XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO
Harûn Îbrahîm ê 13 salî ji bajarê Qamişloyê ye endamê Tîma Berxwedana ya Werzîşê ye. Beriya 3 salan fêrî lîstika pingpongê bûye û tevlî gelek turnuvayan bûye. Di turnuvaya herî dawî ku 3’yê Gulanê li Qamişloyê pêk hatibû de pileya sêyemîn girt. Harûnê biçûk li hember bi dehan lîstikvanên ku li ser asta Sûriyeyê bûbûn şampiyon, lîst. Rahênerê Harûn û Tîma Berxwedan a pingpongê Ebdulbaqî Cemal bal bire ser behreya Harûn û got:"Behreya Harûn ji temenê wî mezintir e. Em bi wî hêvî ne ku bikare li hember lîstivanên beşa mêran bilîze û bi ser keve. Tevî ku hevrikên wî yên lîstikvan pispor in, lê nikarîbûn li hemberî wî bi ser kevin. Harûn ji 7 lîstikan di 6 lîstikan de bi ser ket. Herwiha di turnuvayekê li ser asta Sûriyeyê de jî encameke baş bi dest xist. Zîrek e, bala wî li ser lîstikê ye û di maçan de xwedî kesayetek bi hêz e. Dizane çawa bilîze, di taktîkên lîstikê de serdest e. Bi awayekî rast topa pingpongê davêje." Harûn anî ziman ku ew pir ji pingpongê hez dike û dixwaze asta xwe bi pêş bixe û hêviya xwe ew e ku tevlî turnovayên li ser asta cîhanê bibe.