Hawarek ji Ûrmiyeyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Gulan 2023 - 02:45

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke bi Kurmancî ya nû çap kir. Pirtûka bi navê “Îran Xani: Hawarek ji Ûrmiyeyê” ji hêla wergêr Sayime Xakpûr ve hatiye nivîsandin. Pirtûk xwe dispêrê serpêhatiyên Îran Xanimê û bi awayekî biyografî hatiye hazirkirin.

Weşanxaneya Nûbiharê Îran Xanim û her wiha serpêhatiya wê ya bi mane wiha rave dike; 

“Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951’an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku ser bi bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di Radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.

Bi vê xebata Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînin komek mirovan tê ragihandin. Carina jî hest û hizirên nivîskar jî tevlî ax û nalînên neqilkara pirtûkê ango Gulistana keça Îran Xanê dibin û ta ku meriv difikire: Gelo Îran Xan kî bû, dibe ku Gulistana keça xwe be? An dibe ku Sayîmeya nivîskar be? Dibe ku dayîk û xwişkên me bin? Belkî jî hemû civata me..!”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.