Hay ji xiniziya deshiladaran hebin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:03

  • Piştî avabûna komara Tirkiyeyê, ziman û folklora Kurdan û her wiha gotina “Kurdistanê” bi xwe hat qedexekirin. Deshilatên heta niha li Bakûrê Kurdistanê rêbazên tinekirina Kurdan ceribandine.

SAFIYE ALAGAŞ / JINNEWS/AMED

Piştî avabûna komara Tirkiyeyê, ziman û folklora Kurdan û her wiha gotina “Kurdistanê” bi xwe hat qedexekirin. Deshilatên heta niha li Bakûrê Kurdistanê rêbazên tinekirina Kurdan ceribandine. Di salên 1980’yî de jî bi heman rengî Kurd, Kurdî û Kurdistan hatin qedexekirin. Ev polîtîkayên deshilatê bênavber îro ji dewam dikin. Konserên bi Kurdî, şanoyên Kurdî tên qedexekirin, zimanê Kurdî weke "Zimanê nayê zanîn" tê diyarkirin. Herî dawî jî di daweteke Kurdan de ji bo rengê kesk, sor û zer 10 kes hatin binçavkirin.

Nivîskar Xecê Şen têkildarî polîtîkayên bişaftinê û rola wêjeyê ya di parastina ziman de got: "Gelek desthilat hatin ku armanca hemûyan jî tinekirina hebûna Kurdan bû. Hemûyan jî ji bo tinekirinê bişaftin bi kar anî. Ji derveyî êrişên fîzikî, deshilatdar bi zexelî û xinizî nêz dibin û di vî warî de jî şerekî dimeşînin. Divê ev zexelî û xiniziya wan bi baldarî were nirxandin û rûxandin. Barê mezin jî dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran.”

‘Êrîşa spî’ ya deshilatdaran

Xecê Şen bal bire ser dibistanên qişleyî (YIBO) yên dewleta Tirk, ew weke “êrîşeke spî” bi nav kir û got, “Ev ‘êrîşên spî’ yên dewletê giring in.

Wan xwest li hepsan û dibistanan vê yekê pêk bînin. Di salên 1980’yî de di hepsan de digotin, ‘Tirkî biaxive, pirr biaxive’ û dixwestin bi vê hişmendiyê Kurdî tine bikin. Nexasim bi êrişên di dibistanên YIBO de yên xiniz û zexel xwestin koka zarokên Kurd biqelînin. Mirov dikare vê xiniziya wan weke komkujiyê jî bi nav bike. Têkiliya zarok û malbatê dihat qutkirin û ew ji rastiya wan dûr dixistin. Tesîra wan salan hîna jî li ser hin kesan dewam dike. Ev xiniziya wan bişaftin hêsantir kir. Lê dîsa jî di nav şert û mercên herî dijwar de jî Kurdan xwe parast. Qirkirin, polîtîkayên hatin meşandin û koçberî jî nekaribû wan ji rastiya wan dûr bixe."

‘Naverok jî muhim e’

Xecê got, ji bo bişaftinê yek ji rêyên herî bi bandor wêje ye: "Heta niha bi dehan konserên hunermendên Kurd hatin betalkirin. Li kêleka wê jî li herêmên Kurdan konserên bi zimanê Tirkî didin çêkirin, defîleyên ji çanda me dûr li herêmê hatin çêkirin. Ew bi destê kapîtalîzmê, di bin navê modernîteyê de hewl didin guhertinan çêkin. Divê di vî warî de komeleyên me, bi taybetî jî Odeya Senetkaran gavên giring biavêjin. Li dijî êrişên bişaftinê divê hewl bidin. Pê re jê divê nivîskarên Kurd di aliyê zimanê xwe yê nivîsandinê de baldar bin. Her çiqasî xizmetê ji zimanê Kurdî re bikin jî, di naveroka pirtûkê de gelek caran bi hişmendiya serdestan nivîs hatine nivîsin. Yan jî ev naverok ne li gorî çanda Kurdî ye. Divê bi qasî ziman li naverokê jî baldar bin."

‘Wêje dikare bişaftinê bisekinîne’

Nivîskar Xecê behsa zimanê hinek pirtûkên Kurdî jî kir û got, “Gelek caran jî ev pirtûk bi naverokên xwe nîjadperestî û zayendperestiyê berdidin nava civakê. Rolên ku di van pirtûkan de dane jinê, jin kirine mijara nîqaşê. Bi van rêbazan jî li ser jiyana me ew biryarê didin. Hezkirina me, têkiliyên me yên civakî û evîniyê, her wiha di her tişta me de ew biryarê didin û dixwazin rê ber me bixin. Lê belê şansê me yê guhertin û veguhertinê heye. Li dijî polîtîkayên bişaftinê em dikarin bi wêjeyê bibin asteng. Em dikarin bi nivîsên xwe ziman û çanda Kurdî bidin jîyîn û bi pêşve bibin. Em ê axa xwe, ava xwe, gundê xwe, bajarên xwe û zimanê xwe biparêzin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.