HDP têkoşînê xurt dike

Duşem 30 Gulan 2022 - 21:15

  • Cihgirî Serokê Koma HDP’ê ya di Parlamenê de Saruhan Oluç, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar ji bo hevdîtinan bikin, weke heyet li Berlînê ne. 

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Cihgirî Serokê Koma HDP’ê ya di Parlamenê de Saruhan Oluç, parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar ji bo hevdîtinan bikin, weke heyet li Berlînê ne. Ew çûn serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û bi xelkê re hatin cem hev.

Heyetê li NCDK’yê derheqê reşwa Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de xelk agahdar kir. Saruhan Oluç, behsa nexşerêya rêya 3’yem a HDP’ê rave kir. Oluç got, wan bi Newrozê û 1’ê Gulanê nîşanî desthilatdariyê û muxalefetê daye ku ew têkoşîna xwe bi sirar dewam dikin. Wî got, halê hazir ji bo diyarkirina siberoja Kurdistanê û Tirkiyeyê, HDP bi rola kilît radibe.

Saruhan Oluç got, desthilat û muxalefeta dewleta Tirk, gava mesele Kurd bin, dev jî aloziyê berdidin û wiha peyivî: “Li hemberî her du bloklan,  HDP’ê siayseta rêya sêyem ava dike. Wê nîşan da ku ev her du blokên din nikarin siberoja Tirkiyeyê diyar bikin.”

Ji bo tinekirina Kurdan êrişî Kurdî dike

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî got, “Em weke HDP’ê dibêjin, rêyeke me ya sêyem heye. Rêya sêyem ciwan in, jin in, berxwedane û rêya gel e. Yek pîvana me heye, em ê çawa dawiyê li faşîzmê bînin.”

Pero Dindar îşaret bi êrişên li dijî Kurd jî kir û got, “Desthilata ku xwe li zimanê Kurdî ranagire, êdî hatiye wê astê ku bibêje, bi Kurdî nepeyivin, bi Kurdî nefikirin. Ji bo tinekirina miletekî ziman û çanda wî tine dihesibîne.”

Heyeta HDP’ê da zanîn ku ew ê bi derdorên desthilat û muxalefetê yên Elmanyayê re, bi rêxistinên civaka sivîl ên Elman re hevdîtinan bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.