civaka Tirkiyê dixwaze û em jî pê bawer in, lihevkirinek e ya ku bikare guhertina demokratîk pêk bîne.

Heger derbarê mijarên weke veguherîna demokratîk, edalet û azadiyê, herwiha derbarê çawaniya pêvajoya derbasbûnê de, lihevkirin pêk bê, ev ê me kêfxweş bike. Beriya vê jî min gotibû, hedefa me ya esasî û helwesta me, demokrasî, aramî, edalet û aştî anîna vî welatî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.