HDP û rêvebirina pêvajoyê

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Çarşem 15 Tîrmeh 2020 - 16:28

Dema mirov li dîroka Tirkiyê ya nûjen binêre têra xwe darbeyên leşkerî tê de çêbûne. Ji darbeya yekemîn a 27`ê Gulana 1960`an heta darbeya dawîn di sedsala 21`an de, Tirkiye di gelek pêvajo û guhertinan re derbas bûye. Mirov dikare Tirkiyê wek “welatê darbeyên leşkerî” bi nav bike.
Helbet di dirêjahiya darbeyên leşkerî de tu sîstemeke demokratîk nehate avakirin, berovajî wê karesetên mezin çêbûn û bi hincetên darbeyan gelek kes hatin tesfiyekirin û xebata siyasî di asta herî kirêt re derbas bû. Nexasim darbeya 12`ê Îlona 1980`yî jî di hafizeya gelê Kurd û Tirk de, hîna zindî ye.
Çavdêrên ku rewşa Tirkiyê ji nêz ve dişopînin, dibêjin ku dema Tirkiye dixwaze guhertinan çêke û derbê li hêzên opozîsyonê bixe, destpêkê darbeya leşkerî bi hincetên cuda pêk tîne. Bêguman, darbeya herî dawî ya ku di 15`ê Tîrmeha 2016`an de çêbûye ku îro salvegera xwe ya çaremîn e, mînakeke berbiçav e.
Di vê darbe û mîzansena herî dawîn de, gelek şîrovekar û analîzvan dibêjin ku AKP-MHP`ê bi xwe ev darbe pêk anîne da ku rê li pêşiya xwe vekin û kesayetên li ber wê rabin, çi Kurd û çi jî Tirk, xwe ji wan xelas bike. Di vê çarçoveyê de, bi deh hezaran mirov li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di nav de leşker, rojnamevan, dezgehên çapemeniyê, siyasetmedar û serokên partiyan hatin girtin.
Di berdewama xeleke darbeyê de, faşîzma AKP-MHP`ê li dijî HDP`ê ku xwedî projeyeke biratiya gelan bû û hêza herî mezin a opozîsyonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû, darbeyeke siyasî pêk anî û di navê de her du hevserokên wê, bi hezaran endamên wê girtin.
Hêzên faşîst dixwestin ku HDP`ê ya li pêşiya berjewendiyên wan bûbû kelem, lewaz bikin. Piştî ku faşîzma AKP-MHP`ê di hundirê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi darê zorê her tişt xiste bin destê xwe, êdî dest bi pîlanên xwe kir.
Destpêkê, li dijî Sûriyê û nexasim li dijî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk dest bi hemleyên dagirkirinê kir. Di vê çarçoveyê de ji Cerablusê heta Idlibê û herî dawî jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Bêguman, eger hêzeke opozîsyonê ango HPD`ê wekî berê xurt bûya, bê şik dewleta Tirk cesaret nedikir ku êriş û operasyonên bi vî awayî pêk bîne. Piştî Sûriyê, dewleta Tirk niha li Iraq, Lîbya, Yemen, Yewnanistanê û Deryaya Spî li pey xeyala xwe ya Osmaniya Nû dikeve.
Di hundirê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî, ji ber şêwaza AKP-MHP`ê, destpêkê aboriya Tirkiyê darbeyeke herî xurt xwar, gihîşt astekê ku pereyên Tirkiyê êdî bê qîmet bûn. Her wiha tiştek navê xwe “demokrasî” li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nema, her partî, rojnamevan, dezgehên ragihandinê, rêxistinên cuda û hêza ku dixwest polîtîkayên AKP-MHP`ê rexne bike, bê dudilî çarenûsa wan girtin an jî derxistina derveyî sînor bû. Hin caran jî dihatin kuştin.
AKP-MHP`ê, Tirkiye xist çiravekê ku êdî nizanin çawa jê derxin. Di heman demê de, ji bilî dorpêça aborî, Tirkiye xistin dorpêçeke siyasî ku niha li herêmê û cîhanê hevalbendên xwe gelekî kêm bûne.
Baş e, gelo wê çi hêz an jî çi partî bikare Tirkiyê ji çirava ku niha tê de ye, xelas bike? Helbet AKP, MHP û CHP nikarin vê yekê bikin, ji ber ku ew xwedî heman hişmendiya nîjadperestiyê ne û tenê ‘yek milet, yek ol û yek alê’ qebûl dikin.
Ne partiya Davutoglu û ne jî ya Alî Babacan ku heta duh jî dûvikên Erdogan ên nêz bûn, dikarin Tirkiyê ji vê rewşa wê xelas bike. Bi sloganan dibêjin û şêwazên Erdogan û MHP`ê di rêvebirina welat de rexne dikin, lê eger ew jî rêveberiya welat bikin, wê bikevin heman şaşiyan. Ji ber ku partî û navên ku me li jorê anîn ziman, di heman dibistana Mustefa Kemal a li ser esasê qirkirina gelan de, perwerde bûne.
Tenê li meydanê HDP ma. Gelo wê HDP bikare welat ji vê rewşê xelas bike? Bê teredud hêz û projeya HDP`ê têrê dike ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser esasê projeya Rêber Apo bi rê ve bibin. Ji ber ku projeya HDP`ê destpêkê li ser pirrengiyê ye û hemû neteweyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn, digire nava xwe. HDP xwedî hişmendiyekê ye ku dizane welat bi şer û aloziyan rizgar nabe, bi pêvajoyên aştiyê, bi diyalogê û pêşkêşkirina alternatîfan çareser dibe.
Lewra li pêşiya HDP`ê erkeke dîrokî heye, her çi qas êriş, zext, çewisandin û zordarî li ser wê hebe jî, lê pêwîst e ku tevî van hemû êrişan jî, welat û gelên xwe ji vê rewşa aloz rizgar bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.